Asya Weşûkanî
Dema ku navê Nûda tê gotin ferîşte û xwedawendên, dîrokî û resen têne bîra mirovan û wiha ji dilê mirov tê ku; mirov ji wê milyaketê re secde bike. Weke ku tê zanîn gelek ferîşte û xwedawendên, weke Nûda Karker li ser xaka pîroz a Kurdistanê derketin û ji şoreşa hemdemî a gelê Kurd re pêşengtî kirin û gihaştin pileya pîroziyê. Rêheval û fermandar Nûda ji bo me pêşeng û serkêş bû. Dema ku min rêheval û fermandar Nûda Karkir dît beriya her tiştî şirove û nirxandinên Rêber Apo hatin bîra min û şiroveyên; Rêber Apo wiha ne: Dema ku fermandar û xwedawend Nûda Karker, li akademiya kadro a li bajarê Şamê de û dema ku dîlawer; Nûda dinava perwerdê de radibe ku hevalên din yên dinava perwerdê de li ser kesayeta wê dahurandin bikin Rêber Apo jî hazir bûye. Rêber Apo kesayeta fermandar Nûda digre dest û dinirxîne.
Rêber Apo ji bo çeleng Nuda Karker wiha şirove dike û dibêje: Kesayeta te weke ferîşteyekê ye lê tekez gerek tu zanibe, ku ferîşte têye wateya mulayim, belengaz û bêdeng û divê mijarê de nirxandin dike. Dema ku mirov wan dahurandinan dixwîne wê, demê mirov dibîne bêka Rêber Apo çiqasî qîmet dida rêheval û fermandara çeleng; Nuda û hêviyên ji fermandareke leşgerî û bi hêz çiqasî mezin bûye, Rêber Apo pir bi jinên pêşengên şoreşê re westiyaye û kedeke mezin daye. Ji bo ku jinên zekî û fehimdar karibin pêşengtiya şoreşê bikin, Rêber Apo kedeke bêhempa xerc kiriye û hîna jî wê tekoşînê; bi kelecaneke pir mezin dide.
Fermandar û serkêş Nûda Karker xwedî kesayeteke, zana û jîr û jêhatî bû. Dema ku mirov li dêm û çavê qehreman Nûda temaşe dikir, mirov didît ku dilekî xwe yê weke deryayan fireh û mihrîban hebûye û sîfatên wê yên xwezayî pir lipêş bûn. Fermandara delal û bedew gelekî narîn û wêrek bû. Dilêriya şehîd Nûda û dilê wê yê pak û weke deryayekê zelal, wê hîn zêdetir da hezkirin û derxiste pileya xwedawenda. Ew xwedawendên biheybet û vîndar ku dikarîn, xwe û hem zayenda xwe biparêzin û pêşbixin. Qehreman Nûda herdem di nava heval û hogirên xwe de, nimûne bûye û fermandareke ji xwe bawer û şerker bûye.
Mirov dikare bibêje ku şehîd Nûda li gorî nav û dengê, xwe derket û weke ku Rêber Apo jê re got ferîşte (Milyaket) bi rastî jî leheng Nûda weke milyaketekê bû. Lê dema ku dihate xwestin de jî qehreman Nûda pir hişk bû û qet çavê xwe ji kurt û kêmasiyan re ne digirt û xwedî sekneke rêxistinî bû. Weke ku têye zanîn şêre jina Kurd û keça bajarê dîrokî, Başqela (Elbak) Nûda Karker her weke çavkaniyeke pir zelal û herikbar bû. Çeleng Nûda di nava jiyanê de pir bitevger bû û qet li ciyê xwe ranediwestiya û karkireke serkeftî a şoreşa mirovahiyê bû. Dîlawer Nûda jineke fedekar û xwedî insyatîf bû. Şehîd Nûda her weke jineke cewherî û ferîşteyana ma û ji dil û can têkoşîn kir. Her wiha herî zêde jî dixwest ku here Bakurê Kurdistanê û li Botana Egîdan têkoşîn bike.
Piştî xwe ferzkirineke dijwar derbasî herêma Botanê dibe û li geliyê Hêzilê û bi taybet jî li gundê Mihriyê ku gundekî vala ya xelkên Suryan bûye, dijmin di zivistanê de li ser ciyê wan derdikeve operesyonê û qehreman Nûda tevî leheng Qortay Feraşîn digihêjin şehadetê. Ji xwe beriya wê bi çend heyvan me şehadeta fermandar Nûda bihîstibû, lê paşê derket holê ku şehadeta wê rast nîne û hin heval bibêtêlê pêre xeber jî dan û hin hevalan li ser wê nivîs jî nivisandibûn. Dema ku hevala Nûda bi hevalan re li ser bêtêlê xeber dida, gelekî kelecan girtibû û digot min mereq kiriye we; li ser şehadeta min çi nivisandiye.
Niha jî ez dibêjim xweska niha fermandar Nûda Karker heba û nivîsê ku min li ser wê nivisandiye xwendiba. Bi rastî hevala Nûda gelekî hêja û giranbiha ye ji bo min û tevahî Tevgera Azadiyê û me gelekî jê hezdikir û qîmet dida yê. Rêber Apo gelekî qîmet didayê û dema ku bihîstiye ku hevala Nûda çûye Botanê û şehîd ketiyê; hevalekî hêrs bûye û gotiye gerek ew xwedawend hatibaya parastin. Qehreman Nûda bi rastî xwedawend bû. Weke ku tê zanîn piştî şehadeta fermandar Nûda gelek ciwanên jin ên ku beşdarî nava gerîla bûn navê xwe kirin Nûda û çeka wê li erdê ne hêştin û tola wê rakirin. Bi rastî wendakirina fermandar û çeleng Nûda Karker ji bo tevgera jinên Kurdistanê wendahiyeke pir mezin bû.
Bi mebesta bîranîna rêheval û fermandar Nûda Karker, ez careke din bi hurmet û minetdarî xwedawend û ferîşteya çiyayî bibîrtînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wê û tevahî şehîdên qehreman ditewînim û soza xwe ji wan re nû dikim. Dibêjim wê têkoşîna me ji berê hîn zêdetir xurt bibe û emê, hedef û armancên wan pêkbîn in.






