Ayşa Silêman/ Dêrik
Endama Komîta Amadekar A Fstîvala Zarokan Roken Mihemend diyar kir ku Armanca wan ji festîvalê parastina çanda gelên herêmê li ser bingeha pergala Netewa Demokratîk e
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, bi tevkariya Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê 10’emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Zarokan li dar dixe. 10’emîn Mihrîcana Zarokan îsal bi dirûşmeya “Min destê xwe da destên zarokan, wan ez gihandim azadiya asîmanan” tê lidar xistin.
10’emîn Festîvala Zarokan ku li bajarê Rimêlan tê lidarxistin li ser 3 rojan hatiye dabeşkirin, di van rojan de çalakiyên cûr bi cûr lidar ketin û hîn jî berdewamin. Tê de 28 komên Zarokan ku ji govend, mozîk, şano û keretê tevlî vê festîvalê bûn. Herwiha bi dehan zarokên wênesaz tevlî vê festîvalê bûne, him tabloyên xwe pêşkêş dikin him zindî li wir ji nû ve tabloyan xêz dikin.
Di derbarê li darxistin 10‘emîn Festîvala Zarokan Komîta Amadekar Roken Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

10’emîn Festîvala Zarokan
Roken Mihemed da zanîn ku ji bo vê festîvalê beriya du mehan komîteyeke hevbeş ji Hîlala Zêrîn û Tev Çandê hat hilbijartin û wiha got: “Li gorî rih û pedekojiya zarokan şert û mercên festîvalê hatin derxistin û li seranserî navendan hazirî hatin kirin. Di 5’ê Tebaxê de me derî ji bo pêşwaziya zarokan girt da ku em dest bi perwerde kirina zarokan bikin li ser pirogiramê festîvalê. Di 15’ê Tebaxê de me dest bi şopandina asta kantona Qamişlo kir, ji 60 komî me 28 kom ji govend, mozîk, şano û keretê hilbijartin, di heman demê de hin kesayet hebûn him karên desta him wêne xêz dikirin da ku di festîvalê de pêşkêş bikin. Me xwest em komên ku asta wan baş be hilbijêrin.”
‘Zarokan ev festîval diyarî Rêber Apo kirin’
Roken Mihemed axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Ev festîval di bin dirûşmeya ‘Min Destê xwe Da Destên Zarokan, Wan Ez Gihandim Azadiya Asîmanan’ ev yek me ji nameya Rêber Apo derxist ku ji bo zarokan hatibû rêkirin. Di 1’ê Îlonê de roja Aşitiya Cîhanî de me festîval li dar xist, her sal wek vê rojê festîval ji bo zarokan li dar dikeve, ji ber ku em dibêjin zarok pêşeroja me ne. Îsal jî li ser 3 rojan wê festîval li dar bikeve, di roja yekem de bidaxuyaniyekî dest pê kir ku têde xwesteka zarokan ew bû ku vê festîvalê diyarî Rêber Apo dikin û pêwîst e çawa mafê zarokan were parastin. Piştî daxuyanî bidawî bû êdî me dest bi bernameya xwe kir, destpêkê komîta amadekar axivî, paşê nameya Rêber Apo bi dengê zarokan hat xwendin. Di heman demê de sinifizyonek li ser her 9 festîvalên ku li dar ketî hatibû çêkirin û ji haziran re hat pêşkêş kirin. Êdî zarokan dest bi bernameyên xwe yên hunerî kirin.”
Vêjînkirina rihê resen
Roken Mihemed axaftinên xwe domandin û wiha got: “Cûdabûna vê festîvalê ji yên borî ew ku di vê festîvalê de zindî wêne tên xêzkirin û pêşkêş kirin. Di heman demê de ji ber ku kapîtalîzim û teknîkê bandor li hişmendiya zarokan kiriye û ew ji xwezaya wan dûr xistine, me xwest em di vê festîvalê de wî rihê kevnar vejîn bikin, lewma me ji xwarina dehnûkê ve dest pê kir him jî lîstokên ku berê li kolana dihatin lêstin me ew jî xist bernameya xwe de. Li kêlek wê jî me lîstoka şetrenc jî ji bo zarokan amade kir da ku zarok hişê xwe bikar bînin. Armanca me ji vê vestîvalê ew e ku çanda kurdî were parastin, çanda Netewa Demokratîk di nav hemû netewan de were rûniştin. Her wiha ev festîval dijberî yek al yek çand û yek netewe, me xwest em di mejiyê zarokan de biçînin ku hemû netewên herêmê wê bi rengê Netewa Demokrat vê festîvalê pêşkêş bikin. Di heman demê de ji bo teşwîqkirina zanista zarokan me hin pirs amade kirin, zarokên ku bersivê bidin wê xelatê werbigirin. Di dawiya festîvalê de jî zarokên ku di 28 koman de hijmara wan nêzî 600 zarokî ye bi boneya vebûna dibistanê wê amûrên dibistanê li wan werin belav kirin.”






