Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dengê jinan di rojnamegeriyê de gaveke cewherî  ber bi avakirina civakeke azad ve ye’

28/06/2025
in NÛÇE
A A
‘Dengê jinan di rojnamegeriyê de gaveke cewherî  ber bi avakirina civakeke azad ve ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

YRJ’ê bi boneya 5`emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek da û got, “Li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye, em bawer in ku dengê jinan di rojnamegeriyê de gaveke cewherî ya ber bi avakirina civakeke adil û azad ve ye.”

Bi boneya 5`mîn salvegera damezrandina Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ), bi amadebûna bi dehan rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo daxuyaniyek hat dayîn.

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku damezirandina Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ`ê weke pêwîstiyeke dîrokî bû û wiha hat gotin: “Li dijî zihniyeta baviksalar a ku hebûna jinan bi dirêjahiya sedsalan paşguh kiriye, tê dikoşe. Damezirandina YRJ’ê ne tenê gaveke rêxistinî bû, lê encama daneheva têkoşîneke demdirêj a jinan di qada çapemeniyê de û fedakariyên mezin ên ku jinên rojnamevan di oxira gihandina rastiyê de dane, hat avakirin. Em bi vê boneyê hevrêyên xwe yên şehîd Cîhan Bîlgîn, Dilîşan Îbiş, Eylol Nohilat, Rohenda Efrîn, Dilovan Gever, Arîn Cûdî û hemû kesên di oxira avakirina ragihandineke jinan a berxwedêr de jiyana xwe feda kiriye, bi bîr tînin. Dengên wan bûn çira û rêya têkoşîna me ya berdewam ronî kir.”

Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Em rojnamegeriyê wekî amûreke berxwedana fikrî û rêxistinî dibînin. Li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye, em bawer in ku dengê jinan di rojnamegeriyê de gaveke cewherî ya ber bi avakirina civakeke adil û azad ve ye. Her çend tecrubeya YRJ’ê tenê 5 salan dom dike jî, ew li ser mîrateyeke xurt û berfireh ava dibe ku demeke dirêj e sazûmankirina baviksalariyê dixe ber pirsyariyê û hewl dide alternatîfên wê biafirîne. YRJ wek yek ji formên vê sazûmankirina alternatîf derketiye pêş. Îro zêdetirî 500 rojnamevan û nûçegihanan, YRJ çalakiyên xwe di tevahî warên çapemeniyê de berdewam dike û cihê xwe wek dika altarnatîfa çareserkirina dozên civakî, jîngehî, aborî û siyasî xurt dike û girîngiyê dide pirsgirêkên jinan.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên rojnameger roleke pêşeng di veguhastina rastiya şer û berxwedanê de ji cîhanê re lîst, ew di gihandina dengê gel de bi rêya belgekirina her kêliyeke têkoşînê li dijî dagirkeriyê, talankirin û wêrankirina li dijî binesaziya civakî, bi ser ket û wiha pêde çûn: “Jinên rojnameger ketin eniyên pêş û bi israreke mezin li hember hewldanên bêdengkirinê û çewisandina rastiyê sekinîn. Rojnamevanan ev yek bi kamera, deng û pênûsan ku wek alavên berxwedan û aşkerakirina rastiyê kirin. Ruxmî zêdebûna krîzên siyasî, aborî û mirovî li Rojhilata Navîn û cîhanê, em diyar dikin ku projeya me ya avakirina ragihandina demokratîk a azad nasekine. Em têkoşîna xwe ya ji bo ragihandineke rewşa jinan û têkoşîna gelan nîşan bide dewam dikin, hişmendiya civakê ber bi nirxên azadî, wekhevî û jiyana hevbeş ve bi pêş bixe. Bi vê boneyê, em silavên xwe yên serbilindiyê ji her jineke di zeviya ragihandinê de dixebite û ji her jineke di avakirina dengê azad û serbixwe de dibe alîkar re dişînin. Em diyar dikin ku, pabendî dewamkirina rêya me dest pê kiriye ne û em ê armancên YRJ’ê pêk bînin.”

Daxuyanî bi diruşmeya Jin, Jiyan, Azadî hat bi dawî kirin

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.