Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRA bi daxyanyekê binçavkirina rojnanmevan Hesen Zaza şermezar kir

27/06/2025
in NÛÇE
A A
YRA bi daxyanyekê binçavkirina rojnanmevan Hesen Zaza şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîtiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyêkê binçavkirina rojnamevan Hesen Zaza ji aliyê hêzên desthilata Şamê ve şermezar kir.

Naveroka daxuyniya YRA wiha ye:

“Îroj di saetên piştî nîvro de, li paytexta Sûriyê Şamê, Hêzên Ewlekariya Giştî ( El-emin El-am) ên girêdayî Hikûmeta Sûriyê avêtin ser mala Endamê Meclîsa Giştî yê Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Ereb li Sûriyê, Hesen Zaza û bêyî sedem nîşan bidin, ew ber bi cihekî ne nas ve birin.

Weke parêzvanên mafên rojnamevanan û azadiya wan, em bang li aliyên têkildar ên girêdayî Hikûmeta Şamê dikin ku çarenûsa hevkarê me Hesen Zaza eşkere bikin û di zûtirîn dem de serbest berdin. Her wiha divê berpirsyariya xwe ya parastina jiyana rojnamevanan ku dengê rastiyê ne pêk bînin û ji bo karê wan, heyamek ewle û guncaw dabîn bikin.

Em bang li sazî û dezgehên navneteweyî yên eleqedar û saziyên mafê mirovan dikin ku bi erkên xwe rabin û çarenûsa hevkarê me Hesen Zaza eşkere bikin. Êdî tabloya li Sûriyê xeternak bûye divê saziyên navborî ji bo parastina rojnamevanan li Sûriyê û misogerkirina şert û mercên rojnamegeriyeke azad bixebitin. Her wiha em tekez dikin ku Hikûmeta Şamê berpirsyarê ewlehiya hevkarê me yê binçavkirî Hesen Zaza û her rojnamevanekî ku dibe rastî xeteriyan were ye ku divê binpêkirinên li dijî rojnamevanan rawestin.

Em weke Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, binçavkirina hevkarê xwe ji aliyê Hêzên Ewlekariya Giştî (El-emin El-am) bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo wî û hemû rojnamevanên ku rastî astengî û binpêkirinan tên radigihînin, her wiha em ji Hikûmeta Sûriyê daxwaz dikin ku zexta li ser rojnamevanan rawestîne û hevkarê me Hesen Zaza bi lez di zûtirîn dem de serbest berde.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.