Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dora jinê jiyan diafire Jinwar jî wê jiyanê xweş dike

19/11/2025
in JIN
A A
Li dora jinê jiyan diafire Jinwar jî wê jiyanê xweş dike
Share on FacebookShare on Twitter

 Ronahî Sadûn/Jinwar

 Yek ji Rêveberên Gundê Jinwar Şêrîn Ehmed diyar kir ku Jinwar cihê ku jin xwe lê ava bike ku her kes ji hev hez dikin û bi hev re kar dikin û got, “Hemû cureyên zihniyeta desthilatdar li ber deriyê Jinwar diçe ku li wir jiyaneke din a azadî û avakirinê heye, jiyaneke komînal a jinê ye.”

Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa ku bi serpêhatiya jin hat lidarxistin, guhertin û veguhertinên mezin pêk hatin û qazancên mezin hatin bi destxistin. Şoreş deriyê jiyaneke nû ya afrînerî û xweşbûnê bû û rêya ber guhertina hişmendiya mêrperest bû. Vê şoreş tema jiyana xwezayî ya ku li ser bingehê wekheviyê, ji nû ve vediguherîne li ser koka wê. Dîrokeke dewlemend bi destê jinê diafirîne. Ev ne bi gotinan tê gotin, lê heqîqeta wê ji van gotinan zêdetir şîrove dike û rastiyê radixe ber çavan.

Dîrok û hizra avabûna gundê jinê (Jinwar)

Yek ji xweşbûnên vê şoreşê, avakirina gundekî taybet bi jinê ye (JINWAR) ku mînaka wê li tu deverên dunyayê tuneye. Jinwar gundekî li Rojavayê bajarê Dirbêsiyê dikeve. Hizra avakirina wê di sala 2016’an de derket pêş. Di 10’ê Adara 2017’an de kevir an jî bingehê malên gund bi destê dayikan hat dayîn. Herwiha di 25’ê Mijdara 2018’an de avabûna gund bidawî bû, êdî deriyê gund ji bo dayik û jinên hemû pêkhateyan hat vekirin.

Jiyan li dora jinê

Di civaka  xwezayî de çawa jiyan li dora jinê kom dibû, eynî wê jiyanê li gundê Jinwar tê jiyîn. Teşeya malên gund bi awayê zikê jinê ye ku jora wan bi giroverî hatiye çêkirin û ev mal bi kelpîçên herî ne, da ku berketa jinê li gund hebe.

Jinwar ji 30 malan pêk tê

Gundê Jinwar ji 30 malan pêk tê, di nava wê de dibistana seretayî, akademî, firin, navenda ciwana, Şîfa Jin a tedawiyên xwezayî, komîn, dikan, mala zarokan, cihê karê destan, pirtûkxane, hewza avjenîyê (Mesbeh), cihê lîstikên zarokan, bexçeyên darên zeytûn û hinaran û hwd…jî hene. Di heman demê de li gund du bîrên behrî, jenetorek û eneriyên rojê hene. Herwiha dayikên gundê Jinwar aboriya xwe ji çêlek û pez ên gund dibin ku ji şîrên wan penêr, mast û şîr çêdikin û li hev belav dikin, berhemên zêde jî difroşin û pereyên firotina wan di xezîne gund de bicih dikin.  Li kêlek van erdê çandiniyê ku tê de genim, ceh, garis û hwd…diçînin jî heye. Di dema mûsimê genim de jî beşek jê depo dikin. Beşê din jî her mehane kîsek an du kîs ji gennim hûr dikin û ji bo çêkirina nan bikar tînin. Di firnê de jî hemû dayik bi hev re kar dikin û li gorî xwe nan çêdikin  û ji 2 gurûban pêk tê,  bi vî rengî hemû xebatên xwe dikin. Dikana li gund jî pêdiviyên ji bo dayikan lê peyda dibin û dayik li gorî pêwîstiyên xwe kel û pelan dibin.

Li gorî pêdiviyên xwe berheman dibin

Di bexçeyê gundê Jinwar de nêzî 80’ê darên zeytûn û hinaran hene. Di dema werzên rakirina wan de hemû dayik bi hev re dixebitin, berhemên wan li gorî xwe dibin. Di heman demê de hin zeytûn dikin zeyt û hin hinar jî dikin ava hinara û li ser hev belav dikin. Berhemên zêde jî tê firotin û diravên wan dikeve sindoqa  aboriya di gund de. Li kêlek bexçeyê daran bexçeyekî werzan heye jî ku li gorî werzan sebze lê tên çandin, wekî bacan, xiyar, bamî, mulûxiyê û hwd…. Beşek ji vî bexçeyî hemû dayik dikarin jê bibin, beşê din jî hin dayik li gorî xwe diçînin û ji bo xwe difroş in.

Bi awayek kolektîf kar û xebat tê meşandin

Di heman demê de meclisa gundê Jinwar ku ji hemû jinên gund pêk tê, heye. Di meclisê de dayikên gund her 15 rojan tekmîla xwe digirin. Her meh  jî civîna xwe bi armanca ku dayik karê ku di nava mehekê de kirine, bînin ziman, pêşinyarên xwe bikin, astengiyên wan werin nîqaşkirin û çareserkirin, pêdiviyên wan pêk bên, tê lidarxistin. Gundê Jinwar ji 4 Rêveberan pêk tê, her civîn 2 rêveber û tekmîla 15 rojan her du rêveberên din wê birêve dibin, bi awayekî kolektîf kar û xebat tê meşandin. Li gorî sîstema gund jî her 6 mehan rêveberiyên wê tên guhertin, carnan jî salekî ew jî li gorî pêwîstiyê ye. Ji bo rêveberiyê jî rola hemû dayikên li gund heye ku bibin rêveber, da ku hemû zagonên gund nas bikin.

Derbarê avakirina gundê Jinwar û awayê jiyan wê, yek ji Rêveberên Gundê Jinwar Şêrîn Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Jiyana komînal û avabûna jineke azad li gundê jinê pêk tê’

Şêrîn Ehmed diyar kir ku ew yek rêveberên gundê Jinware û hem jî mamosteya seretayî ya gunde û wiha got: “Ez zêdeyî salekê hatime gundê Jinwar. Li gund jiyaneke cuda ji aliyê xweşbûn û ji nû ve avabûna kesayet û hwd… heye, ya girîng ew e ku jiyana wê bi rengêke komînale. Li gorî sîstema gund dayika ku bixwaze derbasî gund bibe, di rêya Mala Jin re tê ew dayikên ku di her zor û zehmetiyan re derbas bûne an jî dayikên ku bixwazin xwe ava bikin. Li gund hemû dayik bi hev re alîkar in, bi hev re perwerdeyên xwe dibînin û hev fêr dikin. Di demên berê de her roj 4 seatan perwerde li akademiya gund dihat dîtin, lê piştî erdheja ku beriya 2 salan pêk hat û akademiya gund zirar dît, êdî di komîna gund de roja şemî û yekşemê perwerde tê dayîn. Hemû dayik beşdarê perwerdeyê  dibin, dayikên ku xwendin û nivîsandina wan nine xwe fêrî xwendinê dikin,”

‘Dayikên gundê Jinwar xwe fêrî zanînê dikin’

Şêrîn Ehmed eşkere kir ku di her rojên înê de gund tê paqijkirin û wiha anî ziman: “Di roja înê de betalene ye, lê dema nanê gund bidawî bibe, grubek tê erkdarkirin ku nan çêkin, girupa din jî gund paqij dike. Lê heger nan hebe, hemû dayik gund paqij dikin û di êvarê de li fîlmekî guhdar dikin û ji hev re wateya fîlm şîrove dikin. Herwiha perwerdeyên zimanên Kurdî û Erebî jî ji bo dayikên ku nizanin bixwînin re hene, hin ji wan jî li dibistanê fêrî tîp, xwedin û nivîsandinê dibin.”

‘Hemû dayik xwedî rol in’

Şêrîn Ehmed da zanîn ku her dayikek di gund de roleke wê heye û wiha pê de çû: “Hemû dayikên li gund xwedî rol in ku di aliyê parastin, çandinî, bexçe, çeksazî û hwd…perpirsyar in. Herwiha 4 awayên ku dayik ji bo wê berê xwe didin gundê Jinwar hene, yên xwe ji nû ve ava dikin, yan xwe û hizira xwe azad dikin (lêgerîna azadiyê), hem jî dayik û hevjînên şehîdan an jî di rêya Desteya perwerdê de berê xwe didin gundê Jinwar. Di heman demê de hin dayik hene ku ew bi xwe keçên xwe dişînin gund, da ku perwerdeyên vekirî bibînin û xwe zane bikin.”

‘Malbatên dayikan dikarin wan serdan bikin’

Şêrîn Ehmed diyar kir ku gelek kesan nêrîneke şaş li ser gundê Jinwar girtiye û wiha domand: “Gelek kesan nerîneke şaş li ser gundê Jinwar girtiye ku gund qebûl nake mêr derbasî wê bibin an jî serdan bikin, lê tiştekî bi vî rengî tune ye, ji ber her dayikek bira, xal, ap û hwd… ji malbata wê heye, ew dikarin werin serdan bikin û heya dikarin çend rojan jî bimînin.”

‘Em ê rêngê jin û bi yek fikrê bin’

Şêrîn Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Ez her tim dibêjin xwezî gundê Jinwar ji berê de hetiba avakirin, ji ber hemû dayikên li gund rola wan di avakirina civakeke demokratîk, polîtîk û exlaqî de heye, hem jî di aliyê pêşketin û avakirinê de. Ji ber di nava civakê de bi taybet jin gelek jêra pêwîst dike heya ku ji zihniyeta desthilatdar a ku civaka li ser mezin bûye, xelas bibe. Lê li Jinwar jiyan hevbeş tê jiyankirin ku her kes ji hev hez dikin, ji hev re rêzê digirin û bi hev re kar dikin. Di heman demê de Jinwar cihê ku jin xwe lê isbat bike, zanibe çi armanca wê ye, xwe û îradeya xwe ji nû ve ava bike. Hemû cureyên zihniyeta desthilatdar li ber deriyê Jinwar diçe, li wir jiyaneke din a azadî û avakirinê heye, jiyaneke komînal a jinê ye. Weke dara ku çawa ji nû ve şîn dibe, jin jî li Jinwar şîn dibe. Em ê rêngê jinê bin û bi yek fikrê bin ku em ê rola jinê di civakê de vejîn bikin. Li Jinwar hemû jin bi êşa hev hîs dikin û bi hev re wê astengî û êşê derbas dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.