Dîlan Mulhim\Qamişlo
Mamosteyên Komên Govendên Efrîn Ebdê Beskê û Leyla Reşîd diyarkirin ku wan ji tunebûnê hebûn avakir û gotin, “Aramnca me zindîkirina çanda kurdî ye.”
Gelê Efrînê yên ku ji 7 salan ve bi darê zorê ji ber dagirkeriya Tirkiyê koçberî herêma Şehbayê bibûn, di 2’ê Kanûna 2024’an de piştî rûxandina rêjîma Bass û serweriya HTŞ’ê li ser Sûriyê, HTŞ’ê berê xwe da herêma Şehbayê. Bi banga Maclisa Gel a Efrîn û Şehbayê û di encama lihevkirinan de korîdor ji bo derketina gelê Efrîn û Şehbayê hate vekirin û gel derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Gelê Efrînê di qonaxa duyemîn a koçberiyê de careke din xwe birêxistin kir û jiyaneke nû destpêkir û di vê çarçoveyê de xebatên xwe dan meşandin, yek ji wan xebatan jî xebatên hunerî û çandî ye. Bi taybet ji bo gelê Efrînê parastina govenda Efrînî yek ji hîmên bingehîn a parastina çanda Efrînê ye. Komên govendê yên Efrînî li Tepqayê xwe birêxistin kirine. Di derbarê mijarê de, Mamosteyên Komên Govendên Efrînê Ebdê Beskê û Leyla Reşîd ji Rojnameya me re axivîn.
Kar û xebata Komên Govendên Efrînê

Ebdê Beskê di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Li Efrînê kar û xebatên Koma Govendê ya Kevneşopiyê dihate meşandin. Dema êrişî li ser Efrînê hatin kirin, di encama êrîşan de em koçberî Şehbayê bûn. Herwiha ji ber rewşa koçberiyê Koma Govendê ya Kevneşopiyan ji hev parçebû û her hevalekî me bi cihekî ve çû. Di heman demê de li Şehbayê me hêdî hêdî hevalên xwe komkirin û li Şehbayê me dest bi karê xwe kir. Lewma dema ku êriş li ser Şehbayê jî hatin kirin di encamê de, em koçberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn; careke din her hevalekî me çû bi cihekî de. Me gelek astengî û zehmetî di karê xwe de kişandin, lê ruxmî van astengiyan me karê xwe berdewam kir”
‘Ji tunebûnê me hebûn avakir’
Beskê anî ziman ku piştî ew koçberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn wan navê koma Govenda Efrînê kir “Vegera Efrînê” û wiha pê de çû: “Me ji tunebûnê hebûn avakir, li ser vî bingehî em bi kêfxweşî karê xwe berdewam dikin. Herwiha hevalên me sozadan ku wê bê navber karê xwe berdewam bikin. Koma govendên Efrînê herin kîjan cihî xwe birêxistin dikin û xwedî li çanda xwe derdikevin. Di heman demê de, em nahêlin ku çanda me were windakirin û armanca me zindîkirina çandê ye. Em bi hêvîne ku vegerin Efrînê, kar û xebatên koma xwe pêşbêxin û berfirehtir bikin .”
‘Hejmara endamên koma Govendê 11 kesin’
Mamosteyê Govendên Efrînê Ebdê Beskê da zanîn ku hejimara endamên koma govendê 11 kesin û wiha bi dawî kir: “Em niha endaman perwerde dikin, herwiha endamên me di heftiyê de sê rojan perwerdeyê dibînin. Heta astekê baş perwerde tê dayîn û em dixwazin hejmara endaman zêde bikin û em endaman li ser gelek rengên govendan perwerde dikin, mîna govenda mewlanî, zenûbiya, eyhemo û pepûkê û hwd…in.”
‘Aramnca me vejînkirina çandê ye’

Leyla Reşîd di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dema ku mirov çanda xwe nasneke, helbet dîroka xwe jî nasnake. Herwiha dîrok, çand û nasmame yekin û mirov bi riya vê yekê tê naskirin. Dema ku em ji Efrînê koçberî Şehbayê bûn, me gelek astngî di jiyana xwe de dîtin, lê ruxmî van astengiyan me çanda xwe ji nû ve vejîn kir. Lewma dema ku em ji Şehbayê koçber bûn me berê xwe de bajarê Tebqayê û niha em kar û xebatên xwe di asteke baş de didin meşandin. Em çanda xwe zindî dikin û du komên me yên xweser jî hene; koma me ya bi navê Zeriya Zêrîn û ya din jî bi navê Dengbêja Kabûnî ye.”
‘Pêwîst e her kes xwedî li çanda xwe derkeve’
Mamosteya Koma Govendên Efrînê Leyla Reşîd axaftina xwe wiha bi dawî kir:“ Navên govendên me jî wiha ne: Govenda Edûlê, Xatûnê û hwd… Herwiha pêwîst e her kes xwedî li Çanda xwe derkeve, ji ber dema ku mirov ji çanda xwe dûr bikeve û neparêze, wê demê nasname û dîroka xwe jî windadike.”
Koma Çiyayê Hewarê ya Efrînê
Koma govendê ya Çiyayê Hewarê ya zarokan li bajarê Tebqayê ye û hejmara zarokên komê jî 26 in; herwiha ev du mehên ku komê dest bi karê xwe kirî ye, û hewildanên wan ew e, ku astengiyên li pêşiya wan dibin asteng derbas bikin.






