Zîlan Hesekê
Rola jinan di Şoreşa Rojava de pir girîng û bi wate ye. Mirov dikare bibêje ku jinan Şoreşa Rojava pêş xistin û gihandin serkeftinê. Jinên şoreşger Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr û bi sedan jinên Kurdistanî bi wêrekî, bîr û bawerî têkoşîn kirin. Li tevahî cîhanê dengê xwe vedan û bûn çelengên Kurdistanê.
Ev çalakbûna jinan bû mîrateyeke dewlemend. Jinan jî xwe li ser wê berhemê rêxistin kirin û bûn şopdarên jinên qehreman. Ev berxwedana jinan a derket asta herî jor tesîr li ser siyasetê û jiyana civakî jî kir.
Jin xwedî hêzeke veşartî ne. Dema jin xwe bi zanebûnê re bike yek û bi rêxistin bike bi qasî xwedawendeke resen û dîrokî wê bandor bike. Wê civakê jî bîne asta ronesansekê.
Rêber Apo diyar dike ku jin hêza parastina xeta şoreşê ye. Divê em jî weke jin li ser vî bingehî ji dil û can beşdarî têkoşînê bibin. Pêwîst e jin xwe zana bikin. Jixwe jin xwedî hêza civakî ne. Jin ji mêran zêdetir xwedî derfet û qabiliyet in ku bi rehetî dikarin yekîtî û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Rêber Apo timî jinan re digot, “Hûn jin gelekî jîr in. Lê divê hûn ji jîrbûna xwe bawer bin û pratîze bikin.”
Em weke jin divê pir baş li ser xwe lêhûrbûn bikin, roj bi roj mejiyê xwe herikbar bikin da ku em cîhana xwe rizgar bikin, dawiyê li desthilatdarî û tundiyê bînin.
Hewce ye di vê pêvajoya nû ya Rêbertî daye destpêkirin û bi munasebeta 25’ê Mijdarê em rûpeleke nû vekin, ji bo pêşxistina civaka exlaqî û polîtîk bikevin nav seferberiyê.
Em ê bi coşa 25’ê Mijdarê pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin teqez bi serkeftinê tacîdar bikin. Weke jinên şoreşger heya nefesa xwe ya dawî em ê ji bo bidawîkirina tundiya li hember jinê û hemû zindiyan têkoşîna xwe di asta herî bilind de pêş bixin.
Ji bo bicihanîna xewn û xeyalên şehîdan xwe di felsefe û bîrdoziya Rêbertî de pêş bixin. Bi şîara, “Tundiya li ser jinê tundiya li ser hemû mirovatiyê û zindiyan e” em ê dawî li hişmendiya dibe çavkaniya tundiyê bînin.






