Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Banga Rêber Apo pêngaveke nû a azadiyê ye’

28/06/2025
in JIN
A A
‘Banga Rêber Apo pêngaveke nû a azadiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hevseroka TEV-DEM Şaha Xelîl diyar kir ku banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” bingeha çareserkirina tevahî pirsgirêka ye û wiha got: “Ev bang bandorek mezin li tevahî cîhanê kir û jin di vê bangê de xwedî roleke girîng be.”

Di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo hat eşkarekirin, ev bang li tevahî cîhanê dengveda, bandoreke mezin kir û bi taybet li gelê Kurd, ev banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bangeke dîrokî ye. Piştî banga Rêber Apo pêşveçûnên dîrokî wê çêbibe. Di pêşveçûna vê bangê de wê rola jin gelek girîng be, ji bo tevahî jinên cîhanê û bi taybet jinê Kurd wê ev bang bibe banga azadî û piştgiriya ji jinê re.

Derbarê roja jin di banga Rêber Apo de Hevseroka TEV-DEM Şaha Xelîl ji rojnameya me re axivî.

‘Banga Rêber Apo serdemeke nû a azadiyê ye’

Şaha Xelîl destnîşan kir ku banga Rêber Apo serdemeke nû a azadiyê ye û wiha got: “Banga Rêber Apo a Aştî û Civaka Demokratîk dîrokeke nû di asta cîhanî de wê were nivîsandin, di dîroka cîhanê de dewletên hegemonîk, hertim xwe li ser şer jiyan kirine û armanca xwe dagirkirin e. Destpêka Tevgera Azadiyê derket PKK’ê di bin serokatiya Abdullah Ocelan de hat meşandin, di wê demê de şerê çekdarî dihat xwastin ji ber di wê demê de pêvajoya xweparastinê lazim bû û bi taybet wek gelê Kurd  em dibin zor û zemetiyan de bûn û armanca wan bû ku Kurdan tune bikin yanî PKK’ê li hember zihniyeta qirkirin û tunekirina gelê Kurd şerê çekdarî da meşandin.

Di vê çarçoveyê de şerê çekdarî ji bo parastina xwe û welat destpêkir. Lê her sedsal nexşeya cîhanê û bi taybet ya Rojhilata Navîn tê guhertin. Me di konferansa 12’emîn a PKK’ê de dît ku çawa biryara xwe ji nû ve avakirinê dan, ev jî tê wateya ku banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber Apo pêkanîn e. Ev bû 40 sale em bê navber şerdikin, armanca me ne kuştin û desthilatdariye, armanca me ku em azad jiyan bikin li ser esasê misogerkirina mafê gelê Kurd. Ev 26 salin ku Rêbe Apo di girava Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de jiyan dike lê dîsa paraznameyên ku Rêber Apo derxistine ew felsefe ji bo piraniya gelên cîhanê bûye felsefeya azadiyê û tê pejirandin.”

‘Ev zêdetirî 40 saliye dewleta Tirk êrişî Tevgera Azadiyê dike’

Şaha diyar kir ku Ev zêdetirî 40 saliye dewlata Tirk êrişan li ser tevgera azadiyê pêk tîne, lê heya niha neghaştî tu encamê û nikarîbû tu gavê bavêje û wiha domand: “PKK’ê biryara xwe ji nû ve avakirinê da, dema ku Tevgera Azadiyê derket bi 4 kesan dest pê bû lê niha bi milyonan şopdarê vê tevgerê ne. Ne tenê di milê leşkerî de lê belê di milê fikirî de xwe ji tevahî cîhanê re isbat kirin. Niha tevahî cîhan gihaştiye astekê ku banga Rêber Apo a Aştî û Civaka Demokratîk çareseriya hemû doza ye. Banga Rêber Apo dengvedanek dîrokî û mezin li tevahî cîhanê kir, dewleta Tirk heya niha tu gavên sereke û berbiçav neavêtiye. Ev pêvajo Aştiyê û Civaka Demokratîk ne hêsane, pêkanîna aştiyê ji ya şer girantire ji ber ku îdolojîk e û divê bibe bingeha avakirina civakan.”

‘Rêber Apo herdem parastina helwestên jinan dike’

Şaha da zanîn ku Rêber Apo herdem mafê jinê diparast û xwedî li helwestên jinan derdiket û wiha got: “Rêber Apo hebûna jinan ji xwe re esas digirt û hertim parastina mafê jinê dikir, Rêber Apo hêşt ku her jinek xwe nas bike û xwedî li mafê xwe derkeve. Rêber Apo jiyanek azad û hevbeş di nava jin û mêr de armac dike. Di jiyanê de barê herî giran ya jinê ye ji ber ku hertim di nava zor û zehmetiyan de jiyan dike. Bi derketina fikir û felsefeya Rêber Apo jinê mafê xwe nas kir û dest bi xebatên guhartina zihniyet û misogerkirina mafê xwe kir. Ji ber vê yekê rola herî mezin û giran di banga Rêber Apo de li ser jinê ye.

Di civaka xwezayî de aştî û civaka demokratîk dihat meşandin û bi rêvebirina jinê bû, di roja me ya îro de bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em ê vê civakê nû bikin. Çawa ku jina Kurd pêşenga şoreşa Rojava ye wê bibe pêşenga banga Rêber Apo a Aştî û Civaka Demokratîk.”

‘Banga Rêber Apo dengvedanek dîrokî çêkir’

Hevseroka TEV-DEM Şaha Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Banga Rêber Apo bandora xwe li tevahî cîhanê kiriye, ji ber ku dem dema aştiyê û avakirina civakeke demokratîk e. Ji bo vê bangê têkoşînek mezin lazime ji ber ku banga Rêber Apo ya aştî û Civaka Demokratrîk wê li pêşiya gelek felaketan bigire û wê bibe rêya çareserî û razîbûnê ji hemû cîhanê re. Banga Rêber Apo wê serdemeke nû ji tevahî gelan re be û wê bibe çareya tevahî pirsgirêk civakî û cîhanî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.