Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘YRJ’e rêxistinbûyîna hevpar a jinên rojnamevan e’

29/06/2025
in JIN
A A
‘YRJ’e rêxistinbûyîna hevpar a jinên rojnamevan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Bi boneya salvegera 5’mîn a damezrandina Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê, Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd diyar kir ku YRJ’ê ne ten teşeyek bû,  ew ji nerîneke zelal hat destpêkirin, nerîna wê jî ragihandin amûra berxwedanê ye û dengê jina azad bingeha avakirina civakeke demokrat û azad e û got, “YRJ’ê rêxistinbûyîna hevpar a jinên rojnamevan e.”

Li Kurdistan û cihanê jinên rojnameger bi pênûs û kamareyên xwe rastî û hovitiya li dijî jin û civakê pêk tê, derdixîne holê. Yên vê rastiyê ji cihanê re radigihînin, di heman demê qehremanî û pêşengiya jinên têkoşer jî heta vê kêliyê vedibêjin. Îro roj rojnamegerên azad bi têkoşîn û berdeldayînê li dijî her cûre binpêkirinan, rastiyê radixîne ber çavan. Li dijî pergala netew-dewletê, bi hişmendiya jina azad rêxistinkirina jin û civakê wê dawî li vê destilatê bîne û serkeftina xwe misoger bike. Ragihandina jin li dijî hişmendiya mêr û desthilatdaran ku îro nirxên civakê binpê dike, dikare bibe kelehek. Ev rastî di Kurdistanê de bi awayek şênber tê dîtin. Yekîtiya Ragihandina Jin bûye cihê rûnîkirina rastî û bilindkirina têkoşînê. Ragihadina jina azad, di nava têkoşînek dijwar de li ber xwe dide. Li hember hovitiya pergala zayendperest dibe mewziyek xurt a heqîqetê.

Bi çirûska şoreşa Rojava re, jinan di nava refên têkoşînê de cih girtin. Yek ji van refan jî qada çapameniya azad bû. Jinan xwe di vê qadê de bi rêxistin kirin û xwestin bibin reng û dengê xwe. Bê ku gav paşde bi avêjin, bi pênûs û kamara xwe, pêşengtî ji şoreşa azadiyê re kirin. Çapemeniya Jin a Azad heta niha di oxira heqîqetê de gelek berdêlên giranbûha daye. Li hemberî şerê qirkirin, dagirkirin û talanê gelek jinên rojnamevan bi biryar têkoşîn kirin û di oxira ku rastî di tariyê de nemîne canê xwe fedakirin bûn sembola ked, fedekarî û fedayîtiya çapemeniya azad. Li ser bingehê weke rojnamegerên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28’ê Pûşbera 2020’an de xwe bi navê Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê ragihand.

Heqîqet bi xwe di dengê jina azad de ye

Armanca ragihandina jina azad ew bû ku jina zana û bi cesaret a ku dengê xwe li hemberî berovajîkirina heqîqetê bilind dike, ji bo wê jina ku çek an jî kamîra rakir, ew bi xwe jina zane ye. Herwiha heqîqet bi xwe di dengê jina azad de ye. Ragihandina jin dîrok careke din zindî kir û rastiyên ku bi sedê salan veşartî mabû, derxist holê. Ragihandin ne tenê nave, lê di rastiya xwe de cewhera jiyan û mirovahiyê radighîne. Niha cavên giştî cîhanê li medyayên civakî ne, lewra dema jina azad wêneyên rastiyê parve dikin û heqîqetê şîrove dike, zanebûna jinê diyar dike. Di heman demê de wekî ku ragihandin di hemû qadan de xwedî role, jin jî pêşengê wê rolê ye. Ragihandin bê sînore û bi hebûna jina azad di qada çapemeniyê de, sînorê pergalê têk dibe.

Derbarê salvegera 5’mîn a damezrandina Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ, Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin Arîn Siwêd ji Rojnameya me re axivî.

Arîn Siwêd di destpêka axaftina de tekez kir ku YRJ rêgeheke berxwedanê ava kir û wiha got: “Bi boneya salevgera 5’an a damezrandina Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) de, em tekez dikin ku ev salên derbasbûyî wekî rêgeheke berxwedanê çê kir ku me dikarîbûn dengê jinên azad û êşên wan ên rasteqîne, li beramberî zihniyeta zilamsalarî û saziyên kilasîk ên ragihandinê ku jin ji xwe re weke amûr bikar tanîn, derxînin holê.”

‘YRJ’ê pêwîstiya jinên rojnamevan bû’

Arîn Siwêd di dewama axaftina xwe de girîgiya avakirina YRJ’ê anî ziman ku pêwîstiya jinên rojnamevan bi rêxstinbûyîneke hevpar hebû û wiha domand: “Di 28’ê Pûşbera 2020’an de Yekîtiya Ragihandina Jin hat avakirin. YRJ’ê di demekê ku pêwîstiya jinên rojnamevan bi rêxistinbûyîneke hevpar hebû, herwiha demekê ku şer li ser jinê bi taybet dihat meşandin û qada ragihandinê jî qada sereke ya vî serî bû, hat avakirin.”

Xwegihandina jinên rojnamevan li Sûriyê di nava 5 salan de

Arîn Siwêd eşekere kir ku YRJ’ê di nava 5 salên derbasbûyî de, dikarîbû xwe bighîne jinên rojnamevan yên ji tevahiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê de û wiha got: “Di van 5 salên derbasbûyî de me dikarîbû xwe bighînin jinên rojnamevan yên ji tevahiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê, me li wan guhdarî kir û tecrûbeyên wan li ber çavan re derbas kirin. Herwiha em li tevahî cîhanê vebûn û têkiliyên xwe bi rojnamevan û çalakvanên jin ên gelek dewletên cîhanê re, çê kir. Armanca me ji vê yekê jî ku em tecrûbe yan jî hevkariya xwe bi wan re parve bikin. Di vê çarçoveyê de me gelek komxebat û komcivîn bi awayekî dewrî li dar xistin. Qada sereke ya van komxebatan û nîqaşên wê yên sereke jî, rewşa jina rojnamevan û çawaniya ku em karibin lidijberî zihniyeta zilamsalariyê bisekinin, ev zihniyeta ku di saziyên ragihandinê de bûne esas, di vê yekê de me dikarîbû jinan bighînin wê astê ku karibin tecrûbeyên xwe yan jî xwe bi awayekî azad bînin ziman û hevkariyekê di avakirina xîtabeke ragihandinê giştî de, bikin.”

‘YRJ’ê ne tenê keyanek an jî teşeyek bû’

Arîn Siwêd da zanîn ku Yekîtiya Ragihandina Jin ne tenê keyanek an jî teşeyek bû, lê ew ji nerîneke zelal hat destpêkirin û wiha pê de çû: “YRJ’ê ne tenê keyanek an jî teşeyek bû, lê ew ji nerîneke zelal hat destpêkirin, nerîna wê jî ragihandin amûra berxwedanê ye û dengê jina azad bingeha avakirina civakeke demokrat û azad e. Îro di salvegera 5’an a damezrandina YRJ’ê de em vê nerîna xwe dîsa dubare dikin, karê xwe bi baweriyeke mezin û tecrûbeyeke xurtir dewam dikin. Baweriya me ew ku tişta me ji 5 salan dest pê kiribû hîna jî hewcedariyeke pê heye ku ji her demekê niha zêdetir hewcedarî bi kar û xebatên me heye, heta ku em karibin Sûriyeke demokratîk û azad ku mafê jinê tê de parastî be, ava bikin.”

‘Bi vekirina deriyê nîqaşê pêşxistinê di xebatên rêxistinî de bidin avakirin’

Arîn Siwêd axaftina xwe wiha qedand: “Em tekez dikin ku lidarixistina Konferansê di her qonaxeke girîng de, xwedî girîngiyeke pir mezin e ku em karibin kar û xebatên xwe binirxînin û deriyê nîqaşê li pêşiya hemû endamên xwe vekin, da ku em karibin pêşxistinê di kar û xebatê xwe yê rêxistinî de, bidin avakirin. Ji bo wê niha em hewl didin demeke guncaw ji konferansê re diyar bikin ku em karibin di vê konferansê de, beşdarbûneke zêde ya rojnamevanan û çalakvanan ku karibin guftogoyeke rasteqîn û vekirî ji bo pêşeroja yekîtiyê û rola wê a li ser asta herêmî û navnetewî de bikin, dikin. Di heman demê de em wek yekîtiyê niha desteyên têkildar çê dikin ji bo em karibin sîstema xwe ya hundirîn ji nûv re giftgo bikin û wekî nirxandinekî li ser kar û xebatê xwe yên salên derbasbûyî de bikin. Ev yek jî, ji me tê xwestin ku em karê xwe berfireh bikin li gorî pêvajoya ku niha qada ragihandinê bi giştî û qada siyasî tê de tê meşandin. Herwiha Yekîtiya me roj bi roj berfireh dibe gelek rojnamevan û çalakvan ji hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî wê jî dixwazin tevlî bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.