Ayşa Silêman/ Dêrik
Kongra Star a bajarê Dêrikê bi dirûşmeya ‘Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin’ semînerk li ser Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinê da.
Kongira Star a bajarê Dêrikê bi dirûşmeya ‘Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin’ semînerek li ser Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinê li navenda çand û hunera Dicle da. Di semînerê de hemû endamên Hêzên Parastina Cewherî û welatiyên bajêr amadebûn.

Di destpêka semînerê de hemû beşdarvan xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Kongira Star Zelûx Bekir axivî û wiha got: “Di sala 1960’î de xwîşkên Mîrebal ji ber têkoşîna xwe ya li dijî dîktatoriyê bi hovane hatin kuştin. Ev dîrok bûye semboleke cîhanî ji bo têkoşîna li dijî her cûre şîdeta li dijî jin û keçan. Tevî ku zêdetirî bi dehê salan li ser naskirina vê rojê re derbas bûye jî lê hîn jin li gelek welatan bi gelek awayên tundiyê rû bi rû dimînin ji aliyê, fizîkî, pisikolojîk, cinsî û aborî ve. Ev tundî ne tenê bi lêdanê ve sînor dare, ew heta bêparkirina wan ji perwerdehiyê, neçarkirina wan ji bo zewaca zû, astengkirina beşdarbûna wan di jiyana giştî de û bêparhiştina rola wan di tevlîbûna biryarên malbatî de. Civaka me bi navê rê û resên civakî jinê tune dikin û kesayeta wê dişkînin dema serî radike di bin navê namûsê de wê dikujin. Lewma ya girîng ew e ku malbat bibe alîkar bi zarokên xwe re û mêr bibe alîkar bi hevjîna xwe re. ”
Di dawiya semînerê de Zelûx Bekir bal kişand li ser rewşa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Rêber Apo ji bo me xetek hilbijartiye pêwîste em li ser wê xetê bin û em destek bidin jin û keçên xwe ji ber civak bi malbatê tê ava kirin, dema malbat nebe civak ji hev dikeve. Rola me hemûyan ew e ku em bi rihê mafdayînê tev bigerin ji ber ku her mirovek ji me xwedî nêrînek û nêrandineke cûdaye. Sêstema demokratiyetê yaku empê bang dikin pêwîste em piratîkî jî pêk bînin, ji ber ku çavên herkesî li Bakur û Rojhlatê Sûriyê ye.”






