Rojnameya Ronahî

Pêngava 1’ê Hezîranê

Farûk SAKIK

Rêberê gelê Kurd Ocalan di 9ê Cotmeha sala 1998’an de ji Rojhilata Navîn derket û di 15ê Sibata 1999an de bi bêbextî radestî Tirkiyeyê kirin. Kurdan ev yek wekî “komploya navneteweyî” binav kirin.

Û li çar aliyê cihanê Kurdan nerazîbûna xwe nîşandan. Grevên birçîbûnê û çalakiyên dagirkirinê jî di nav de cûr be cûr çalakî dihatin lidarxistin.

Li zîndana jî girtiyên siyasî jî dest bi çalakiyan kiribûn. Çalakiya herî bi bandor jî bi şîara “Hûn nikarin Roja Me Tarî Bikin” çalakiyên xwe şewitandinê bû. Ev çalakî û bûyer ber bi şerek Kurd û Tirkan ve diçû.

Ocalan li Îmraliyê di zîndanê de ji bo pêşîgirtina şerê Kurd û tirkan di nav hewldanan de bû. Û biryarda. Pêvajoyek nû. Stratejiyek nû. Agirbestek. Vekişandina gerîla ya ji Bakûr berbi Başûr.

Di destpêkê de ev nêrînê xwe bi nameyek bi berpirsyarên girtîgehan yên wê demê Sabrî Ok re parvekir. Sal derbasbûn Sabrî Ok di hevpeyvînek xwe de wiha behsa wê demê dikir: Berî ku vê nerîna xwe îlan bike, bi nameyek bi mere parvekir û ji me pirsî. Ez û Muzaffer Ayata bihevre bûn. Digot ku ez tiştek wiha digfikirim. Hêzên me bi awayek bi ewlekarî derbasî Başûr bibin. Ji bo pêvajoyek nû ya çareseriyê destpê bike. Ji me pirsdikir hûn çi difikirin. Ez û heval Muzaffer me nîqaş kir û di encam de em jî tevlî vê biryarê bûn. Piştre jî me ev biryara xwe ragîhand serok û pêvajoyê destpêkir”

Piştî ku ev biryar hat dayîn ev stratejiya nû ragîhandin navenda PKKê.

Abdullah Ocalan di nameya xwe da wiha digot: “Ez bang dikim PKKê ku di 1ê Îlonê de dawî li şerê çekdarî bîne û ji bo aştiyê hêzên xwe vekişîne derveyî sînoran. Bi vî awayî ez bawer dikim ku pêşî li riya çareseriya Demokratîk vebibe û pêvajoyek nû ya diyalog û li hevkirinê destpêbike. Ev gav, gavek wisaye ku di demek herî dijwar de tê avêtin. Ji bo vê yekê cihê vekişinê, wek ku berê jî ew der hatibû pêşniyarkirin, Başûrê Kurdistanê ye”

Piştî ku nameya Ocalan gihîşt dest PKKê, civînek giştî li darxistin û biryara vekişandina gerîla hat dayîn. Li gor vê biryarê, ewê gerîla di 2 Tebaxê de ji bakûr vekişiya Başûr. Ji rewşa parastina aktîv ewê derbasî rewşa parastina pasîv bibûna.

Gerîla jî di heman demê de amedekariya şerek mezin dikir. Ev biryar di destpêkê de di nav gerîla de nehat pajirandin, lê dema ku peyama Ocalan gihîşt dest wan bi erênî qebûl kirin.

Dema çalakiya bû. Gel li kolanan de bû û gerîla jî di dema xwe ya herî bi hêz de bû. Lê gerîlayan ev biryara Rêberê Gelê Kurd bi erênî qebûl kiribûn. Û piştî amadekariyek ji bakurê Kurdistan berbi Başûr meşek dane destpêkirin. Rêberê Gelê Kurd Ocalan li Îmraliyê ji bo niyeta xwe û samimiyeta xwe nîşanbide hin xebatên din jî dimeşand.

Rêberê Gelê Kurd ji bo niyeta xwe ya samîmî bide nîşandan banga komên aştiyê kir. Li ser vê yekê komek gerîla ku ji 8 kesan pêk dihat, di 17 Tebaxê de ji şemzînan de derbasî bakûr bûn û koma ku ji 8 kesan pêk dihat jî di 29 Cotmehê de ji Ewropa derbasî Tirkiyeyê bû.

Gerîla dest bi vekişandinê kiribû. Lê operasyonên dewleta tirk nedisekinîn. Di destpêkşê de tixûb hatin girtin. Rêyên ku ewê gerîla derbasbibûna girtin bin kontrolê. Li gelek deveran operayon hebûn û kevînên îmhayê dihatin avêtin. Di encama operasyon û kevînan de nezikî 500 gerîla jiyana xwe ji dest dan.

PKK jî di nav hewldanan de bû ku pêvajoyê bi rayagiştî ya Kurdan bide famkirin. Lê li aliyek jî xebatên xwe yên siyasî di domand. Dest bi xebatên siyaseta demokratîk kiribûn.

Ocalan jî li Îmraliyê her tim peyamên aştiyê dida û ji bo aştiyê nêrînên xwe bi rayagiştîre par vedikir. Zext dida ser rêvebirên dewletê ku ji o çareseriyê bikevin nav hewldanan.

Lê hemû hewldanên wî bê bersiv diman. Li hemberî gerîla di dema vekişandinê de operasyon pêk hatibûn û gelek gerîla hatibûn qetil kirin. Hukûmet dihatin guhertin lê siyaseta wan ya îmha û înkarê dewam dikir. Ev jî dibû seden ku tevgera azadiya Kurdistan li rê û rêbazek din bigere.

Biryardariya PKKê ya ji bo aştiyê û vekişandina gerîla li aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bê bersiv hatibû hiştin. Li gel polîtîkayên tinekirinê yên li dijî tevgera azadiyê, li hemberî gerîla jî operasyonên mezin dihatin kirin. PKK di rewşa agirbestê debû, lê dîsa jî operasyon dihatin kirin. Tevî operasyonên li dijî gerîla, polîtîkayên tunekirin û înkarê yên li hemberî gelê Kurd jî di asta herî bilind de dewam dikir.

Hukûmetên ku li Tirkiyeyê dihatin avakirin, heman konsept didan pêş xwe. Piştî ku didîtin di îmhakirina PKKê de bi sernakevin hukûmetek nû ava dikirin. Ev yek hetanê sala 2002an dewam kir. Ji bo konseptek nû, ji bo îmhakirina tevgera azadiya Kurdistan, bi nave AKP partiyek nû hat avakirin û ev partî di heman sale de bi sere xwe bû hukûmet.

Hukûmeta nû AKP, di demek kurt de bi konseptek nû dest bi êrîşan kir. Di hedefa wan de ne bitenê Gerîla, di hema demê de gel jî hebû. Li kolanên Kurdistan êrîşî welatparêzan kirin. Ji bo qût kirina PKK û gel çi ji dest wan dihat pêkdianîn.

Di sala 2003an de Amerîka li Rojhilata Navîn li Iraqê bû. Cînarê Tirkiyeyê yê nû Amerîka bû. Destûrnameya 1 Adarê ku ji Meclisa Tirkiyeyê derbas nebû, ev yek bû sedema krîzek nû. Hatina Amerîka ya Iraqê bû sedem ku di nav PKKê de hin dengên cûda bilind bibin. Li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdek detpêkiribû. AKP bi konsepta nû dixwest Ocalan, Gel û PKKê ji hev qût bike.

Dem hat û Rêberê Gelê Kurd Ocalan li hember siyaseta dewleta tirk got ku, “ez xwe ji wê pêvajoya aştiyê ku min dabû destpêkirin vedikişînim” Bi parêzerên xwe re peyamek wiha dida.

“Heger ev pêvajo bi pêşve nekeve, dewlet di tunekirinê de israr bike, wê demê hûn jî dikarin bi hêz û bi awayek li ser bingeha rastiyê, parastina xwe ya rewa biparêzin û pêşve bixin. Lê ez dîsa jî hevîdikim ev yek nebe û ev pêvajoya nû di dîrokê de cihê xwe bigire. “

Hemû însiyatîf dabû dest tevgerê. Israra tevgerê ya aştiyê jî bê bersiv dima. Gerîla li rê û rêbazek nû digeriya ku vê konsepta îmhayê bide rawestandin.

Û biryar girtin. Gerîla ewê derbasî merhelaya parastina aktîf bive. HPG di encamên nîqaş û civînan de biryara xwe ya nû eşkere kir. Di 1ê Hezîranê de ewê dewrbasî merhelaya nû bibin.

PKK ji ber polîtîkayên tunekirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk dawî li agirbesta 5 salan anî, dest bi pêngava 1ê Hezîranê kir.

Ev biryara ku ji aliyê HPGê ve hatibû girtin ji aliyê KONGRA-GEL ve jî bi erênî hatibû nirxandin. Li qadên parastina Medya bi daxwiyaniyek çapameniyê ev biryara xwe rayagiştîre parvekirin.

Di demek kurt de gerîla amedadekariyên xwe temam kiribûn û berbi Bakûrê Kurdistan birêketin.

Gerîla di demek kurt de li Bakurê Kurdistan birêxistin bû. Dest bi çalakiyan kir. Li aliyê din jî siyaseta legal pêşve diket û gel jî piştgriyek mezin dida tevgerê. Ev yek rejîma dewleta Tirkiyeyê êrîşkar kir û operasyonên qirkirinê yên siyasî û leşkerî da destpêkirin.

Piştî pêngava 1ê Hezîranê gerîla li Bakûrê Kurdistan dest bi şerê çekdarî kir.

Bi pêngava 1ê Hezîranê re hêzên HPGê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û li dijî pêkanînên tecrîdê yên li hemberî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya “Mafê Parastina Rewa” de gelek çalakî lidar xistin.

Dewleta Tirkiyeyê jî li hember van çalakiyên gerîla, êrîşî gel kir. Partî hatin girtin, xebatên saziyên sivîl hatin asteng kirin. Li her deverên Tirkiyeyê êrîşên lînckirinê destpêkirin.

Di operasyonan de çekên kîmyevî hatin bikaranîn. Di sala 2005an de li herêma başûrê Mûşê gerîlayên HPGê bi çekên kîmyevî hatin qetilkirin.

Dîsa AKP li hember pêngava nû dema ku biserneket hin leyîzkên nû dane destpêkirin. Ji bo ku di nav civakê û rêxistinê de nîfaq çêbike hin kesayetên Kurd bikaranî.

Bi serbest berdana parlementerên DEPê xwest ku di nav civakê xwe wek alîgirê çareseriyê bide nîşandan.

Biryara şer, di wan salan de di aboriya Tirkiyeyê de bû sedema krîzek mezin.

 

Di rewşek wiha de di sala 2008an de hevdîtinên Oslo destpêkirin. Aliyê Kurdan giringiyek mezin didan vê hevdîtinê û ji bo pêvajoya muzekereyan destpêbikin di 13ê Nîsana 2009an de agirbestek din jî îlan kir.

Lê dewletê rojek piştî vê biryarê di 14ê Nîsana 2009an de bi nave doza KCK operasyonên siyasî da destpêkirin û gelek siyasedmedarên Kurd hatin girtin.

Operasyonên leşkerî û tecrîda Îmralî jî dewam kir. Li ser vê yekê carek dina çalakiyên gerîlayan destpêkir.

Dema ku rewş wiha bû Rêberê  Gelê Kurd Ocalan israra xwe ya aştiyê didomand. Banga komên aştiyê kir û li ser daxwaza wî ji Mexmûr, Qandîl û Ewropa komên aştiyê hatin avakirin. Komên ku derbasî Tirkiyeyê bûn, hatin girtin.

Dema hewldanên Ocalan yên aştiyê bê bersiv man di 12ê Tebaxa sala 2012an de got êdî ezê dernakevim hevdîtinan. Ji wê demê ve tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ket qonaxek nû. Û hevdîtinên parêzeran jî hat qedexe kirin.

PKKê li ser vê yekê Şerê Şoreşgerî da destpê kirin. Li zîndanan jî grevên birçîbûnê destpêkirin. Ev çalakiya girtiyan 62 roj dewam kir û di dawî de li ser daxwaza Ocalan dawî li vê çalakiyê hat dayîn.

Dîsa jî operasyonên dewleta Tirk yên siyasî û leşkerî dewam kirin. Wisa ku êdî pêvajo xitimî bû.

Ocalan jî di vê demêde ji bo pêşî li vê pêvajoyê vebike, dest bi hevdîtinan kir. Di encama hin hevdîtinan de Ocalan got ku ewê di Newroza 2013an de daxwiyaniyek bide. Û ew roj hat di 21 Adara 2013an de di Newroza Amedê de peyama Ocalan ya dîrokê hat xwendin.

“Ji serdema berxwedana çekdariyê, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Me ji bo vê gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Ev fedekarî û ev tekoşîn tu yek jî ne belesebep bûn. Kurdan kesayetiya xwe ya cewherî û nasnameya xwe ji nûve bidestxistin. Edî bila çek bê deng bibin. Em hatin wê astê ku hewceye edî fikr û reman û siyaset pêşkeve. Ez îro li hember şahediya milyonan, ku gohdariya min dikin, dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû destpêdike. Çek na, siyaset dê pêşkeve. Edî em hatine merhaleyeke wuha girîn ku hêmanên meyên çekdar xwe vekşînin derveyê tixubê. Ez bawerdikim, yên ku baweriya xwe bimin aninê û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasiyetê pêvajoyê berçav bigrin û heta dawiyê biparêzin. “

Piştî vê peyamê di çareseriya pirsgirêka Kurd ket qonaxek nû.

Gerîlayên tevlî pêngavê 1 Hezîranê bibûn destnîşan kirin, ku wan li dijî polîtîkayên tinekirina gelê Kurd û Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev pêngav kirine.

Dewleta Tirk wê demê bi gotinên “me PKK qedand, me PKK teslîm girt” şerê taybet dida meşandin. Pêngav, di heman demê de bersivek ji bo vî şerê taybet bû. Pêngava 1 hezîranê polîtîkayên dewleta Tirk pûçkir. Bi pêngavê re PKKê gaveke xurt avêt. “ Di roja heyî de, dewleta Tirk fêm kiriye ku bi operasyonên leşkerî nikare PKKê û gelê Kurd tine bike. Rola pêngava 1ê Hezîranê di däroka kurdan de gelekî mezin e. Rolek vê pêngavê ew bû neçar man Rêberê Gelê Kurd re dest bihevdîtinan kirin.