Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo panêlek li ser tundiya li dijî jinê hat li dar xistin

19/11/2025
in JIN
A A
Li Qamişlo panêlek li ser tundiya li dijî jinê hat li dar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi boneya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jin a Cîhanê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi drûşma“Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin” panêlek li dar xist.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşrojê bi rast hatina Roja Cîhanî a Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, panelek bi drûşma “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin” li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist.  Hemû rêxistinên jinan û partiyên siyasî beşdar panelê bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir, piştre cîgira berdevka bi navê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşrojê Nişmî Temo bi xêrhatina û spasiya jinan kir ji bo tevlîbûna panela li ser tundiya ku li dijî jinan tê kirin.

Berdevka bi navê Meclisa Jinan a Sûriya Pêşrojê Meram Elî di panelê de axivî û tekez kir ku em li vir amade ne ne tenê ji bo ku em hejmar an raporên derbarê tundiya li dijî jinê pêk tê bînin ziman û wiha got: “Di heman demê de ev ne tenê çalakiyeke an jî drûşmeyan em tînin ziman, lê belê bangeke ji bo guhertinê ye herwiha em di wê baweriyê de bin ku her gaveke biçûk dê guhertineke mezin bi xwe re bîne.”

Piştre Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Welîda Îsmaîl li ser tundiyê axivî û wiha got: “Tundiya li dijî jinê ne diyardeyeke di serdema nû de ye, lê belê ew mîraseke çandî û dîrokî ya giran e. hegemoniya ku li ser jinê pêk tê nimûneyeke ji hemû awayên zordarî û tundiyê, di nav de adetên civakî, siyasî û aborî. Rizgarkirina hişmendiyê dergeheke sereke ye ji bo guhertinê ye, berxwedana li dijî tundiyê berxwedaneke fikrî û ruhî ye. Yek ji amûrên guhertinê ew e avakirina meclisên jinan e, ku bibe hêzeke rastî ji bo parastina jinan, dê kar û barên wê yên yên civakî, aborî û dozgerî îdare bike.”

Di panelê de mudaxele ji hêla beşdarvanên jin hat kirin ku bang kirin da ku rêxistinên jinan piştgiriya jinan bikin di hemû war û pêvajoyên jiyanê di heman demê de tekezkirin ku kombûna jinan li ser vê maseyê serkeftineke mezin e.

Di panelê de hat tekezkirina ku tundiya li dijî jinê pêk tê sûceke nayê qebûl kirin, bang li hemû saziyên têkildar hat kirin da ku bi hev re vê diyardeyê bidawî bikin.

Panel bi komeke biryar hat bidawî kirin: Zêdekirina hişyariyê bi rêxistinkirina kampaniyên hişyariyê li ser awayên tundiyê di riya semîner û panelan ku hemû katagoriyên civakê hedef bigre, sekinandina li ser xurtkirina nirxên exlaqî û olî ku tundiyê qebûl nake û banga rêzgirtina hev du dike, xurtkirina aborî û civakî, aktîvkirina rola qanûn saziyan ku zext bê kirin ji bo pêkanîna qanûnên girêdayî tundiya li dijî jinê, berpirsyartiya civakî û taşwîqkirina zilaman ku bibin ferdên çalak di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, belavkirina çanda rêzgirtinê di malbat û civakê de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.