Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cegerxwîn; Dengê civak û gelê xwe bû

14/09/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Cegerxwîn; Dengê civak û gelê xwe bû
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Helbestvanê Kurd yê navdar Cegerxwîn kesayetek azad û welatperwer bû, ji bo doza gelê Kurd gelek kar û xebat da meşandin. Li ser êş û doza gelê Kurd gelek helbest nivîsandin û helbesrtên wî heya îroj di nav civakê de zindî ne.

Helbestvanê Kurd yê navndar Cegerxwîn yek ji girîngtirîn helbestvanê Kurd e. Cegerxwîn li gelek herêman digeriya û hin caran direviya ji ber desthilatdaran, dema ew li herêman digeriya wî êş û azara gelê Kurd didît, ji ber êşa Kurdan wî gelek helbest çêkirin. Ew kesayetek hêja û welatparêz bû, ji bo azadiya gelê Kurdan wî kar û xebat kiriye. Bi helbest û berhêmên xwe yên bi nav û deng bû, herwiha heya roja îro berhemên wî xwedî cihek taybet û girîng in.

Jidayikbûn û Zaroktî

Cegerxwîn, navî wî yê ras Şêxmûs e, di sala 1903’an de li gundê Hesarê hatiye dinê, 11 xuşik û birayê wî hebûn hemû wefat bûn, tenê 3’ê ji wan man; Sêxmûs, Xelîl, Asya. Di sala 1918’an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser dilovaniya xwe. Di sala 1919’an de li gundê Bêdir-Memo dayika wî Eyşan ya heftê salî jî wefat kir. Cegerxwîn demekê li cem xuşk û birayê xwe mabû.

Cegerxwîn, dengê êş û azara gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de, di sala 2003’an de kete sedsaliya xwe de. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, tevlî malbata xwîşka xwe binxet bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921’an de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û bawernameya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cegerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Şair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Sêxmûs lê hate kirin.

Kar û xebatên wî li Sûriyê [Kurdistanê]

Di sala 1920’an de çûye xwendegeha olî û çend salan li ser hev li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.

Di sala 1927’an de bi keça xalê xwe re dizewice û li Amûdê bicih dibin. Di sala 1928’an de xwendina xwe qedand û bawernameya xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û piştî windabûnê bi çend salan hat dîtin lê nehat çapkirin.

Di sala 1937-1938’an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Komelak li bajarê Amûdê ji xortên Kurd re vekirin û komela wan gelek berepêşçû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê gelê Kurd Fernsiyan ew komele girtin. Di sala 1946’an de Cegerxwîn mala xwe ji gund anî bajarê Qamişlo û kete nav pêlên rêzanî, siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr bû.

Di sala 1948’an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949’an de cara yekemîn bû ku Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala 1950’an de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike. Di sala 1954’an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê. Di sala 1957’an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ saz dikin, lê piştî demekê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek. Di sala 1959’an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê beşê kurdî. Di sala 1962’an de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûriya yê, Cegerxwîn tê girtin û piştî demekê tê berdan.

Di sala 1963’an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê piştî demekê tê berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê piştî demek ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê. Di sala 1969’an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav şoreşa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala 1970’î de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûriya yê. Di sala 1973’an de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike. Di sala 1976’an de Cegerxwîn vedigere Sûriya yê û heta sala 1979’an li wir dimîne.

li Siwêdê jiyana xwe ji dest da 

Di sala 1979’an de Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Di 22 Cotmeha 1984’an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn koça xwe ya dawî kir. Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo yê hatiye veşartin. Zarokên wî yên ku li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam.

Hin berhemên Çegerxwîn:

Hawar dikim

Ranabî kes

Sêx û mela

Û pîr û qes

Bi xaç û xist

Û mizgevt û dêrEm xistine

Tora neyêr.

Hawar, hewar

Hawar, hewar !

Van çûçikan

Dexlê me xwar.

Sed camî

Dêr û kenişt

Naqos û bang

Tîr û xişt

Sed lek ji

Tîpên Lemterew

Bi kêr me nayên

Tev derew.

Cegerxwîn bi dil û can hewl dida piştgiriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961’an li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kudiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959 heta sala 1963-an Cegerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êş û jana evînê dinanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweşî û şahiya evînê jî dikirin. Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heşt dîwanên Cegerxwîn yên helbestan hatine weşandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe, bi berhemên xwe Cegerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezindilîst, mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne. Cegerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamişlo borand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22 êlûna sala 1984-an Seydayê Cegerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cegerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin. Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divê ku ew newe ji bîr kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.