Can Yûsif
Helbestvan Ehmed Şêx Salih Çavkaniyeke ava wê qet namiçiqe û çiraxeke ronahiya wê qet venamire. Wêjeya Kurdî rolek girîng lehîst di tevgera rizgariya neteweyî ya gelê Kurd de, ew amûrek bû ji bo belavkirina hişmendiya neteweyî û çandî di nav gelê kurd de, û herwiha amrazek bû ji bo xurtkirina nasnameya neteweya gelê kurd û di heman demê de, ew bû çavkaniyek ji bo îfadekirina xewn, hêvî û daxwazên neteweyî yên gelê kurd û derbirîna êş û azarên wan û herwiha ew bû navgînek hêzdar ji bo parastin û pêşxistina çand, ziman û nasnameya neteweyî ya kurdî.
Bi rêya nivîskarên kurd, dîrok û çanda gelê kurd hat belgekirin û hişmendiya neteweyî di nav gelê kurd de hate xurtkirin. Herwiha mîrasa çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî, tevî ewqas salan ji çewisandin, polîtîkên zordestî, dûrxistin, qirkirina neteweyî û nepênasîna hebûna gelê kurd ku ji hila hikûmetên dagirkerên Kurdistanê ve hate parastin. Nivîskar û helbestvanên Kurd bûne mîna lehengên azadiyê û parastvanên nasnameya neteweyî, çandî û dîrokî ya gelê kurd, helbestvanê kurd Ehmed Şêx Salih yek ji wan helbestvanên kurd yên neteweyî û hevdem tê hesibandin ku xebatên xwe yên wêjeyî û candî terxan kirîn ji bo xurtkirina çand, ziman û dîroka kurdî û parastina nasnameya neteweyî û siyasî ya kurdî di riya helbest û nivîsarên xwe yên wêjeyî û çandî.
Ehmed Şêx Salih di sala 1935’an de li gundê Endîwerê yê girêdayî bajarê Dêrik ji dayîk û bavek kurd (Şêx Salih û Ayşe) hatiye dinyayê. Di nav malbatek kurdperwer, welatparêz, kedkar, bawermend û rewşenbîr de mezin bû, ku girêdayî bi nirxên kurdayetî û evîndarê azadî û aştî yê. Malbatek ku ji çar kesan pêk dihat ( du keç (Emîne û Fitma) û du kur (Ehmed û Mihemed). Wî zaroktiya xwe di himbêza xwezaya Kurdistanê de, li ser sêlaka qeraxên çemê Dîcle û kenarê ava Seqlanê Meman û di navbera kavilên Minarok û Aşê Çep û gundê Xwarê, li ser pêmayên Berê Zingil û Qijle û li bin sîberên darên tûyên li Kanîya Xeyda û Nawala Koştîy û li ser kevanên Pira Bafit ya kevnare derbas kiriye, ew li ber xuşxuşa pelên darên Hinar û Hejîr û wêşiyên dêliyên tiryên dehla Endîwerê mezin bûye.
Li wir giyanê wî li ser bedewiya ziman û xweşikbûna xwezayê vebû, û hişmendiya wî ya edebî û çandî hate avakirin û hinêra wî destpêkir, li ber awazên xumxuma pêlên ava çemê Dîcleyê û sirûdên xuşîna ava Kanîya Qulteyîn û pestînên vedenga bayên ku ji Çiyayê Cûdîyê bilind tête ku asîmanan himbêz dike.
Wî fêrbûnên xwe ya destpêkê li ber destê olarên kurd girtin, piştre wî dibistana seretayî li bajarê Dêrikê xwend, ku li wir wî bawernameya “sertîfîka” bi dest xist (bawernameya seretayî), piştî vê, ew bû yekem mamostayê fermî yê li gundê Eyndîwerê û evê yekê hişt ku ew bibe kesayetek navdar yê perwerdehiyê li herêma xwe. Meylên wî yên wêjeyî û çandî û hezkirina wî ji nivîsandin û helbestê re destpêkir dema ku ew hîn di ciwaniya xwe de bû, di bin bandora şoreşên kurdî, bavê manewî yê kurdan”Mela Mustefa Barzanî”û helbestên Mela Ehmedê Cizîrî û Ehmedê Xanî, û stranên helbestên dînî. Ehmed Şêx Salih helbest nivîsand bi zimanên kurdî û erebî, di helbestên wî de bedewiya vegotinê û kûrahiya wateyan diyardikin ku di dilên xwendekaran de şopa ku hiştîn nayê jibîrkirin.
Helbestên wî di hilbijartina gotinan û bedewiya vegotinê de xuyane û helbestên wî gelek mijaran digrin nava xwe mîna (welat, berxwedan, mirov û nasname, hezkirina welat û azadî, xemgînî û trajediya, evîn û jiyan) Wî mîrateyek helbestî ya dewlemend ji bo wêjeya kurdî hişt û di heman demê de hatibû nasîn ji hêla beşdariyên xwe yên wêjeyî û siyasî ve ku bandorek kûr li ser çanda kurdî li pey xwe hişt .
Wî li ser xwezaya Kurdistanê û bedewiya wê, li ser çiyayên Kurdistanê û bilindahiya wan, li ser Şoreşa Îlon û qehremanên wê, li ser xem û êşên kurdan, li ser pêşmerge û serokên wan, li ser evîna welat û buharên wê, li ser azadî û serxwebûna welat, li ser sembol û ala Kurdistanê nivîsandiye. Ew beşdarî gelek şevbuhêrkên wêjeyî û festîvalên çandî, çi li ser asta kurdistanî an jî welatê Erebî bûye. Helbest ji bo wî ne tenê gotinên derbasbûyî û bêwate ne; derketiyê holê, lê hestekî germ û kûr e derbasî dil û giyan dibe û hişê mirovan bi bedewiya xwe tije dike û hestekî bi hêvî û ronahî ku tucaran navemire dide mirov, ev hemû di helbestên helbestvan Ehmed Şêx Salih de tên dîtin.
Ew tê nasîn wekî helbestvanekî afrîner û sembola helbestvanan, penahê peyvanên bedew û hestên bilind, helbest ji wî fêr dibe wateya afrandinê, peyvên wî tîrêjên roja zêrîn xêz dikin, da ku ji nav kûrahiya hestên nazik, dersên bedew bigrin, Ehmed Şêx Salih tê nasîn bi hilberîya helbestê ya ku hevrêziyê dike di navbera kevneşopî û nûjeniyê de. Hinêra wî ya wêjeyî tenê bi nivîsandina helbestê re sînordar nema, lê wî gelek gotar û lêkolînên edebî li gelek platformên (menberên) çandî, rojname û kovarên edebî nivîsandin, ew pir jêhatî bû bikaranîna rêzbend û kêşê de, ku vê yekê hevrêzîyek taybet û balkêşîk li helbestên wî zêde kir.
Ew di hilbijartina pêlawazan de pir baldar bû, vê yekê alîkarî dikir di nîşandana bedewiya zimanê kurdî de û di afrandina rîtmek taybet di helbestên xwe de, evê hişt ku helbestên wî di demên dirêj de bimînin wek yek ji şaheserên wêjeya kurdî, ku tê de derbirîna hestên evînê û êşên dûrbînê, hesreta hevalan û evîna welat têne îfade kirin, wî di warê helbesta kurdî de bi helbestên xwe yên ciwan ên ku diyarin bi kûrahiya wateyan û bedewiya peyvan, bandorek bêhempa li dû xwe hişt, ji helbestên wî yên navdar:
1-Xortên Melê ne
2- Şiyarbûm konê reş xweya kir
3-Cana min cana min
4-Sirûda Pêşmerge
5- Kurdistan
6-Şoreşa Gulanê ya Serketî
7-Barzanî
8-Rêbaza Yekîtî
9- Şoreşa Îlonê ya Mezin
10-Şoreşa pak û nehîn û ji helbestên wî yên bi zimanê Erebî yên ku hema her gav di nav gundiyên Eyndîwerê de têne xwendin û dubarekirin, yên herî navdar evin:
1- Gundê me Bûka gundaye
2-Şoreşa Sor
Ew tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûrîyayê bûye ji destpêka damezrandina wê ve di sala 1957’an ve, piştî sê salan, ew bi komek têkoşerên kurd re, mîna ( Osman Sebrî û D.r Norden Zaza) di sala 1960’an li bajarê Helebê ji hêla hukumeta Sûrîyê ve hat girtin û ew hate veguhastin ji bona zindana Mezê li Şamê, li wir ew rastî işkenceyek hovane ku hişê mirov nakşînê hat. Ji ber helwestên xwe yên siyasî û neteweyî yên wêrek û çalakiyên netewî û wêjeyî, ew bû armanca şopandinê ji aliyê dozgeriya ewlehiyê ve û bi dehan car ji hêla rayedarên rejîma Sûrî ve hat girtin.
Ji nav berhemên herî girîng yên wî, di sala 2015’an de wî dîwana helbestê bi navê “Asoma Girtinhevê” belav kir. Ku bi awayên herî bedew, gotinên wê hatine verêstin û peyvên wê hatine hilbijartin wekî ku zêr ji kûrahiyên deryayê têne neqandin, rûpelên jiyanê diafirîn, tê de felsefeya desthilatdarî û rêveberiyê, dersên şer û aştiyê û nehînîya hebûna mirovan eşkere dibin, heya ku gotinên wî bûne cihnîş ji bo ramanê ronakbîrî, ku şefeq didin li pêşiya her kesên ku li ronahîyê digerin di kûrahiya serdeman de.
Gelek hunermendên mezin ên Kurd ji helbestên wî strandine, bi taybetî jî:
Hunermend Mihemed Şêxo gelek helbestên wî yên ku ji hêla kûrahiya xwe ya hestyarî û welatparêz ve têne zanîn, gotiye, ên navdar ji wan helbestên evin: Şiyarbûm, konê reş xwe yakir(Piştî mirina kurê xwe AbdulXifar di sala 1984’an nivîsandiye.
“Cana min, cana min”
Xortên Melê ne (Ev li ser pêşmerge Mele Mustefa nivîsandiye.
-Seyîd Gabarî û him Karwan Kamil û hin hunermendên kurd yên din jî gelek helbestên wî awaz ji wan çêkirin û strandine ..Ev stranên han ji karên navdar têne hesibandin ku ruhê neteweyî û nasnameya çandî ya kurdî di wan de têne xuya kirin û alîkar bûn di bilindkirina cihê helbestvan Mele Ehmed Şêx Salih de wek yek ji stûnên wêjeya kurdî ya hevdem. Di sala 2015’an de, peymangeha Bedirxan ya Zimanê Kurdî ew bi bawernameya rêzgirtinê xelat kir. Di sala 2016’ê de jî, wî xelata salane ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê ya Sûriyê wergirt, wekî rêzgirtinek ji bo xebatên wî li qada ziman û edebiyata kurdî. Ew di 22’ê Cotmeha 2017’an de li nexweşxaneya Şar a li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, di temenê 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ew li cihê jê dayikbûyî bi amedebûna girseyek mezin ji Rewşenbîr û xelkên herêma Dêrikê hate oxir kirin, wî wesyet kirbû ku kes li ser gora wî tu axaftin û helbestên şînbariyê nebêje.
Helbestvan Ehmed Şêx Salih di nava bêdengiyê de hate oxirkirin, li pişt xwe valehîyek hişt ku nayê dagirtin û birînek kûr hêla xwîn her jê tê rêtin, wî êşek mezin di dilê hezkiriyên xwe de hişt, ewê bimîne sembola neteweyî ya dayîn û dilsoziyê.
Ehmed Şêx Salih yek ji kesayetiyên torevanî yê herî diyare di Rojavayê Kurdistanê de û ji navdartirîn helbestvanên kurd yên hemdem û klasîkî tê zanîn, helbestên wî bi şêwazê klasîk û zimanekî bi hêz û xurt hatine nivîsandin. Wî li dû xwe mîrateyek edebî ya dewlemend a helbest û wêjeyê hişt û roleke girîng di dewlemendkirina wêje û çanda kurdî de lehîst bi riya kar û beşdariyên xwe yên torevanî, rewşenbîr û ramyarî.
Tevî ku gelek ji helbestên wî nehatine komkirin di dîwanên weşandî de, û gelek ji wan di bin axê de riziyane û hin ji wan di tarîya şevên reş de hatine şewitandin ji tirsa lêgerîn û şopandinê ji hêla desthilatdariya ewlekariya Sûriyê ve, lê her wisa bandora wî ya edebî hîn jî di bîra çandî ya kurdî de dijî. Ehmed Şêx Salih dê her dem bimîne di dil û bîra gelê Kurd û hezkêrên wêjeya kurdî û erebî de, mîrasê wî yê edebî û siyasî dê berdewam bike di ilhama nifşên nû û dewlemendkirina mîrateya çandî ya kurdî de.
Helbestvan Ehmed ne tenê helbestvanek neteweyî an jê zanyarek olî bû, lê ew çemekî diherikî ji zanistê û çavkaniyek bû ji zanînê ku qet tucaran zuha nabe,wî sinorên cih û deman derbaskir, ew avdide hişê nifşan mîna ku cobarên avê avdidin xaka tîbûyî, di gotinên wî de jiyan diafire, di rehwanbêjiya (belageta) wî de qanûn jê diherike, û di tîpên wî de nasnameya netewe jê diçirise .Ji bo giyanê wî yê pak serbilindî û mandarî
Ji bo mîrateya wî ya tekoşînî, wêjeyî û çandî mayînde û domdarî.






