Dilîn Ehmed/Qamişlo
Selma Yûsif bi tayên hirî yên nazik, pêlîstokên biçûk çêdike û di çêkirina wan de ji xwe re cîhaneke bêdeng û hêsan hilbijartiye. Ew bi çêkirina pêlîstokan cîhana xwe bi gelek rengan dixemilîne.
Ji nava qerebalixa cîhanê Selma Yûsif ya 28 salî bi çêkirina cil û pêlîstokên zarokan, ji xwe re bi tayên hirî yê rengarenga, cîhaneke taybet bê deng û hêsan hilbijartiyê. Di destpêkê de ev karê wê yê desta bi demê re bû mîna dirûvaniya nerm. Ew bebekên piçûk û pêlîstokên ku dişibin karekterên kartonên hezkirî yên mîna SpongeBob, kîvroşk, beq û kesayetiyên din ên şîrîn de bû afrîner.
Ji hezkirina wê ya zêde ji vî karî re hewceyî perwerdeyan ne bû

Selma Yûsif ji rojnameya me re wiha behsa destpêkirina xwe ya karê li ser tayê hirî kir û wiha got: “Ev sê sal derbas bûn ku min dest bi vê planê kir, ku ji hezkirineke hêsan ya tiştên bi destan hatine çêkirin çêbû, lê bi saya medya civakî û bi temaşekirina vîdeoyan min dest bi hînbûna vê hunerê kir ez tevlî ti perwerdeyan jî nebûm. Her tiştê ku ez bixazim çêbikim, ez ji înternetê xwe hîn dikim. Di destpêkê de tenê ezmûnek bû ku heta ez bi ser neketim çend caran têk çû, lê bi demê re ev kar ji bo min bû perçeyek ji roja min û ya bala min kişand ew bû ku yêdî ez nema dikarim dev jê berdim.”
‘Ez rehetiya xwe di afrandina karê xwe de dibînim’
Selma li ser hilbijartina xwe ya çêkirina tiştan bi tayê hirî wiha anî ziman: “Piraniya xebata min li ser çêkirina mîdalyayên biçûk û bebikên hirî ye ku karekterên kartonên hezkirî yên ku ji hêla keçan ve tên xwestin, bû. Lewra xebata van pêlîstokên piçûk ya pratîk hêsan e. Ez dikarim di nava du saetan de, çêkirina pêlîstokekê biqedînim. Ev yek ji bo min jî hêsane lewra ez sibehê dixebitim, lê gava ez vedigerim malê, ez rihetiya xwe ya rastîn di afrandina bi hirî dibînim.”
Armnaca wê ji çêkirina perçeyan ne qezenckirina pereyên zêdeye, biqasî hezkirina wê jê re ye
Bi qasî ku Salma, dixwaze parçeyên ku destdaneke taybet hildigire biafirîne, ew qasî hewl nade ku hejmareke mezin hilberîne. Her bebeka ku ew çêdike, bi hezkirin dihûnîne û dikeve dilê xwediyê xwe de. Ji ber vê sedemê, daxwazên keçan zêde bûne, ji ber ku dizanin her perçeyek çîrokeke wê biçûk heye û bi hezkirin hatiye çêkirin. Ji ber ku armanca Selma ne qezenckirina pereyên zêde ye tevî ku karê desta ne karekî hêsane, lê ji ber hezkirina wê jê re her pêlîstokekî ji deh hezarê lîreyên Sûriyê derbas nake û ew jî wan difiroşe dikaneke pîşeyên destan ya nêzî nexweşxaneya Ferman ya bajarê Qamişlo. Lê buhayên parçeyên mezintir li gorî dem û zehmetiyan digihîje zêdetirî 500 hezar lîreyên Sûriyeyê.
Di peydekirina hin cureyên hirî de zehmetiyan dikşîne
Selma Yûsif diyar kir ku tişta li pêşiya wê dibe asteng, peydekirina hin tayên hirî û rengê ku ew dixwaze. Selma wiha got; “Zehmetiyên ku carnan tê pêşiya min ew e ku, ez daxwaziya xwe ya cureyên hiriyê û rengê li bazaran peyda nabin. Carinan bi rojan li cureyeke taybet digerim mîna ku mirov li xezîneyê digere. Lê belê ev yek nahêle ku ez dev ji karê berdim, perovajî wê ez bi îsrasrtir dibim ku bibim afirînerên tiştên nû.”
Ji dem buhertinê bû heskirineke ji dil û afrandin
Ji bo Salma, hirî ne tenê bûye jêhatiyek, ew niha bi çêkirina cil û pêlîstokan ji xwe kiriye mîne bêhnvedanê ji cîhaneke ku ji dengê jiyanê direve. Wê bi van gotinan pênase dike: “Dema ku ez dest bi kar dikim, ez her tiştî ji bîr dikim. Ez wisa hîs dikim ku li cîhaneke din a tijî reng dijîm. Îro piştî xebata sê salan û jêhatiyê ji dembuhertinê zêdetir dibînim. Lewra karê min yê çêkirina tiştan bi tayê hirî, ji bo min bûye projeyeke biçûk ku xeyalên mezin pêk tinin. Ez gihiştime wê baweriyê ku dema mirov li ser tiştên ku jê hez dikin bixebite, bê gûman wê bigihêje armanca xwe û têkeve wê baweriyê ku tiştên ji dil tê çêkirin, di dilê mirovên derdorê jî cihekî taybet digire.”






