Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me parastina resentiya mirov e’

03/09/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Armanca me parastina resentiya mirov e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Endamê Hunergiha Welat Xoşman Qado diyar kir ku navê kilîpa wan a nû Kerwan e, kilîp jî bi rengê filiklora Kurdî ya bajarê Şedadê ye û got: “Armanca me parastina resentiya mirov e.”  

Hunergeha Welat kilîpeke nû bi navê Kerwan çêkirî ye, herwiha amedekariya kilîpê heta mihekê dem xar. Kilîp jî bi rengekî filiklora bajarê Şedadê ye û di nava kilîpê de zêdetirî 30 kesî cihê xwe giritin. Di heman demê de, armanca ew e ku çi qasî nûjentî bandorê li ser raman, hizir û tevgera me ya rojane bike, lê mijara resentiyê hebûna mirov û gel diparêz e. Di derbarê mijarê de endamê Hunergiha Welat Xoşman Qado ji Rojnameya me re axivî.

‘Kilîp bi rengê filiklora Kurdî ya bajarê Şedadê ye’

Xoşman Qado da zanîn ku navê kilîpa wan a nû bi navê Kerwan e, kilîp jî bi rengê filiklora Kurdî ya bajarê Şedadê ye û wiha got: “ Gelek hunermedan kilîpa Kerwan gotî ye, lê me ev kilîp ji hunermend Îdoyê Kotî girtî ye. Herwiha me ev Kilîpa bi navê kerwan diyarî giyanî wî kir. Me xwest ku vê kilpê bi rengekî nûjen pêşkêş civakê bikin. Armanca ew e ku çi qasî nûjentî bandorê li ser raman, hizir û tevgera me ya rojane bike, lê mijara resentiyê hebûna mirov û gel diparêz e.”

‘Kilîp bi dengê hunermeda Kurd Sîdar Ibrahîm hate gotin’

Qado anî ziman ku kilîp bi dengê hunermeda Kurd Sîdar Ibrahîm hate gotin û wiha pê de çû: “ Amedekariya berhemê jî Şêro Hindî Berazî pê rabû, herwiha derhenertiya kar Mihemd Mûsa pê rabû. Di heman demê de, amedekariya muzîkê bi giştî Hunergiha Welat pê rabû, lewma ji aliyê Hûnergiha Welat ve pilana vê kilîpê hate kirin. Amedekariyên kilîpê jî heta mihekê dem xar.”

‘Di nava kilîpê de zêdetirî 30 kesî cihê xwe girtin’

Xoşman Qado eşker kir ku di nava kilîpê de zêdetirî 30 kesî cihê xwe girtin û wiha berdewam kir: “Ev kilîp jî yek ji karê me yê di hundirê rêzeçalakiyên pirojeyekê ye. Ev piroje  jî, pirojeya vejîn û vejandina stranên gelîrî, hem jî filiklor û dengbêjiya Kurdî ye. Armanca ji pirojeyê zindîkirina stranên gelêrî, filiklor û dengbêjiya Kurdî ye. Herwiha mebesta me ya bingehî ew ku filiklor û dengbêjiya Kurdî bi nifşên nû re bidin pejirandin.”

Endamê Hunergiha Welat Xoşman Qado axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e ku em çawa rûbereke hunerî ava bikin, di hundirê wê rûberê de xalên afrînêr û hem jî kesên berhemner hebin. Di heman demê de, da ku em karibin di hundirê kesên ku hunerî temaşe û guhdar dikin, hest û hizrî wî teşwîq bikin. Da ku ew kes karîbin bi rengekî rexenegerî  keseyeta xwe ava bike û hem jî di nava civakê de aktîv bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.