Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Huner zindîkirina hiş û dîrokê ye

29/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Huner zindîkirina hiş û dîrokê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Wênesaz Şoreş Eyo diyar kir ku huner zindîkirina hiş û dîrokê ye, ya ku serdemê baş tîne ser ziman huner e û wiha got: “Dîrok bi rêya hunerê digihêje nifşên nû, hebûna wênesazekî dibe ku zêde ne bi wate be, lê belê hebûna gelek wênesazekî dikare hunereke xurt biafirîne.

Huner ji aliyê civakan ve ji bo afirandina bîr û misogerkirina civakê di tevahiya dîrokê de hatiye bikaranîn. Ruxmî gelek astengiyan jî, ciwan di hemû qadên hunerê de rola herî serke lîstine. Yek ji wan ciwanên ku bi hezkirin xwe pêşxistiye Şoreş Eyo ye ku li hemberî zextên civakî li ber xwe daye û xwe di şaxên hunera wênesaziyê de ava kiriye. Dihizire ku huner ne tenê naveke; xwedî hêzek e û dikare civakê biguherîne û zextên ku li ser gel tên kirin bişkîne.

Şoreş ji bajarê Qamişlo ye, ew bi temenê 23`ê sal î ye û pir ji hunera wênesaziyê hez dike, Şoreş Eyo wiha ji Rojnameya me re hestên xwe ji civakê re ragihand.

Tu astengî li pêşiya xwe nedîtin

Şoreş anî zimna ku ew ji zaroktiya xwe ve ji hunera wênesaziyê hez dike û mîne xewnekê bû jê re ku pêş bikeve û bibe mamosteyê hunera xwe. Lê belê ji ber ku temenê şoreş ne pir mezin bû tenê di mal de xwe pêş dixist. Bê guman ev pêşketin bêyî tu alavên wênexêziyê bûn, tenê bi pênûsa şîn ango bi kûmirê wêne xêz dikirin û wiha got: “Ruxmî van zehmetiyên ku min di zaroktiya xwe de dikşand lê tiştek li hember vê pêşketinê nebû kelem û min xwe roj bi roj pêş xist.”

Ji sala 2021‘an dest bi karê wênexêziyê kir

Şoreş di nav axaftinên xwe de got ku ev 4 salin wênexêziya xwe bi civakê re parve kiriye û tevlî du pêşengihan dibe. Ew bi tevlîbûna pêşengihan pir kêfxweş dibe ji ber ku ji bo Şoreşê derfetek tê avakirin ku xwe hîn bêhtir pêş bixe û nêrînên gel li ser tabloyên xwe bistîne. Him jî di van pêşengihan de wênesazên mezin nas dike û tiştên pir xweşik ji wan digire da ku tabloyên wan ji bo xwe bike mînek, di hema  demê de Şoreş dixwaze ku tevlî gelek pêşengihên derveyî Rojavayê Kurdistanê bibe û çanda her kesî nas bike.

‘Bi şoreşa Rojava re me karîbû xwe îfada bikin’

Şoreş di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku yek ji sedemên herî mezin ji pêşketina wî re piştgirya ku heval û malbata wî danê û wiha pêde çû: “Em di rastiyekê de ne ku civaka me piştî ket bin kontrola Rêveberya Xweser de, me ji nû ve pêşketina xwe nas kir, me di her cihî de karîbû xwe îfade bikin û tirsa dilê xwe bişkîne. Her wiha ez pir sipasiya civaka xwe dikim. Sipasiya malbata û hevalên xwe jî dikim ji ber ku wan gelekî piştgirî dan min.”

Şoreş diyar kir ku huner zindîkirina hiş û dîrokê ye. Ya ku serdemê baş tîne ser ziman huner e. Dîrok bi rêya hunerê digihêje nifşên nû. Hebûna wênexêziyê dibe ku zêde ne bi wate be, lê belê hebûna gelek wênexêzan dikare hunereke xurt biafirîne. Mirov bi parvrekirinê dijî. Vegotin û hînkirin nîşaneya têgihiştinê ye, mirovan mezin dike. Gihandina hunerê ji civakê re nîşaneya serkeftinê ye. Ez ji ber vê girîngiyê didim hunerê. Parvekirin ji bo min cihê kêfxweşiyê ye.

Şoreş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêşketina civakê ji erkê me ye û her ciwan pêwîste vê erkê hilgire ser milê xwe. Em di her kêliyê de dixwazin welatê xwe pêş bixin û ji bona ku bibin rastiya civaka xwe. Hêviya me her dem ew e ku em ciwanên Kurd bi taybet bibin yek dest û li hember her şerekî taybet serî hildin. Pêwîste em bi pênûs û zanebûna xwe bighêjin armanca xwe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.