Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dibistana Niwêla; Dibistana fêrkirina hunerên şêwekarî û dengbêjiyê

29/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Dibistana Niwêla; Dibistana fêrkirina hunerên şêwekarî û dengbêjiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/Qamişlo

Endama Hîlala Zêrîn Roz Hesen anî ziman ku Dibistana Niwêla, dibistana fêrkirina hunerên şêwekariyê, dengbêjî û muzîkê ye û got, “Em dixwazin nifşê nû çand û mîrasa xwe ya hunerî nas bike.”

Dibistana Niwêla ji aliyê hunermendên herêmê di sala 2020’an de li Qamişloyê hate vekirin. Dibistan bi navê şehîd Nuwêla (Rîhan Hesen) hate navkirin, ji ber Şehîd Niwêla bi hezkirina xwe ya ji huner û stranbêjiyê re dihate naskirin û her wiha li gelek amûrên muzîkê dida.

Derbarê Kar û xebatên ku Dibistana Niwêla dide meşandin Endama Hîlala Zêrîn Roz Hesen ji Rojnameya me re axivî.

‘Dibistana Niwêla di bin sîwana Hîlala Zêrîn de hate avakirin’

Endama Hîlala Zêrîn Roz Hesen diyar kir ku Dibistana Nuwêla di bin sîwana Hîlala Zêrîn de ava bûye û wiha got: “Ev pênc sal in ku Dibistana Nuwêla hatiye vekirin, navê Nuwêla jî ji navê jina şoreşger ya ku bi hunerê mijûl dibû, ji bo mayîndekirina hest û hunera wê me navê dibistanê kir Şehîd Nuwêla. Di dibistana Nuwêla de beşên cuda hene, mîna Muzîk, Şano û wênesazî û her yek ji wan jî li ser du astan e, li gorî hejmara şagirtan, Mamoste û hunermendên pispor çavdêriya wan beşan dikin. Di beşê Muzîkê de keman, erbane, gîtar û tembûr hene û ew jî li ser du astan e. Xwendekar destpêkê nota û stranbêjiyê bi awayekî teorîk fêr dibin, piştre derbasî pratîkê dibin û fêrî lêdana amûrên muzîkê dibin.

Her wiha di her beşekî de ji bo fêrkirina şagirtan memosteya wê heye, minhac heye li gorî wî minhacî em wan şagirtan fêrdikin. Tenê zarok û jinên ciwan ên temenên wan di navbera 8 heta 40 saliyê de em pêşwazî dikin û em wan di aliyê teorîk û pratîk de perwerde dikin.”

‘Huner, rêbazeke veguhastina mîrasa çandî ye’

Roz Hesen axaftina xwe wiha qedand: “Hin astengî di karê me de derbas dibin ew jî fêrkirina yên bi temen mezin e, ji ber dema ku temenê wan biçûk be bêhtir zû fêr dibin û zehmetiyan di fêrkirina wan de nabînin. Hejmara şagirtên me jî nediyar e ji ber dema ku dibistan vedibin şagirtên me kêm dibin û di havînê de dîsa tên fêrî dersên xwe dibin li vir, ji ber zêdebûna şagirtan em li ser du danan didin yê sibeha û yê piştî nîvro. Her sal Mehrîcana zarokan heye di meha 9’an de ye şagirtên me yên muzîkê, şano û wênesaziyê beşdarî mihrîcanê dibin, bi wêneyên xwe, lêdna amûran û şano beşdar dibin. Mebesta me ji avakirina Dibistana Nuwêl ji bo fêrkirina zarokan li ser mîras, huner û çanda kurdan, bi taybet huner ji ber ku huner, rêbazeke veguhastina mîrasa çandî ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.