Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ji bo ku Rêber Apo azad bibe, hem jî dewleta Tirk gavan di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bavêje, pêkhateyên Qamişlo bi piştgiriya Insiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Apo û Insiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo meşek li dar xistin.
Bi armanca şikandina tecrîd û sîstema îşkenciya li ser Rêber Apo pêkhateyên Qamişlo, partiyên siyasî û tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser bi durşmeya “Ji Ji Bo Rêber Apo Azadî Û Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” meşek li dar xistin.
Meş ji çerxerêya Osman Seberî ya Qamişlo bi pêşengitiya jinan û malbatên şehîdan dest pê kir û heya Çerxerêya Şehîd Rûbar a li cem Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat domandin.
Di berdewamiya meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd, Abdullah Ocalan li jor hatibûn bilindkirin û hemû pêkhate bi hev re ji bo Rêber Apo silogan digotin.
Meş li cem Çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîng, piştî wê jî meşvanan xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrewanan rawestiyan.
Herwiha di destpêkê de li ser navê Insiyatîfa Gel a Qamişlo, hevseroka Ofîsa Rêxistinî ya TEV-DEM’ê Şaha Xelîl wiha
got: “120 roj li ser banga Rêbertî ya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bû, em peyama xwe didin dewleta Tirk û hevalbendên wê ku di deserdema heyî de pêwîstî bi gavavêtina bi lez ji bo pêvajoyê heye. Di serî de jî divê dewleta Tirk Rêber Apo bi fîzîkî azad bike û derfetê bide komîte û komisiyonên pêvajoyê da ku xebatê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bikin. Îro cîhan tev nîqaşa vê pêvajo û projeyê dike, hemû kesî jî erê kiriye li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Eger ev pêvajo bi ser nekeve wê dewleta Tirk hesabên giran bide.”
Mîtînga girseyî bi siloganên “Bijî Rêber Apo û Têk Biçe Tecrîda Girankirî, Bijî serok Apo” li gel tilîliyên jinan û nîşana serkeftinê dawî bû.






