Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

25’Mijdarê bangek ji bo şikandina bêdengiyê

19/11/2025
in JIN
A A
25’Mijdarê bangek ji bo şikandina bêdengiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Di 25’ê Mijdarê de, dengê jinan li çaraliyê cîhanê ji nû ve bilind dibe, li dijî tundûtûjî, cudakarî û qedexeyên ku hîn jî wan girêdayî dikin de derdikevin. Ev rojek sembolîk e ku êşa jinan û hêviya wan ji bo guhertinê ber bi civakên dadperwertir û mirovîtir ve temsîl dike.

25’ê Mijdarê her sal wekî rojeke navneteweyî tê pîrozkirin da ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên cîhana me ya îro were destnîşankirin, şîdeta li dijî jinan. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1999”an de hatiye damezrandin û xwişkên Mirabal ên Komara Domînîkî bi bîr tîne, ku di sala 1960”an de ji ber têkoşîna xwe ya li dijî dîktatoriyê bi hovane hatin kuştin. Ev dîrok bûye semboleke cîhanî ji bo têkoşîna li dijî her cûre şîdeta li dijî jin û keçan.

Ji 25’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê, kampanyayek bi navê “16 Rojên Çalakvaniyê li dijî Şîdeta Li ser bingeha Zayendî” salane tê lidarxistin da ku balê bikişîne ser dijwariyên ku jin di parastina xwe ji şîdetê de pê re rû bi rû dimînin û hişmendiya mafên xwe yên parastinê zêde bike.

Cureyên tundûtûjiyê û aliyên wê yên veşartî di civakan de

Tevî ku zêdetirî du dehsalan di ser naskirina fermî ya vê rojê re derbas bûne jî, jin li gelek welatan, bi taybetî li Rojhilata Navîn û herêmên şer, hîn jî bi gelek awayên tundûtûjiyê re rû bi rû dimînin ji aliyê, fizîkî, psîkolojîk, cinsî û aborî ve. Ev tundûtûjî ne tenê bi îstîsmara fizîkî an lêdanan ve sînordar e, ew heta bêparkirina wan ji perwerdehiyê, neçarkirina wan ji bo zewaca zû, astengkirina beşdarbûna wan di jiyana giştî de û bêparhiştina rola wan di biryardanê de dirêj dibe.

Di nav civaka Rojhilata navîn de ku hîn jî hêdî hêdî ber bi wekheviyê ve diçin, gelek jin di navbera adetên hişk û rastiyên aborî yên dijwar de asê mane. Çend keç ji ber nerînên teng ên civakî ji xewnên xwe yên perwerdehiyê bêpar mane? Çend jinan di bin navê “parastina rûmeta xwe” an îtaetê de rastî şîdeta navmalî hatine? Ev zîhniyet bêdengî, tirsê didomîne, şîdetê dike beşek normal a jiyana rojane ya jinan.

Tundûtûjî li dijî jinan, diyardeyek civakî ye, ne takekesî ye

Tundûtûjiya li dijî jinan ne pirsgirêkek takekesî ye, lê diyardeyek civakî ya kûr e, nîşanek rasterast a çandeke cudakar e ku desthilata mutleq dide mêran û jinan wekî hebûnên bindest dibîne ku li ser beden an jiyana xwe tu kontrolek wan tune ye. Lêbelê, salên dawî hişyariya femînîst zêde bûye û dengê jinan ji her demê bêtir tê bihîstin.

Li gelek welatan, tevgerên femînîst ên bihêz derketine holê, ku daxwaza qanûnên ji bo astengkirina tundûtûjiyê, parastina jinan ji tacîz û tecawizê û misogerkirina mafê wan ê wekheviya tevahî di kar, perwerde û mîratê de dikin. Li Kurdistan, Sûriye, Iraq û welatên din ên herêmê, tevgerên jinan ên berbiçav derketine holê, ku tevî çavkaniyên sînorkirî û şert û mercên dijwar, ji bo hişyarkirina kesên ku ji tundûtûjiyê rizgar bûne dixebitin û piştgiriya psîkolojîk û qanûnî peyda dikin. Rêxistinên civaka sivîl di vê têkoşînê de roleke girîng dilîzin, ew binpêkirinan belge dikin, ji bo jinên rastî îstîsmarê hatine parezgehên ewle peyda dikin û ji bo guhertinên qanûnan ku şîdetê rewa dikin an jî cezayên ji bo sûcdaran sivik dikin, parêzvaniyê dikin. Ev rêxistin her wiha hewl didin ku mêran di rûbirûbûna vê diyardeyê de beşdar bikin, ji ber ku têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, lê berpirsiyariyeke kolektîf e ku wijdanê tevahiya civakê eleqedar dike.

Perwerde bingeha guhertina civakê ye

Aliyên çandî û perwerdehî yên vê pirsgirêkê nayên paşguhkirin. Perwerdehiya ji bo wekheviyê li malê û li dibistanê dest pê dike, ku zarok ji temenê biçûk ve fêr dibin ka çawa bi keç û jinan re têkilî bikin û çawa rûmetê bidin wan. Avakirina hişmendiyek nû ku tundûtûjiyê red dike û baweriya xwe bi hevkariya rastîn di navbera zayendan de tîne, rêya herî girîng a ber bi guhertinek domdar ve ye.

Jina ku her tim sembola comerdî û sebirê bûne, heq dikin ku bi rûmet û rêzdarî werin muamelekirin. Hêzdarkirina wan ne tê wateya pêşbaziya bi mêran re, lê belê avakirina civakek hevseng li ser bingeha edalet û wekheviyê ye. Dema ku jin ewle bin, tevahiya civakê ewle ye û dema ku rûmeta wan tê rêzgirtin, nirxên mirovan geş dibin.

Bangek ji bo şikandina bêdengiyê û avakirina pêşerojê

Roja Navneteweyî ya ji bo Jiholêrakirina tundiya li ser Jinan ji bo rêxistin û kesan wekî bîranînek e ku bêdengî êdî nayê qebûlkirin û hemû şîdeta li ser jinan şîdeta li ser mirovahiyê ye. Ew bangek e ji bo guhertinê, ji bo şikandina astengiya tirsê û ji bo sekinandina li kêleka jinên bêdeng. Ev roj ji bîranînek salane bêtir dimîne, ew pabendbûnek mirovî ya nûkirî ye ji bo piştgiriya jinan di têkoşîna wan a ji bo edalet û wekheviyê de. Jin ne tenê nîvê civakê ne, ew in ku jiyanê xwedî dikin, ava dikin û wate didinê.

Ji bo her jinekê ku li dijî êşê sekiniye û teslîmbûn red kiriye, ji bo her dayikekê ku hêsirên xwe veşart da ku zarokên wê wan nebînin, ji bo her keçekê ku tevî tirs û tariyê jî xewn dibîne. Nefikire ku dengê te qels e, ji ber ku dengê te destpêka guhertinê ye. Bibe hêza ku ronahiyê di dilê neheqiyê de diçîne û serê xwe bilind bike ji ber ku tu azad ji dayik bûyî. Mafê kesî tune ku te bêdeng bike an jî asteng bike. Her tim ji bîr neke ku rûmeta te mafek e û azadiya te ne qenciyek ji kesekî ye, lê belê bingeha hebûna te ye. Ji ber vê yekê, ne tenê ji bo xwe, lê ji bo her jinekê ku derfet nedîtiye bêje “bes e”, têkoşînê bidomînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.