Arîn Koçer
Di vê pêvajoya pergala fînans ketiye nav kaosê de û hewl dide civakê di nav lepên xwe de bifebisîne û hêdî hêdî birizîne. Weke tê zanîn pergala desthilatdar her dixwaze hebûn û bingehê civakê ji holê rake. Pergal bi hişmendiya xwe ya paşverû ya dewleta netewe bi her şêweyî êrîşî civakê dike. Bi taybet jî mîna hemû pergalên desthilatperest bi hedefgirtina jinê bingehê avabûna civakê bi awayekî hîn kûrtir digire dest. Bi bîrdoziya xwe ya lîberal û di bin navê azadiya şexsî û ferdî ji civakê qut dike. Jinan pir bi zanebûn dikin meta û bi her şêweyî jinê dikin mijara bazarê.
Pergala serdest ji bo avakirina desthilatdarî û serweriya xwe gotiye ku destpêkê li jinê bidin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe rêya çareserî û rizgariya jin û civakê vekir. Hewce ye were zanîn ku levîathanê pergala fînansê dixwaze serweriya xwe li ser hemû şaneyên civakê çêbike û wê daqurtîne. Rêber Apo jî li beramberî vê pergala hov gotiye ku destpêkê divê jin xwe rizxgar bike. Felsefa azadiya jinê ya Rêber Apo weke rêbaz daniye holê, ji bo hêza jinê ya vîn û baweriyê jiyanî bibe û herikbar bibe çavkaniyeke herî esasî ye. Rêber Apo tenê ne Rêberê gelekî, yê hemû mirovahiyê ye. Ji tevahiya mirovatiya pêşverî re bûye dengê jin û civakê.
Teqez gerek were zanîn ku di divê pêvajoyê de, tevahî pergalên cîhanê yên desthilatdar ketine nava şer û pevçûnên pir mezin. Dubare Rêber Apo dibêje ku serdema şer derbas bûye û divê were bidawîkirin. Banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ji tevahî gelan re bû derman. Ji bo her kes têkeve nava lêkolînê û rastiya pergala desthilatdar û tundrew bizanin ev pêvajo pir girîng e. Dîsa ji bo li hemberî wê pergala kevnar û zalim helwesta xwe deynin holê û têkoşîn bikin, derfet çêbûne. Banga Rêber Apo pêvajoya jinan û civakê bi temamî guhert û çavê wan li rastiyê vekir da ku xwe bikin eniya dijberî pergala serwer.
Peyama Rêber Apo ya ji bo çareserî û aştiyê, rastî raxiste ber çavan. Rêbertî ji bo pêkanîna pergala wekhev û demokrat bi her awayî kete nava liv û tevgerê. Tê zanîn ku şert û merc jê re ne asteng e û ji bo pêk anînê armancê di şertên herî zehmet de jî têkoşînê xurt dike û arastekirina wê pêk tînê. Tevgerê jî dilsoziya xwe her tim daye diyarkirin. Bingehê têkoşînê li ser çi esasî ye û bi awayekî berbiçav ji banga Rêber Apo re bersivê herî rast da û kongreya xwe ya 12’emîn a partiyê pêk anî. Di wir de biryara fesixkirina PKK û sekinandina têkoşîna çekdarî da. Niha di asta cîhanî de ev mijar rojeva sereke ye û ji hêla pir hêz û aliyan ve tê nîqaşkirin.
Weke tê zanîn PKK’ê 52 salan roleke pir mezin girte ser xwe, bi fedakariyeke mezin têkoşîn da û bi hezaran cangorî û serkeftinên xwe heye. Pêkanîna biryarek wisa ji bo demê pêwîst û çêker e. Dibe ku hêzên muxalif û provokator vê pêvajoyê bi awayekî berevajî binirxînin, her cure xerabiyan bikin. Ji bo valaderxistina pêvajoyê bi her şêweyî bikevin nav liv û tevgerê. Hewce ye em zanibin fesixkirina PKK’ê nayê wateyê têkoşîn hatiye sekinandin. Berevajî têkoşîn derbasî qonaxekê din bûye. Divê were zanîn ku berpirsyarî û erkên demê dikevin ser milên her mirovekî Kurd. Ev guherîna paradîgmayî ji bo avakirina civakek demokratîk û sosyalîst gelekî girîng e. Ev têkoşîneke hîn xurtir û bi displîntir dixwaze. Her çiqasî dewleta Tirk hê bersivek ku garantiyê bike nedabe jî û êrîşên xwe bi dawî nekiribe jî divê ya bingehîn ew be ku em bi her şêweyî pêşî li her cure provakasyonan bigirin, xwe ji bo gihandina armancê kilît bikin. Em weke jin û ferdek ji civaka Kurd divê em xwe û civaka xwe amade bikin û biçin serkeftinê.






