Esma Mistefa/Hesekê
Akademiya Şehîd Zeyneb Sarûxan ya Kongra star bi beşdarbûna 20 endaman ji hemû sazî û dezgehên jin li Kantona Hesekê têkildarî Parêznameya “Civaka Demokratî” de perwerde dibin. Bi taybet li ser têgînên di Parêznameyê de ku gengaz e bên şîrovekirin, bi awayekî meteryal tê destgirtin.
Komîteya Perwerdê ya Kongrs Star li bajarê Hesekê dewreya perwerdê ya bi navê Zeyneb Sarûxan vekiriye. Ev dewre bi tevlîbûna 21 jinan ku wê mehekê li ber xwe bide, hatiye organîzkirin. Ev perwerd li ser asta tevlîbûna berdevk û hevserokên jin e, her wiha perwerde bi zimanê Kurdî tê dayîn.
Meteryalên ku tê de cih digrin ji manîfestoya Civaka Demokratîk e. Madeyên ku li ser wê tên perwerdekirin wiha ne: xweza û wate, xweza û civak, dîroka rojhilata navîn, dîroka Kurdistanê, kapitalizim, rastiya Rêbertî, fesixkirina PKK’ê, sosyalizim, polîtîkkirina hestan, pergala hevserokatiyê, Netewa Demokratîk, dewlet û komîn, Netewa Demokratîk û komîn, hevjiyana azad.
Têkildarî perwerdeyê endamên tevlî perwerdeyê bûne yek ji endamên Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hudirîn Almaz Hemîd û Rêveberiya Kongra Star a Bajarokê Sêgir Dilvîn Hec Hisên ji Rojnameya me re axivîn.
‘Mijar û têgînin ku hatine ziman, bandorê li tevahî aliyan dike’

Almaz bal kişand ser naveroka perwedeyê û wiha bilêv kir: “Ev bû 18 roj in em tevlî vê perwerdeyê bûne, bi taybet ev perwerde li ser parêznameya Rêber Apo ya herî dawî derketiye ye “Civaka Demokratîk”. Dibe ku ji dema ev parêzname derketiye de her kes dixwîne, şîrove dike û li ser perwerde dibin. Lê belê; Di vê perwerdeyê de ji xwendin û şîrovekirin zêdetir, balê dikşîne ser têgînan û mijarên ku Rêbertî xwestiye balê bikşîne ser û bibe pratîk di dema pêş de. Rêbert Apo di parêznameya xwe de gelek mijarên girîng yên ku têkiliya xwe bi pêvajoya heyî re heye, ji dîrokê û heyanî niha dinirxîne û radixe ber hemû cîhanê. Ji lewra divê ew mijar di hemû aliyan de bên destgirtin û nirxandin ku em bi awayekî bikin rêbazê jiyan û xebatên xwe yên demên pêş.
Bê guman ev mijar û têgînin ku hatine ziman, bandorê li tevahî aliyan dike. Ji siyaset û rêxistinbûyîna ku tê meşandin her wiha ya ku wê di dema pêş de divê bê meşandin û kirin de xwedî bandoreke pir mezine. Rêbertî girîngiya xwendin, têgihîştin û pratîkirina van mijaran di roja îro de, pêwîstî pê dîtiye. Rûxmî ku di parêznameyên derketine de jî gelek caran behsa van mijar û xalan kiriye”.
Rêber Apo; Dengeyên cîhanê guherand
Bi domdar Almazê da xuyakirin ku ev perwerde perspektîvên demê ne û divê li gor wê her kes xwe amade bike û got: “Bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” re gelek gavên dîrokî yên di çarçoveya çareserkirian doza Kurd de hatin avêtin. Ev gav û parêznameya ku hatiye derketin, li gorî serdemê û pêvajoyê ji me re perspektîvên demê ne û divê tevahî gelê Kurd xwe di vê çarçoveyê de amade bike û perwerde bibe. Ev pêvajo muhra xwe li dîroka doza Kurd, li Tikriyê û li guhartina dengeyên cîhanê kiriye. rêbertî bi van dahurandina deriyê danûstanin û nîqaşên çareseriya siyasî û dadmendî li pêşiya dewletê vekir. Ji lewra ev perspektîvin ku her kes wê dixwîne û bi rêya vê yekê dikarin pêvajoyê nas bikin û li ser wan bingehan nêz pêvajoyê bibin”.
‘Dibe bingeha avakirina malbat û civakeke saxlem û bi zanist’

Her wiha Dilvîn da zanîn ku ew weke kes û jinek li ser felsefeya Rêber Apo mezin bûye, bo wê ev perwerde şans e û wiha pê de çû: “Cihwaziya vê perwerdeyê ew e ku jin li ser felsefe û bi taybet pêvajoya heyî ya ku Rêber Apo nirxandiye û pêşkêşkiriye ye, di demekê de hatiye birêxistinkirin ku bi rastî pêwîstî heye em çawa nêz pêvajoyê bibin û li gorî wê jin li ser rewşa siyasî û civakî yê herêmê û cîhanê serwext bibe û li gor wê nêz bibe ye.
Tevlîbûna min weke kes û jineke ku li ser felsefe û xeta Rêber Apo mezin bûme, şanseke e. Ji ber wê ez ne weke perwerdeyekî ji rêzê digrim dest û derbasbikime, di dem û wextekî de ye ku bandorê li ser jiyan û xebatê min di nava civak û jiyanê de wê bike. Ji lewra banga min ji hemû jinan re heye yên di mal, xebat, dayîk û pêşengan re heye ku bila xwe perçeyekî ji van perwerdeyan bibînin. Ji be ev ne tenê di kesayeta me ya di nava xebatekî yan kerekî de pêş dixe, di heman demê de dibe bingeha avakirina malbat û civakeke saxlem û bi zanist”.







