Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kombenda Efrînê bi daxuyaniyekî kiryarên dagirkeriya Tirk şermezar kir

28/06/2025
in NÛÇE
A A
Kombenda Efrînê bi daxuyaniyekî kiryarên dagirkeriya Tirk şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Kombenda Civakî ya Efrînê ya bajarê Dêrikê bi daxuyaniyekê kiryarên dagirkeriya Tirk ên ku heya roja îro li ser gelê Efrînê berdewam in, şermezar kir.

Îro Kombenda Civakî ya Efrîn a bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina kiryarên dijmirovî yên dagirkeriya Tirk yên ku li ser gelê Efrînê pêk tên, li pêşiya navenda xwe ya bajarê Dêrikê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hemû jinên ku cihê xwe di nav saziyên Rêveberiya Xweser de digrin, hazir bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser qonaxa piştî hilweşîna rêjîma Baas li Sûriyê û wiha hat gotin: “Gel hêvî dikirin ku bi ketina rêjîma Baas guhertinek çêbibe û hikumeta Veguhêz rêya xwe ya siyasî, civakî û aborî ber bi başiyê ve veguherîne. Lê Dewleta Tirk hîn jî ji kuştin, revandin, sûcên dijmirovî û talankirinê li ser gelê Efrînê pêk tîne û ev yek li pêşiya Neteweyên Yekbûyî tê kirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî serkeftina berxwedana gelê me li eniyên pêş, hêzên QSD’ê bûn parêzvanên herêmê di milê siyasî û leşkerî de, ji 10’ê Adarê ve ku li hevkirin di navbera HTŞ’ê û QSD’ê de çêbûn, ku xaleke taybet hebû ew jî vegera koçberan li bajarên wan û ewlekirina tiştên ku dibin sedema nerazîbûna gel, hat destnîşankirin. Di heman demê de çêkirina komîteyekê da ku bi rêya wan gel vegere, lê ev yek heya roja îro pêk nehat û kiryarên dijmirovî li ser gelê Efrînê zêdetir bûne di nav de jî kuştina zarokekî bi navê Mistefa Şêxo.”

Di dawiya daxuyaniyê de Kombenda Civakî wiha banga kir: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û rola xwe ya diyarkirî bilîzin da ku vegera ewle û bi rûmet a koçberan bo deverên wan pêk were, hem jî komên çete ji Efrînê derkevin, di heman demê de milk û mafên mirovan bê astengî li xwediyên wan vegere. Li aliyekî din serbestberdana hemû kesên ku çeteyan ew di girtîgehan de bê sûc esîr kirine, were pêkanîn . Di heman demê de kesên ku kuştin û talankirin kirî divê werin dadgehkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.