Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Desteya Hevbeş nêzîkbûnên yekîtiyên rewşenbîran xurtir kir’

03/09/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Desteya Hevbeş nêzîkbûnên yekîtiyên rewşenbîran xurtir kir’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Cîgira serokê Desteya Rewşenbîr û Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê Anahîta Sîno destnîşan kir ku desteyê hevgirtina yekîtiyan xurtir kir û got, “Armanca nivîskar û rewşenbîrên Rojava ew e ku bi hev re xebateke yekgirtî li ser asta Rojava û Kurdistanî bidin meşandin.”

Di 7’ê Adarê de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî Dîdara Giştî li dar xistin.

Ev civîn ji bo meşandina karê rewşenbîrî yê hevbeş, li Hola Zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di 18’ê Adarê de jî nûnerên her 5 yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran, li gorî encamên Dîdara Giştî civiyan. Herwiha di encama wê civînê de daxuyaniyeke nivîskî parve kirin. Ji bo rêxistinkirina karê saziyên eleqedar ‘Desteya Hevbeş ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê’ hate damezrandin. Armanca vê desteyê ew e ku bibe kesayeta nûner a nerînên hevbeş di qada çandî ya Kurdî de. Nexasim ji hêla çalakî û boneyên neteweyî û niştimanî di warê çanda Kurdî de ku nasname û ruhê gelê Kurd weke nûnerekî bibandor biparêze.

Derbarê kar û xebata ku ji hêla desteyê ve ji wê demê heta roja îro hatiye meşandin, cîgira serokê desteyê Anahîta Sîno ji rojnameya me re axivî.

‘Di şoreşê de, hemû yekîtî xizmeta Şoreşa Rojava kirin’

Anahîta destnîşan kir ku di Şoreşa Rojava de hemû yekîtiyên rewşenbîrî bi rêbazên xwe xizmeta şoreşê kirin û wiha got: “Bi dirêjahiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek sazî hatin avakirin, ji van saziyan jî yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran ava bû. Her yekîtiyekê li gorî derfet û rêbaza xwe xizmeta şoreşê kirin, di cîhanê tevî de yekîtiyên rewşenbîran tunene, tiştekî balkêş e ku di şoreşê de yekîtî hatin damezirandin, lê pirsgirêk ew bû ku hejmara wan gelek bû. Ev pirbûn bû cihê rexneyê û hat gotin ku yekîtî bûne mîna tevger û partiyên siyasî yên Kurdî û bi wan bandor in. Lê di rastiyê de her saziyek cuda bû ji ya din û parçebûn çênebû. Ji xwe hejmara wan jî li Rojavayê Kurdistanê giha 5 yekîtiyan, hertim armanca me ew bû ku hemû yekîtî bibn yekîtiyek an 2 yekîtî. Ji ber vê yekê jî hewldanek berî 2 salan çêbû da ku sîwaneke ji bo hemû yekîtî û rewşenbîrên derveyî yekîtiyan were avakirin, civîn hatin lidarxistin jî, lê mixabin ev xebat bêencam ma.”

‘Desteya Hevbeş nêzîkbûnên yekîtiyên rewşenbîran xurtir kir’

Anahîta Sîno da zanîn ku Desteya Hevbeş ya Rewşenbîr û Nivîskaran hevgirtina yekîtiyan xurtir kir û wiha domand: “Weke rewşenbîr û nivîskar me armancên nêz û dûr dan pêşiya xwe, armanca dûr ew e ku zaziyeke rewşenbîrî di siberojê de ava bikin û armanca nêz ku em sîwanekê ava bikin ku her 5 yekîtiyên rewşenbîrî bigihîne hev. Li ser bingeha van armancan jî civîn hatin lidarxistin, paşê desteyeke hevbeş ji hemû yekîtiyan hate damezrandin. Wekî em dizanin pirbûna yekîtiyan tê wateya cudahiya Ramanan, ev yek jî zengînbûneke, lê diviyabû sîwanek were avakirin. Deste weke encama rêziknameya dîdara rewşenbîran ava bû. Berî ku dîdar çêbibe jî danûstandina yekîtiyan bi hev re hebû, lê bi avabûna desteyê xebat û têkiliyên rewşenbîran xurtir kir. Ji her yekîtiyekê du nûnerên wê ji bo desteyê tê bijartin, hem jî serokek û cîgirê/a wê her 3 mehan tê hilbijartin, da ku ti kes ji xebata hevbeş bêpar nemîne. Armanca desteyê bêguman xurtkirina têkliyên rewşenbîrî, piştgiriya QSD’ê pêkanîna nêzîkatiya partiyên Kurdî û lidarxistina çalakiyên hevbeş bû.”

‘Hewildanên xebata rewşenbîrî di asta Kurdistanî de hene’

Encamên Dîdara Giştî ya Rewşenbîr û nivîskaran weke rêziknameyê ji bo me ne, li ser vê bingehê me biryar da ku divê çalakiyên hevbeş bên lidarxistin weke salvegera koça Cegerxwîn, Roja Zimanê Kurdî, şewata Sînema Amûdê û hwd… di heman demê de me sardana Partiya Yekîtiya Demokrat, ENKS’ê û partiyên din kirin, hem jî gelek bone bi hev re pîroz kirin. Ji aliyekî din ve jî hewldaneke me heye ku em herin Başûrê Kurdistanê, lê heta niha hîna zelal nebûye ku wê kî here, ji ber ku dibe hin yekîtî neçin, di vê derbarê de em naxwazin hûrbîniyan bidin, lê em ê di dema pêş ya guncav de li ser biaxivin. Armanca me ne tenê sardana Başûrê Kurdistanê ye, lê belê armanc ew e ku em serdana tevahiya Kurdistanê bikin, da ku xebateke hevbeş bidin meşandin û lêvegerke Kurdî-rewşenbîrî ava bikin, wê ev yek jî di dema guncav de were eşkerekirin. Herwiha em pirên çûnûhatinê di navbera rewşenbîrên herçar parçeyên Kurdistanê çêbikin. Gelek armanc û xewnên me hene, em bi hêvî ne ku bi hev re bi yek dilî û yek armancê em xewna şoreşê bi cih bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.