Hemza Sêvo/ Qamişlo
15’ê Îlûnê de wê Mehrecana Heftemîn ya Şehîd Ronahî Bawer a Govendê, li dar bikeve, hevserokê TEV-ÇAND Xelîl Tehlo destnîşan kir ku wê zêdeyî 20 komên govendê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî Mehrecana Şehîd Ronahî Bawer tevlî bibin.
TEV-ÇAND bi hevkariya Komîna Dîlanê amadekariyên xwe ji bo lidarxistina Mehrecana Heftemîn ya Şehîd Ronahî Bawer a Govendê, dike.
Herwiha bi durşmeya “Her dîlanek çîrokeke û her çîrokek dîrokeke” wê mehrecan bi şêweyekî folklorî li pêş Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê bi kariwanekî hespan li gel kêliyên hunerî dest pê bike û heya Parka Azadî berdewam bike.
Mehrecan wê di 15’ê Îlûnê de were destpêkirin, wê bi du rojan bidome, derbarê heman mijarê hevserokê TEV-ÇAND, Xelîl Tehlo ji rojnameya me re axivî.
‘Wê zêdeyî 20 kom tevlî mehrîcanê bibin’

Xelîl Tehlo destnîşan kir ku wê zêdeyî 20 komên govendê tevlî Mehrecana Şehîd Ronahî Bawer tevlî bibin û wiha got: “Di vê mehrecanê de wê zêdeyî 20 komên dîlanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê beşdar bibin. Armanca TEV-Çandê ew bû ku ser asta Sûriyê, hem jî tevahiya Kurdistanê jî kom mtevlî bibin, lê ji ber hin astengiyan dibe ku nikarbin amade bibin. Komên Bakur û yên Rojhilatê Kurdistanê dixwazin tevlî bibin, lê şertûmerc ne alîkar in, dibe ku ew jî werin amade bin, ji ber ku hîna rewş ne zelal e, lê eger nikarîbûn amade bibin wê bi riya dîmen beşdar bibin. Zêdetirî 20 komên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê tevlî bibin. Me dixwest ku ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna devera Silemiyê, hem jî Siwêda û Berava Sûriyê beşdarî mehrecanê bibin, rewşa ku tê de dijîn ne alîkar e.”
‘Armanc ew e ku çanda hemû gelan bi govendê were nasîn’
Hevserokê TEV-ÇAND Xelîl Tehlo diyar kir ku armanca wan ew e ku hemû pêkhate çanda xwe ya resen bi riya govendê pêşkêş bikin û wiha qedand: “Îsal asta beşdarbûna koman gelekî baş e, tevî ku me mercên tevlûbûnê zortir kiriye jî, lê hemû pêkhate bi hejmareke baş wê tevlî bibin. Di salên bûrî de mehrecan bi tevahî li holên Rimêlan û Hesekê dihatin lidarxistin, îsal me xwest ku li Parka Azadî di nav gel de çêbikin. Me weke komîteya nirxandinê biriyar da ku êdî pêwîst nake astên yekem, duyem û sêyem werin destnîşankirin. Ji ber ku her komek nûnertiya çand û folklore netewa xwe dike, bila her kes bizanibe huner nabe amûrek ji bo qezenckirina madî û pêwîst e nekeve mijarên bazirganiyê. Em dixwazin hemû pêkhate çanda xwe bi riya govendê were nasîn, hem jî restentiya govenda Kurdî û hem jî ya hemû pêkhateyên Sûriyê were pêşkêşkirin. Em bi hêvî ne ku govend bi rengekî xweş û xwedî çîrokên xweş bên pêşkêşkirin û li gorî dilê gelên me bin.”
Hêjayî gotinê ye ku Mehrecana Yekemîn a Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer di sala 2015’an de li ser asta Kantona Cizîrê li bajarê Rimêlan li dar ket. Piştre şaxên vê mehrîcanê erferhtir bû da ku komên govendê yên hunerî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê tevlî bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şehîd Ronahî Bawer (Ronahî Hemo) ji Efrîn ye, ew şoreşgereke bû di nav refên Hêzên Parastina Gel (HPG) de bû di heman demê de endamek komek govendê bû. Ew di 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, lewma jî navê mehrecanê li ser navê wê hat kirin.






