Xizanî an jî perîşanî, dema ev gotin tê guhê mirov yekser tunebûna pere, nan, milik û mewal û luksên jiyanî tê bîra mero. Ango xizanî tenê bi tiştên madî tên dîtin. Li gorî her civakekê wateya xizanî û perîşanî ji hev û din cud cuda ne. Hinek di milên xwe yên madî de dibînin û hin jî di milê manewî, ramiyarî û zanistî de dibînin.
Dibe ku, di sedsala 21’emîn de, teknoljî gihêştiye astek ne normal ku qaşo ji bo çareserkirina pirsgirêk û pêdiviyên însanan hatine çêkirin, em li welatên herî dewlemend bibînin parsek û kesên li kolanan radizên hebin. Li gorî serjimariyên heyî li bajaerekî wek New York’ê tenê 4 milyon Penaberên ku bê mal in û li kolana li ser kartonnên riziyayî jiyana xwe derbas dikin hene. Her wiha Li Ewropayê car caran mirov dibîse ku hin kes ji serma re mirine û li wan kolalnan avêtî maye û kesî wî binaxbike jî nîne. Di dawiyê de, laşê wî dibe saheyekî tecrubeyên bijîşkan.
Gelek nivîskae, fîlozof û hekîmên cîhanê jî, li ser mijara xizaniyê axifîne. Aliyê ruhî û zaniyarî ya vê mijarê nirxandine. Hem kes û hem jî civak nirxandine. Ka bê xizanî di wateya xwe ya kûr de çiye. Gelo em niha li ser civaka xwe vê mijarê behs bikin, em civakekî xizanin; an jî em di kîjan milî de xizan mane.
Em baş li dîroka xwe ya kurdan binêrin. Em ê tekez bibînin ku em ji aliyê nirxên civakî û exlaqî de xizanin. Civaka kurd ku ji hezarên salan di şaristaniya Medyayî a Mezoptamyayê mezin bûye, bi nirxên xwe gelek dewlemende, mêvanperwere, wêreke, ji her milê jiyanî ve jîre, diladare….hwd. di milê çanda xwe de jî, bi qasî destan û çîrokên lehengî û evînî têr û tejî ye. jiber van tiştan em dibînin di bingeh de, kurd bi xwezaya xwe û çanda xwe dewlemend bû. Vêca niha em xizanên çine? Helbet, wek gelek kesan diyarkir xizanî ne xizaniya madî û pereyan e. her çiqas welatên cîhanê yên pêşketî-qaşo- ji her milî de têr û tije ne; lê ji nirxên xwe ango ji nirxên mirovahiyê dûrketine. Civka me ya kurd jî heya niha hin ji wan nirxên xwe parstine, lê; di kîjan milî em xizan mane. Di milê xwedîderketina li van nirxan û partîkirina wan di jiyana me ya rojane de. Yek ji nirxana jî, komînalbûn, bi kes an jî malabta li rex xwe nêrandin û li hev guhadrî kirine. Nexwe em bi êş û azarên kesên hawîrdora xwe nehesin, ev xizaniya herî mezin e.
Sîpan CAN