Dilîn Ehmed/Qamişlo
Ji ber ku ne her kes beşdarî mîhrîcan û festîvalên hunerî dibin, ciwanê Kurd yê bi navê Rawan Temo, bi armanca zindîkirina çanda Kurdî komeke govendê ji bo şahî û çalakiyan ava kir. Rawan diyar kir ku, bi avêtina vê gavê wê çand û hunera gelê Kurd ya gelêrî di paşerojê de zindî bimîne.
Dîlana gelêrî hunereke ku mîrata welatekî an herêmekê diyar dike û armanca wê ew e ku, çandeke taybet di tevger û muzîka gel de bîne ziman. Lewra civak bi çand û hunera xwe tê naskirin. Koma govendê ya bi navê Arî ku beriya du mehan li bajarê Qamişlo hat avakirin jî, bi vê armncê ku çanda gelê xwe zindî bihêle, dest bi kar û xebata xwe kiriye. Koma Arî ji deh kesan pêk tê, pênc jin û pênc xurtin, ev kom ne tenê beşdarî çalakiyên hunerî dibin, herwiha bi muzîk, dîlan, stran û cilûbergên Kurdî, başdarî şahiyên zewacê jî dibin. Koma Arî yekem koma flklorî Kurdî ya ji bo şahiyên zewacê hatiye avakirin.
Demezrînerê Koma Arî Rawan Mihemed Temo ji rojnameya me re bi berfirehî behsa armanc, kar û xebatên koma xwe kir.
Rawan diyar kir ku ji ber şahiyên zewacê di dama dawî de bandorê li ser civakê dike, xwest ku girîngiyê bide çanda herêmê û di rêya wê re çanda Kurd hîn bêtir zindî bike.
‘Em stranên xêliyên zava careke din zindî dikin’

Rawan Temo wiha axaftina xwe berdewan kir: “Bê gûman gelê Kurd xwedî çandeke dewlemend e, lê ji ber bindestiya bi salan eger gel li çanda xwe xwedî derneketa wê di dema me ye niha de bihate jibîrkirin. Em jî wek ciwanên vê civakê erkê me ye ku em parastina çanda xwe bikin. Di van çend salên dawî de ji ber pêşketina torên civakî, ev yek bala min kişand ku gelê me bi taybetî di şahiyiên zewacê de stran û kevneşopiyên çanda xwe ji bîr dikin. Bi armanca zindîkirina stran û flklorê kurdî ya gelêrî, min koma Arî beriya du mehan ava kir. Em stranên berê yê ku xêliyê zava digotin, dîlan û muzîka xwe di şahiyên zewacê de pêşkêş dikin.“
‘Em ji kêfxweşiya mêvanan moral digirin’
Li ser beşdarbûna wan ya yekê di şehiyê de Rawan Temo wiha bi lêv kir: “Tevî ku ev du mehin me koma xwe avakiriye, lê beşdarbûna me ya yekê di şahiya zewacê de li bajrê Qamişlo beriyê çend rojan bû. Bi rastî ez bi xwe li kêfxweşî û hestên mêvana mam matmayî. Di çavên wan de hezkirin û kêfxweşî diyar bû. Em jî bi vê yekê pir kêfxweşbûn, lewra armanca me ev bû ku, gelê me di demên wiha de ku roj bi roj cîhan pêşdikeve, li çanda xwe vegerin û di hemû şahiyan de roleke girîng bidin flklorê xwe. Çimkî çand nasnameya civakê ye.“
‘Her bajarek xwedî govend û stranên taybet e’
Rawan diyar kir ku ew, ji bo şahiyên zewacê stran, dîlan û govendê ji her çar perçeyên Kurdistanê pêşkêş dikin. Herwiha ew helbestên kevin bi kar tînin lê bi muzîkeke nû. Rawan wiha got; “Ji bo ku beşdar jî bi me re kêfê bikin, em pranî lêkolînê li ser stranên herî kevin dikin, lê bi muzîkek nû ku nifşên niha jê hez bikin. Bi vî rengî wê çanda me neyê jibîrkirin û têkeve dilê ciwanan de. Her bajarek li gorî wê em xwe amade dikin. Mînak stranên şahiyên zewacê yê bajarê Qamişlo ne wekî yê bajarê Dêrikê ye, yê Dêriyê ne wekî yê bajarê Dirbêsiyê ye. Li gorî çanda her bajarî em stranên xwe hilldibijêrin.“
‘Ji bo pêkanîna armnacê kar û xebat pêwîst e’
Li ser zehmetiyê ku di avakirina komê de hatin kişand û peydekirina amûran Rawan Miheme Temo axaftina xwe bidawî kir: “Min ji zû ve dixwest ku vê komê ava bikim, lê ji ber derfetên min yên madî kêm bûn me zehmetî kişand. Lê ji ber ez û rêhevalên min yê komê bi îsrar bûn, em flklora xwe tevlî şahiyan û çalakiyên çandî bikin, me pereyên ku qezenc dikir, her yek ji me dibû alîkar bi kirîna amûr û cilûbergan. Bi vî awayî me koma xwe ava kir û gihiştin armnca xwe. Di perwerdekirina li ser dîlan û stranan em ti zehmetiyan nakişînin, lewra em endamên komê, ev çend salên di navenda çand û huner de dixebitin. Lê ji ber ku ev tecrûbeye yekê ye ku jin tevlî govenda şahiyên zewacê de bibin, hinkî me zehmetî kişand heta ku malbat derfet dane me. Lê di nerîna min de piştî lidarxistina Şoreşê yêdî jin jî di hemû qadên civakê de bûye xwedî roleke girîng û nerîna civakê ya neyînî bi xebata xwe ji holê rakiriye. Banga min jî ji gelê Kurd bi taybetî gelê Rojava re ew e ku, di hemû şahiyan de di hemû çalkiyan de, girîngiyê bidin çand û hunera xwe da ku neyê jibîrkirin, lewra em bi çanda xwe ya giranbuha tên naskirin.“
‘Qada ku rengê jinê tê de hebe, ew qad balkêş û taybettir e’

Aferîn Ebdullah jî ku yek ji endama vê komê ye li ser tevlîbûna xwe axivî û wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku ez tevlî koma govendê dibin, ji ber ku ev çar salên min ez di navenda çand û huner de di beşê govendê de cihê xwe digirim. Lê tecrûbeya min û ya hevlên minî yekê ku em tevlî şahiyê zewacê dibin. Tevlîbûna me û erêkirina me ji bo vê projeyê, yek jê ji hezkirina me ji çanda me re ye, ya din jî armanca me ya zindîkirina çanda me ye. Ev proje jî wê bihêle ku çanda gelêrî de di nava nafşên nû de zindî bimîne.“
‘Divê em bi xebata xwe nerîna neyinî li ser jinê ji holê rakin’
Aferîn diyar kir ku malbata wê jî bi vê biryara wê re alîkar bûn û ti astengê dernexistin pêşiya wê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bê gûman ne hemû malbat bi vê yekê re ne ku keçên wan tevlî karê çand û hunerê bibin bi taybetî govend. Sedema vê yekê jî piranî ji mejiyê mêr tê. Mirov dikare vê yekê jî bêje ku di civakê de li ser jinan du nerîn hene, yek jê hebûna jinê di hemû qadên civakê de girîn û pêwîst dibînin, nerîîna din jî wek şerm dibînin ku jin li pêşiya mirovan dîlanê bigire. Lê wekî malbata min ji bo tevlîbûna min ya vî karî herwiha ya vê projeya koma Arî, ti astenê dernexitin hole berovajî wê, wan jî hezkirina xwe ji vê projeyê anîn ziman. Lê mixabin hin hevalên min hene ji ber şerma wan ya ji civakê herwiha ji ber ne erêkirina malbatê, nikarî tevlî me bibin.“
‘Divê em girîngiyê bidin çanda xwe lewra ew nasnameye’
Aferîn Ebdullah wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ji bo ku çanda me ye dewlemend di demeke wiha de ku cîhan tev tê guhertin, neyê ji bîrkirin ya herî girîng û pêwîst xwedîderketina li çand û hunera gel e. Lewra ew nasnameya civakê ye. Em jî weke koma Arî bi coşeke mezin bi cilûbergên xwe yên Kurdî, bi hemû enerjiya xwe beşdarî şahiyan dibin ta ku çanda me di dil û mejiyên zarokên me de her wiha li cîhanê tev jî were belavkirin. Di nerîna min de gereke gelek komên bi vî rengî werin avakirin, lewra projeyên bi vî rengî her tim serkeftîne. Ji ber ku armanca wan pêşketina çanda civakê ye.“






