Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koma Stêra Zêrîn:  Armanca wê pêşxistina rola jin di qada hunerî de ye

03/09/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Koma Stêra Zêrîn:  Armanca wê pêşxistina rola jin di qada hunerî de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Berpirsyara Koma Stêra Zêrîn Rehef Sêlfo diyar kir ku koma Stêra Zêrîn bi armanca diyarkirina rola jin di qada hunerî de hate avakirin û got, “ Armanca me pêşxistina rola jin di qada hunerî de ye.”

Koma Stêra Zêrîn di sala 2018’an’ de û bi armanca diyarkirina rola jin di qada hunerî de hate avakirin. Herwiha ji destpêka avabûna xwe ve koma Stêra Zêrîn hewl dide ku rola jin di qada hunerî de pêş bixe. Di heman demê de, ev kom piranî stranên folklorî pêşkêş dike û kom ji heşt jinan pêk tê. Weke tê zanîn têkiliya jinan bi stranê re, ji roja ku tê cîhanê ve dest pê dike. Ji dayik û dapîrên xwe lorînan dibihîse û ew bi xwe dibe lorînên jiyanê. Stran ji strandina hestan û bi pratîkê re xweşikirina jiyanê pênase dike. Di nava beşên hunerê de yek jî muzîk e, heta destpêka civaka xwezayî diçe û çavkaniya xwe ji vê taybetmendiya jinan digre. Stranên ku afirandine, çavkaniyên wê û jiyana wê bi xwe ne. Muzîka Kurdî navê hemû cureyên stranbêjî û awazên kilasîka girêdayî dengbêjiya gelê Kurd.

Di derbarê avabûn û xebatên Koma Stêra Zêrîn berpirsyara Koma Stêra Zêrîn Rehef Sêlfo ji Rojnameya me re axivî.

‘Armanca me pêşxistina jinê di qada hunerî de ye’

Rehef Sêlfo anî ziman ku koma Stêra Zêrîn bi armanca diyarkirina rola jin di qada hunerî de hate avakirin û wiha got:“ Koma Stêra Zêrîn ji bona pêkanîna armancên pêşerojeke biserkeftî hate avakirin. Herwiha ji bona guhertina hişmendiya kevin û avakirina hişmendiyeke nûjen li şûna wê hate avakirin. Ji ber ku di wê demê de komên hunerî yên li Rojavayê Kurdistanê piranî komên giştî bûn. Komên hunerî yên xweser ku jin bi xwe amûrên hunerî lêxe li Rojava bi giştî tunebûn. Li ser vî bingehî koma Stêra Zêrîn hate avakirin, herwiha armanca bingehîn ji avakirina koma Stêra Zêrîn diyarkirina rola jin di qada hunerî de bû. Di heman demê de, mebesta bingehîn a Koma Stêra Zêrîn pêşxistina rola jin di qada hunerî de ye.”

‘Koma me ji heşt jinan pêk tê’

Rehef axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kar û xebatên me heta astekê bi rengekî baş tên meşandin û koma me ji heşt jinan pêk tê. Koma Stêra Zêrîn tevlî hemû çalakî û şahiyan dibe, şahiyên mîna Cejina Newrozê, 8’ê Adarê, 27’ê Mijdarê hwd…  dibe.  Lê koma me piranî tevlî festîvalan dibe. Herwiha festîval jî hin bi astin û hin bê astin, herwiha festîvalên ku bê ast bin em rola xwe têde dilîzin. Di heman demê de, heta niha em derbasî festîvaleke bi ast bûne û di wê festîvalê de xelate baştirîn strana filiklorî me stanid. Niha em amdekariyên xwe ji bo festîvalên ku werin lidarxistin, dikin.”

‘Em piranî stranên folkolî pêşkêş dikin’

Rehef Sêlfo anî ziman ku ew piranî stranê filiklorî pêşkêş dikin û wiha pê de çû: “Em piranî stranê filiklorî pêşkêş dikin. Ji ber ku di vê demê de gelek stranên me yên filiklorî windabûne. Em dixwazin bi riya hunera xwe stranên filiklorî zindî bikin û nehêlin ku wenda bibin. Di heman demê de, em piranî stranên hunermend Aram Dîkran pêşkêş dikin. Di destpêkê de gelek astengî bi me re derketin, astengiyên weke kêmbûna mamosteyan û pirsgirêkên malbatan. Lê bi serkeftina me ev yek hate çareserkirin, israr û armanca me hişt ku em hîn zêdetir bi hêz bibin.” Berpirsa Koma Stêra Zêrîn Rehef Sêlfo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bi hêvî me kesên ku heskirina wan di aliyê hunerî de heye, ji bona pêkanîna wê têkoşînê bikin û hemû astengiyên heyî derbas bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.