Ronahî Sadûn/Qamişlo
Jin di Meclisa Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişa ku li ser Dêra Mar Elyas a li Şamê pêk hat û di encamê de kesên sivîl û cihê îbadtê bû armanc, daxuyaniyeke nivîskî li pêş Dêra Meryem Elizrai ya bajarê Qamişlo da.
Jin di Meclisa Ol û Baweriyan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişa xwekujkî ya ku di 22’ê Pûşber de li dijî Dêra Mar Elyas a taxa Diwêla ya Şamê pêk hat, di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî bi zimanê erebî li pêş li Dêra Meryem Elizrai ya bajarê Qamişlo da.
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Bi dilên dilsoz ên tijî xemgînî û hêviyê, em îro bi vê daxuyaniyê wekî îfadeya helwesta xwe ya mirovî û exlaqî ji we re vedibêjin. Em bi eşkereyî êrişa ku li ser Dêra Mar Elyas a taxa Diwêla ya Şamê pêk hat û di encamê de kesên sivîl û cihê îbadtê bû armanc, şermezar dikin. Di kêliyek pîroz de, dema pêkanîna rêûresmên manewî, destê xiyanetê dirêj bû, da ku jiyana bêgunehan bistîne û careke din nirxên dilovanî û pîroziya cihên îbadetê ku em hemû baweriya xwe pê tînin, kirin armanc.”
Daxuyanî wiha hat domandin: “Ev êriş wekî sûcek li dijî tevahiya giyanê mirovahiyê tê hesibandin û hewldanek bêhêvî ye ji bo gurkirina pevçûnan û têkbirina tevna civakî ya Sûriyê ku Sûriyê bi pirengî û hevgirtina xwe tê naskirin. Em ji we re piştrast dikin ku dilê me bi we re ye, êşa me yek e û berpirsiyariya me hevpar e. Bi rêya vê daxuyaniyê, em bang dikin ku hemû gotinên nefretê, bêyî ku çavkaniya wan çi be, bên rakirin. Herwiha em bang dikin ku cihên pîroz, hem yên Xiristiyan û hem jî yên Îslamî û hemû cihên îbadetê wekî sembolên yekîtîyê werin parastin, ne wekî qadên xwînrijandinê. Em hikûmeta niha li Şamê bi tevahî berpirsiyar dibînin ji bo parastina sivîlan û cihên îbadetê û ji bo hesabpirsîna sûcdaran bi awayekî zelal û eşkere ku ji sûcaran li gorî qanûnên herêmî û navneteweyî hesab bipirsin, edaletê ji bo qurbaniyên vê kiryara dijmirovî, misoger bikin, pîroziya cihên îbadetê biparêzin û pêşî li dubarebûna binpêkirinên wiha bigirin ku ewlehî û aramiya civakê tehdît dikin.”
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em pabendbûna xwe ya tevahî nû dikin ku peyama olan evîn, dad û aştî ye û em di parastina wan de hevkar in. Bi gotin û kirin, em ne tenê bi we re di nav piştgiriyê de ne, lê em vê birînê bi hev re parve dikin. Ji êşa windakirinê, em biryardariyek diafirînin, da ku ji bo hemû Sûriyê pêşerojek jiyan û rûmet ava bikin.”






