Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Peyama Rêber Apo ji bo tevahî jinan bû perspektîfa deme

29/06/2025
in JIN
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Waşûkanî

Peyama û kulîlka ku Rêber Apo ku  ji hewşa îmraliyê  ji bo jinan şandibû. Ji aliyê jinan ve bi kelecan û coşekê pir mezin hat pêşwazîkirin û jinan silav û hezkirinê xwe ji bo Rêber Apo ragihandin. Baweriya xwe ya bi tekoşîna keda Rêber Apo anîn ziman û gotin ku; Rêber Apo ji bo me çavkaniya hêza vîn û kelecanê ye, em wek jin hazirin ku ji bo Aşitî û Demokrasiyê û azadiyê têbikoşin. baweriya me bi felsefeya û zanyariya Rêber Apo heye ku heta dawîyê li ser fikir û ramanên wî bimeşin.

Rêber Apo careke din silav û bendewariyên xwe ji bo jinan daye diyar kirin û wiha dibêje: Ez bawerim ku wê jin bi erk û misyona xwe, ya pêşengtiya serdemê rabin. Mirov di peyama Rêber Apo ya ku di hevdîtina xwe ya 30 ê, gulanê di ji akademiya jineolojiyê re şandiye de dibîne ku, hîna wê kelecana xwe ya salên damezrandina YAJK ê dibîne (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurd) û ev bi mirov re, jî kelecaneke pir mezin dibîne. Dema ku mirov li kelecan û coşa Rêber Apo dibihîze û his dike, wê demê xwezayî bi mirov re jî heman tişt têye jiyan kirin. Ji xwe kulîlka ku Rêber Apo şandiye wateya xwe, pir cudaye û mirov bedewî, afrînerî, kelecan, mihrîbanî, wijdan, hêvî û hezkirinê têde dibîne. Û li beramberî wê mirov rastiya xwe ya zuha û qalbê, cemidî dibîne û ez niha wiha dihizirim ku pergala sermayedar; hest, ruh û hizrê me cemidandiye û em şibandine robotan.

Û mirov bejin buhstbûna xwe li beramberî meznahiya, Rêber Apo dibîne û ji xwe şerm dike. Ez carnan ji xwe pirs dikim û dibêjim: Mene bi salaye ku Rêber Apo bi heval, hogir û milîtanên, partiyê re mijûl bû, tekoşîn kir û her dinava hewildaneke wiha debû ku; her milîtenekê\î bike weke Apo lê mixabin hîna jî weke ku têye, xwestin Rêber Apo pir baş nayê famkirin. Û weke ku em tev jî dizanin Rêber Apo her qala jiyana, xwe ya berê dike û dibêje: Ez jî weke we dinava civaka Kurd a feqîr û xizan de, mezin bûme û dema ku ez çûme dibistanê ji ber zimanê Tirkî, ez gelekî tengav bûme û min bi diya xwe re şer kiriye û wî şerê, xwe weke îsyana yekemîn binav dike. Dema ku Rêber Apo wan ezmunên jiyana xwe, vedibêje û ev jî têye wateya ku Rêber Apo çiqasî ketiye ferqa xwede û xwe guhertiye. Diwarê şoreşê de jî weke ku têye zanîn, ji biniya sifrê de destpê kiriye û gîhandiye vê rojê.

Weke ku têye zanîn em ketin 52 saliya tekoşîna ku, Rêber Apo û koma seretayî ya serdema bIrdozî de û dinava van 52 salan de, kedeke pir mezin hate dayîn û dema ku em dîroka partiyê, dixwînin wê demê mirov hîn baştir haj li heqîqeta hatiye jiyan kirin dibe. Û mirov dibîne ku tekoşîna wê demê deh qatî, ji tekoşîna vê heyamê zor û zehmet bûye û ev jî careke din; vîn, sebir, ked, zanebûna netewî û hestê dewlemend dibîne. Kesayeta Rêber Apo a xwedî zanisteke kûr û sebreke, ku sebra pêxember Eyûb jî derbas dike li cem hebûye. Ger ku wiha nebaya qey wê niha qala tu tiştekî nebaya û wê qet navê PKK ê nehata kirin. Dema ku Rêber Apo qala fesxkirina PKK ê kir çavê, her kesî bi awayek matmayî vebû  lê tu kesî pirs nekir kê PKK ê çêkir û çima û çawa çêkir?

Gelek kes dibêjin.  Çima PKK ê fesxidibe ma gelo wan haj PKK ê û berê, hebûye? Li gorî nerîna min gerek ji derveyî dayik, bav û malbatên şehîdan tu kez xeber nede û ger ku xeberdin; jî gerek rastiyê xeberdin û ji beriya 52 salan bikin . Ji ber ku heqîqet dinava wan 52 salan de veşartiye û yê ku jiyan kiriye heqîqetê baştir dizane. Rêber Apo dinava peyam û nameyên xwe de, her tişt daniye holê de û niha jî qala Manîfestoya ji kongra PKK ê ya 12 an re, şandiye têye kirin û diyar dibe ku hîn rastî li wir hatine nirxandin. Û gerek em her kes bixwînin ji bo ku em serdemê, fambikin û beşdar bibin û ger ku em nexwînin û famnekin,  wê serê me tevlîhev bibe û emê serdemê wenda bikin.

Weke ku em tev jî dizanin Rêber Apo her perwerde esas digirt û hevoka, wî ya herî zêde dihate bilêv kirin jî perwerde bû.  Weke ku em dibihîzin ku Rêber Apo ji bo ku, pirtûka xwe ya Pêncemîn a li girava Îmraliyê binivisîne; 3000. Pirtûk xwendiye û paraznameya xwe ya pêncemîn nivisandiye, naxwe ji bo me perspektîfeke herî xurte ku em jî lêhurbûn bikin û bixwînin, ji xwe Rêber Apo hemû felsefeciyên beriya xwe û zanist û pêximber, lêkolîn kirine û nerînên herî rast dinivîsên xwe de dane diyar kirin. Û li ser me jî wacibe ku em ol, felsefe û zanistê bi komî ji dahurandin, parêzname û pirtûkên, Rêber Apo bixwînin û fambikin. Ji xwe Rêber Apo ji jinan û ciwanan re digot xwe perwerde, bikin ji bo ku hun xwe baş birêxistin bikin û ji civakê re, bibin bersiv û pêşengtiyê ji wan re bikin.

Rêber Apo, di peyama xwe ya ku ji akademiya Jineolojî re şandibûye de wiha gotiğe; Jin xwediyên ji nêvî zêdetir serkeftinên ku heyanî, niha hatine qezenc kirin û gelek şehîdên jin ên qehreman jî hene. Di nava koma jinan de gelek jinên jîr, zana, qehreman û fedekar jî hebûn û gelek ji wan jî şehîd ketine û gelekan ji wan jî canê xwe ji bo azadiyê bexşandine. Cardin jî Rêber Apo baweriya xwe ya ku wê jin, pêşengtiya pêvajoyê bikin aniye ser ziman û gotiye ku dema , ez hatim girtin pirojeyamin nîvçe ma. Lê niha diyar dibe ku piroja min bi jineolojî hatiye, temam kirin û gotiye bi qasî ku hun pêdivî bibînin ez bi were me û li cem we me.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.