Birûc Resûl/Qamişlo
Rêber Apo bi derbasbûna xwe ji Rojavayê Kurdistanê re di 2’yê Tîrmeha 1979’an de, bingeha şoreşa azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê da avakirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê damezrand, ji ber zextên dewleta Tirk û daxwaza berfirehkirina xebatan di 2’ê Tîrmeha 1979’an de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û gava xwe ya destpêkê avêt Kobanê. Bi vê gavê re xebatên Rêber Abdullah Ocalan ên di nava gel de mezin bûn, li Sûriyê û Lubanê bi hezaran kes birêxistin kir. Li ser vê bingehê ji tevahî bajarên Kurdan ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan berê xwe didan Heleb, Şam û Lubnanê.
Rêbertî piştî demekê li Kobanê ma derbasî Lubnanê bû. Dema Rêbertî ji Kobanê veqetiya, xelkê li wir hê nizanîbû bê Rêber Apo ji bo Kurdan tê çi wateyê. Piştî hîcreta Rêber Apo bi 33 salan, 19’ê Tîrmeha 2012’an yên destpêkê bi felsefe û fikrên Rêber Apo çirûska şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêxistin xelkê Kobanê bû. Bi 2’yê Tîrmeha 1979’an re hîmê Şoreşa Rojava hat danîn.
Derketina Rêber Apo li ser vê xetê watedar û dîrokî ye
Derketina Rêberê Apo jî tenê wiha sînorek derbaskirin nîne, di bingehê xwe de navê jiyaneke nû, felsefe û ramaneke nû ye, tenê derketina derveyê sînorekî ya ferdekî nîne, ji sîstema heyî derketin û alternatîfeke nû pêş xistine. Gelek mînakên dîrokî yên bi vî rengî di vê erdnîgariyê de hatine jiyîn. Ji ber vê derketina Rêber Apo li ser vê xetê watedar û dîrokî ye. Lewre ev derketin bû bingeha hemû pêşketinên ku heyanî roja me ya îro pêk hatine. Bi vê derketinê PKK’ê hebûna xwe parast, bû cihê perwerde û avakirina mîlîtanên Partiyê. Taybetî li hemberî cuntaya 12’ê Îlona 1980’an de Tevgera Apoyî hebûna xwe parast, bi amadekarî û xwe komkirinê karîbû ji nû ve bi awayekî xurt xwe rêxistin bike û hemleyên şoreşgerî bavêje, di heman demê de pêvajoya rizgarkirina Kurdistanê bide destpêkirin.
Rojava asta eniya paş a parçeyên din ên Kurdistanê derbas nekir
Rojava ji aliyê cografîk û nifûs de wek parçeyê biçûk ê Kurdistanê dihat pênasekirin û destgirtin. Li gel vê Rojava jî pir bi xwe bawer nebû û derketineke xurt çênekir. Tevî ku kesayetên navdar, xwedî bandor kedeke berbiçav pêşkêş kiribûn; mîna Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn û hwd. Lê bandora wan di sînorekî pir teng de ma, negihîşt rêxistineke civakî. Rojava asta eniya paş a parçeyên din ên Kurdistanê derbas nekir.
Pêvajoya bêbextiyê
Destpêkirina pêvajoya bêbextiya (komploya) navneteweyî û derketina Rêber Apo ji Sûriyê di 9’ê Cotmeha 1998’an de êdî pêvajoyeke nû destpê kir. Hêzên komploger hedefgirtina Rojava kirin plana xwe ya sereke. Bi taybet piştî dîlgirtina Rêber Apo ya di 15’ê sibata 1999’an de û êrişên li ser gerîla û hedefgirtina navenda hareketê ji milê tasfiyegeran ve Rojava ango qada Rêber Apo para xwe ji van êrişan girt. Hêzên komploger digotin “pêwîste ev qad were tasfiyekirin.” Bi vî rengî dixwestin bandora Rêber Apo li Rojava lewaz bikin. Xwe dispartin du faktoran; yek, ji ber ku Rêber Apo ji Sûriyê derketibû, hêzên dijber xwestin bi destê tesfiyegeran wê valatiyê ji xwe re binirxînin, Rojava têxin dest xwe; ya duyemîn, bi Peymana Edeneyê ya ku di 1998’an de, di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatibû îmzekirin. Li gorî vê li dijî Tevgerê hevkariyek di navbera van dewletan de hat çêkirin. Bi taybetî piştî mirina Hafiz El Esed a di 2000’î de ev gihîşt asta herî jor.
Li Rojava cara yekem jin tevlî rêxistinê bûn
Bi damezrandina PYD`ê di sala 2003’an de, bi pêşketina Serhildana 12’ê Adarê ya 2004, derket holê ku asta rêxistinî, hişmendî û çanda berxwedanê ya ku Rêber Apo li Rojava avakiribû ew bingehîne, xurte nayê tunekirin, êdî rastiya ku Rojava qada Rêbertiyê ye, gelê Rojava jî gelê Rêbertiyê ye, xwedî şehîd û mîraseke tekoşînê ye. Di dîroka tevgera siyasî ya Rojava de yekemîn car bû ku jin bi rengekî çalak tevlî rêxistinê bûn, yekemîn car bû ku jin ji mala xwe derdikeve û bi vîna xwe ya azad tevdigere, dixebite, bi nasnameya xwe ya azad xwe îfade dike, bi saya xebatên Rêbertiyê yekemîn car cejna Newrozê bi girseyî û li gorî wateya xwe hat pîrozkirin, her wiha ji bo vala derxistina siyasetên qirkirin û tunekirinê û ji bo pêşxistina hestên netewî, ji bo zindîkirina dîroka resen a Rojava, xebateke berfireh a çand û hunerê hate meşandin, di encamê de bi dehan komên hunerî û yekîtiyên rewşenbîran û nivîskaran hatin damezrandin, şoreşeke hunerî, çandî, zanistî hate pêşxistin.
Hevgirtina gelan
Di demekê ku dibin siya pergala dewlet netewê de hestên nijadperestî û netewperestî hatibûn kûrkirin li hemberî wê, Rêber Apo li Sûriyê bingeha hevgirtina gelan saz kir, bi taybetî gelên Kurd, Ereb, Kurd û Suryan. Rêber Apo di nava tevlîhevî, pirsgirêk û nakokiyên Rojhilata Navîn de mîna ku li ser pişta şêr be siyaseteke kûr dida meşandin.
Dema ku pêvajoya Bihara gelan li Rojhilata navîn destpê kir, ji her kesî zêdetir tevgera PKK’ê amade bû, ji pêşwazîkirina vê pêvajoyê re, ji ber ku Rêber Apo wê bi salan projeya çareseriyê amade kiribû, tevî ku li Tûnis, Lîbya, Misir, Yemen rejîmên desthilatdar hilweşiyan lê wan nikarîbûn pergaleke demokratîk ava bikin, ji ber wê yekê heta roja îro hîna li wan welatan pirsgirêkên demokrasyê tên jiyankirin. Her wiha li Sûriyê jî pêvajoyek hat destpêkirin, lê li ti deverên Sûriyê guhertin û pêşketina demokratîk pêk nehat, ji bilî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bû xwedî rêveberî û pergaleke civakî ya demokratîk. Sedema wê ew e ku li vê qadê civakeke rêxistinkirî, xwedî hişmendiyeke perwerdekirî li ser ramanên Rêber Apo heye, Xebat û keda Rêber Apo bû bingeh ji Şoreşa Rojava re, ger Rêber Apo li Rojava bingeh çênekiriba, xebatên perwerde, akademî û aboriyê nemeşandibe, bê guman wê di pêşxistina şoreşê de zehmetî bihatana jiyankirin.
Jiyana komûnal, aboriyeke li ser hîmê koperatîfê û pergala rêvebirinê ya meclîsê destpêkê dema Rêber Apo li Rojava bû di pratîkê de bingehê wan hatibû danîn. Ji ber vê gel ji pergala xweseriyê ne biyanî bû, zû xwedî lê derket. Paradîgmaya Rêber Apo ya ku xwe dispêre Civaka demokratîk û Azadiya Jinê û hişmendiya Ekolojîk bû felsefeya tekoşînê, li gorî wê şoreş hat pênasekirin, Şoreşa Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) xwe sipart hişmendiya Neteweya demokratîk, Azadiya jinê, hevgirtin û xwişk û biratiya gelan ji bo xwe esas girt, daxwazkirina desthilatdariyê nebû armanc, berovajî wê avakirina pergala civakî ya demokratîk ji xwe re esas girt.
Li Rojava ruhê berxedanê
Ruhê berxwedan û serhildanê yê ku Rêber Apo li Rojava çandibû, bû bingeh ji bo pergala parastinê û serkeftinên leşkerî yên ku pêk hatin, Rêber Apo bû çavkaniya hêz û moralê ya bingehîn ji ciwanan re ku bi ruheke fedayî ref bi ref tevlî YPG, YPJ û QSD bibin, bê teredud gelê xwe û herêma xwe biparêzin, ji her alî ve xwedî li şoreşa Rojava derketin û bûn xwedî roleke sereke di parastina Rojava de.






