Birûc Resûl/Qamişlo
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ew dixwazin nêrînên xwe bi Rêber Apo re parve bikin, bi wî re nîqaş bikin û gotin: “Em ê Kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” li tevahî cîhanê belav bikin.”
Kampaniya “Ez dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku di destpêka Hezîranê de ji aliyê Forma Azadî û Aşîtiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hatiye destpêkirin, berdewama pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî ye” ye. Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” re anîn ziman û gotin ku bi saya fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her netewek di bin projeya Netewa Demokratîk de xwe birêxistin dike û xwedî li ziman, dîrok û nasnameya xwe derdikeve.
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi navê Şukrî Mihemed û Ehmed Elî Dawûd ji Rojnameya me re behsa Kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” kirin.
‘Her kes bi fikrê Rêber Apo bandor dibe’
Şukrî Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e ew despêkê enacama keda di Pêngava Cîhanî
ya “Ji Rêber Apo re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” baş fêm bikin û wiha pêde çû: “Pêngava Ji Rêber Apo re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ” bû pêngaveke gerdonî ku her kes bi vê pêngavê bandor bû, di heman demê de bi hezkirineke mezin ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî tevlî bûn. Bi vê yekê tê diyarkirin ku Rêber Apo fikrê xwe belavî hemû cîhanê kiriye. Rêber Apo ji bo azadiya jin û gelan bûye stûn, Rêber Apo ji bo me û tevhî ciwanên cîhanê re bûye serkeftin û azadî. Em bi fikrê Rêber Apo xwe tevlî jiyanê dikin da ku em vê jiyanê baş fêm bikin. Em heya vê kêliyê û heta dawiya jiyana me jî azadiya Rêber Apo daxwaz dikin. Roj bi roj xwesteka me ya hevdîtinê bi Rêber Apo re mezin û hêrstir dibe. Herî zêde piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo bi peyam û nameyên xwe çareseriya Rojhilata Navîn nîşan dike.”
‘Ev kampanî girêdana me bi Rêberê me re nîşan dike‘
Şukrî di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Em dixwazin nêrînên xwe bi Rêber Apo re parve bikin û bi Rêber Apo re nîqaş bikin da ku em hîn zêdetir ji Rêberê xwe fêr bibin. Ev kampaniya ku bi sernava “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” vê yekê nîşan dike û girêdana me ya xûrt jî bi Rêber Apo re diyar dike. Em ê careke din bihêlin ku ev kampanya li giştî bajarên cîhanê were belav kirin. bi dehan kesê xwedî zaniest û lêkolîner çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn di kesayetê Rêber Apo de dibînin. Pêwîst e em gavek nû di jiyana xwe de bavêjin, him di aliyê exlaqê civakê û aliyê şerê desthiladaran yên ku civaka me talan dikin. Ev yek jî çareseriyên wê di fikrê Rêber Apo de ye. Hêviya me ew e ku her kes Rêber Apo nas bike û pirtûkên Rêber Apo bixwînin.”
‘Fikrê Rêber Apo bûye koka jîn û jiyanê’
Ehmed Elî Dawûd têkildarî mijara kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” wiha
axivî: “Ev çalakiyên ku ji bo Azadiya Rêber Apo tên lidarxistin li tevahî cîhanê tê belavkirin. Rêber Apo fikrê xwe di serê her mirovekî aştîxwez de çandiye ji ber ku fikrê Rêber Apo bûye koka jîn û jiyanê. Gavên ku em niha ji bo Azadiya Rêber Apo diavêjin pêş, ne tenê li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, belê em li ser asta giştî cîhanê vê gavê diavêjin. Ez wek ciwanê bi fikrê Rêber Apo bandor bû me, ez pir dixwazim hevdîtinê bi Rêber Apo re bikim. Ji ber ku kesê maf û daxwazên ciwanan pêk anî ye Rêber Apo ye. Bi keda Rêber Apo gel bû xwedî hêz û xwedî êradeyekî xurt da ku mafê xwe bi dest bixe, li dijî desthiladaran serî hildin. Gelê Kurd yê ku nikarîbûn gotenkê bi zimanê xwe bikin, bi fikrê Rêber Apo niha bûye yek ji gelên herê berxwedêr û têkoşer. Raste Rêber Apo bi fîzîkî di zindanê de ye lê fikrê Rêber Apo her dem di nav me de zindî ye û ji bo me bingiha jiyanê ye.”
‘Rêber Apo ji bo jin û gelan kir bingeha azadiyê’
Ehmed di herî dawiyê de wiha anî ziman ku dixwaze Rêber Apo bi fîzîkî bibîne û ji kesayeta Rêber Apo hêz bigre û wiha got: “Em dixwazin her dem ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bikin û hêvîya me ji bo tevahî ciwanan jî ku bi firkê Rêber Apo tevlî jiyanê bibin û xwe pêş bixin. Fikrê Rêber Apo hêjaye ku mirov di her zehmetiyan de derbas bibe da ku ji vî fikrî fêr bibe. Rêber Apo xwe ji bo jin û gelan kir bingeha azadiyê. Piştî namyên Rêber Apo ji bo gel û jinan gavek nû hat avêtin. Ev gav jî bi felsefeya Rêber Apo ye, di vî hawî de em dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin. Em wek Ciwanên şoreşger dixwazin Rêberê me azad bibe û di nav me de jiyana xwe berdewam bike.”






