Berîtan Xalid
Bi ketina dîktatoriya Beşar Esed hêviyek li gel cem sûriyeyan çêbû, qaşo ku wê aramî li vî welatî serwer be, welatê ku bi salan êş û azar jiyan kirin. Piştî hilweşîna dîktatoriya Beşar Esed li Sûriyeyê ji aliyê Tehrîr El Şam (HTŞ) ve ku destpêkê bi navê Cebhet El Nusra dihate nasîn qonaxeke nû li Sûriyeyê û bi giştî li Rojhilata Navîn destpê kir. Bêguman bi hatina Tehrîr El Şam gelek guman çêkir ku gelo pêşerojek çawa li benda gelên Sûriyeyê, Sûriyeyê û bi taybet jinên sûriyeyî? Ji ber her kes dizane ku ew xwedî paşxaneyeke selefî ye.
Tirs ew bû ku weke tişta hat serê jinên li Afganîstanê were serê jinên li Sûriyê jî, her kesî şehidî ji vê yekê re kir ku bi hatina Talîban li Afganîstanê re rewşa jinan her ku çû xirabtir bû . Îcar pratîka HTŞˈê jî nîşan dide ku îhtîmale ku Afganîstanek din were avakirin.
Em werin rastiyê , ew piştî her guhertinên ku di welatekî de çêdibe bê guman nêzîkatiyên li hemberî jinan, cihgirtina wan di hemû qadan de dihêle em wî welatî nas bikin, lê mixabin em karin bêjin di halê hazir de pîvanên wekhevî û mafên jinan nabînin. Belkî ev nêzîkatî li hemberî netewe û baweriyên ku di erdnigariya siyasî ya Sûriyeyê de dijîn jî, dibînin. Lê divê li vir behsa hebûna jinan û mafê wan di Sûriya nû bike, ger di avakirina Sûriya nû de mafên jinan û hemû gelan neyên nasîn ev hikumet tu meşrûyeta xwe namîne. Bi vê re jî wê rê li pêşiya şerekî navxweyî veke.
Wê Hikumetê gelek guhertin çêkirin, lê yek ji wan jî me ne dît ket xizmeta gelê Sûriyeyê de. Di bin gelek navan de li dijî netewan êriş pêk anîn. Ji Dûrzî û Elewiyan bigre heta tu bighêje Kurdan. Destûrek nivîsandin û tiştekî ku mafê hemû netewan bê parastin peyda nebû .
Konferanseke bi tena ser xwe çêkirin û tê bê qey kes ji wan pêve tune, kujerên ku destê wan di xwînrijandina gelê Sûrî de hene erk dan wan. Bi van hemûyan re tê çi hêviyê jê bike, helbet her guhertinek jî nayê wê wateyê ku demokratîk û avaker e.
Di vê erdinîgariyê de pêwîstî bi guhertina hişmendiyê heye, lazime çanda wekhevî ava bibe bo ev şoreş bighêje armanca xwe. Taybet ev bo hemû jinan derbasdare, ji ber vê divê têkoşînkeke xurt li hember çanda mêr-bavik salarî were meşandin. Her wiha li hember îslama siyasî û tundrewiyê ew têkoşîn bê xwirtkirin. Ji ber ew hikumeta dîktator her tim xwe li ser tunekirina jinan ava dike, bi vê re êdî xeterî li ser têkoşîna jinan heye, li hember vê yekîtiya jinên Sûriyê bi hemû pêkhateyan gelekî girînge , mirov li vir dikare bêje ancax bi vî rengî jin dikare serî li hember vê zihniyetê rake û vê şoreşê veguherinîn şoreşa jinan .
Pêvajo gelekî metirsîdare di hundirê wê de zext û hovîtiya ku li ser jinan ferz dikin dihêle ku li hember wê bernameke were danîn ji ber ew jinên Sûryeyî xwedî têkoşîneke hevparin. Rêber Apo jî di hevdîtinên xwe yên dawî yên li gel heyeta Îmraliyê re gotibû: Divê li hember senaryoyên tarî ku ji bo pêşerojê hatiye pîlankirin gavên pozîtîv were avêtin. Bê guman ev nirxanidn xwedî wate û girîngîyek dîrokî ye. Di rastî de pêşinyarên Rêber Apo ji bo demokrasî, aşîtî û wekhevî nexşrêya derketina ji pêvajoya tarî a heyî ye. Rastî ew e ku têkoşîna azadiya Kurdistanê çandek nû da avakirin û di wê têkoşînê de jin bi nirxin û dihemû qadên jiyanê de xwedî rol û misyonin, her jinê xwe di riya vê re xwe nas kir, her kes li riya azadiyê gariya û hewl da serî li hember vê zorê rake. Niha ev bû sedem ku her kes û gelê Kurd û taybetî jin êdî tu carî koletiyê qebûl nakin. Em vê rastiye niha di xaka Rojava Bakur û Rojhilatê Sûrî de dibînin.13 salin şoreşê ne hindikin ku hişt jin bighêje vê aste, vê şoreşê hemû derî li pêşiya jinan vekir, maf da jinê kir xwedî gotin.
Maf da jin ku îro jin li kêlek zilamekî civakekê bi rêve bibe û bi xwe biryar be. Rojane gel bi pêşengiya jinan ser lingan e û ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk kar dike. Mirov dikare vê helwestê weke şoreşek di nav şoreşê de pênase bike.
Têkoşîna jinên Kurd gelek ezmûn û zehmetî li pey xwe hiştin. Lê dîsa weke şitilekê zîl dide û berbelav dibe. Têkoşîna jinên Kurd dikare ji bo jinên Ereb, Afganî û hemû jinên neteweyên bindest bibe mînak. Niha em hem weke jin û hem weke neteweyek ku siyasetên dagirkerî û bindestkirinê li ser tê meşandin di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. An bi berxwedan û têkoşînê dawî ji tarîtî û zilmê bînin an jî dîrokê dîsa xwe dubare bike û em ê dîsa bikevin nava pênce qirkirinê. Lê jinan soza xwe da ku ew ê ji bo parastina vê xakê û parastina vî gelî bi israsre ku pêşerojeke azad û adilane ava bike.






