Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Têkoşîna Şêx Seîd dayî îtiraza dîrokî ya li dijî înkarê ye

28/06/2025
in NÛÇE
A A
KCK: Têkoşîna Şêx Seîd dayî îtiraza dîrokî ya li dijî înkarê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û got: “Gelê Kurd wê vê pêvajoyê bi serketî bi pêş bixe û têkoşîna ku ji serdema Şêx Seîd heta roja me bi bedelên mezin hatiye dayîn wê bi encam bibe û hesreta azadiyê bi dest bixe.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 100’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şêx Seîd ê ku di sala 1925’an de hate darvekirin, welatparêzekî hestyar, wêrek, zana û pêşengê gel bû.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de wiha hate gotin:

“Di ser darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî yên ku di bîra gelê Kurd de cihekî kûr digirin 100 sal derbas bûn. Em wan her tim bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di sedsaliya darvekirina wan de, em careke din Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin. Her wiha di şexsê wan de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê careke din bi minetdarî bi bîr tînin. Em dixwazin li vir diyar bikin ku xebata KNK’ê ya bi boneya sedsaliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî pêk tîne pir watedar dibînin.

Şêx Seîd, wekî welatparêzekî hestyar, wêrek, zana û pêşengê gelê xwe, neheqiya li ser gelê Kurd qebûl nekir û li dijî înkara li ser gelê Kurd derket. Têkoşîna ku wî dayî, îtîrazeke dîrokî ya li dijî neheqî û înkara ku li ser gelê Kurd tê kirine. Her çiqasî têkoşîna wan bi komkujî û darvekirinên dewleta faşîst a qirker hatibe tepisandin jî, wan bi berxwedan, wêrekî û bêyî ku tawîzê ji doza xwe bidin çûn sêdarê û ev yek  tevkariyeke mezin da kevneşopiya berxwedana Kurdistanê. Di encama têkoşîna Şêx Seîd û Seyît Rizayan de, li Kurdistanê berxwedan û têkoşîn ti carî kêm nebû û ev pêvajo heta derketina PKKê dom kir. Bi derketina Rêber Apo û PKK’ê ya li ser dika dîrokê re têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî ket qonaxeke dîrokî ya nû, şoreşa vejîna neteweyî pêk hat û siyaseta înkar û tinekirinê şikest.

Têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd di çarçoveyek wisa de pêşketiye. Niha bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a dîrokî ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, ev têkoşîn ketiye qonaxa avakirina azadiya gelê Kurd. Gelê Kurd wê vê pêvajoyê bi serketî pêş bixe û têkoşîna ku ji serdema Şêx Seîd heta roja me bi bedelên mezin hatiye dayîn wê bi encam bibe, hesreta azadiyê bi dest bixe û bendewariya Şêx Seîd ku dema ku ew dibirin darvekirinê ji bo rûyê neviyên xwe reş neke û têkoşînê bidomîne, wê pêk were. Bila gumana ti kesî nebe ku gelê Kurd wê vê yekê bi ser bixe. Bi vê bîr û baweriyê, em careke din di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza ku me daye şehîdan dubare dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.