Argêş Vîyan/Qamişlo
Hûnermend û yek ji endamê klîba Mizgîn Qadir Çat da xuyakirin ku erka mezin ya hunermendan e ku hewildanên Rêber Apo yên çareseriyê bidin danasîn û wiha got: “Em çi bikin jî em deyndarê Rêber Apo ne”
Klîbek ji straneke Kurdî cara yekem li mala li gundê Amara ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, hate kişandin. Strana “Mizgîn”, ku gotin û muzîka wê ji hêla Koma Hevra ve hatiye nivîsandin, ji hêla hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) û Koma Hevra ve hate pêşkêş kirin. Klîpa ku li studyoyê û Amarayê hatiye kişandin, 35 enstrumanên cûda yên ku ji hêla hunermendan ve hatine lêxistin di klîpê de cih digire. Klîb dê di salvegera biryara darvekirinê yê ku di 29’ê Pûşbera 1999’an de li derheqê Rêber Abdullah Ocalan de hatiye birîn, li ser medyaya dijîtal were parvekirin. Di heman rojê de, Şêx Saîd û 46 hevalên wî li Amedê hatin darvekirin.
Di derbarê klîpa bi navê Mizgîn ya gundê Amara yê Rêber Apo lê jidayikbûye hatiye kêşandin de, hunermend û yek jî stranbêjên klîpa Mizgîn Qadir Çat ji rojnameya me re axivî.
Amadekarî û pêşkêşkirina klîpê
Navê stranê: Mizgîn
Gotin û mûzîk: Koma Hevra û hunermendên NÇM’ê Qadir Çat, Arhat, Zeynep Dogan,
Dîrok û Amadekirina klîpê: 18’ê Pûşber 2025 – Amara
Derhênerî: Beşa Sînema
Weşankirina klîbê: 28’ê Pûşber 2025
Teknîk: Sazûmaniya Sanatça
Beşek ji stranê wiha ye:
“Mizgîn
Mizgîn ji wera ey welat Ji Amarayê roj hilhat
Ronî da axa pîroz Ji Rihayê (ji îmralîyê) deng dihat
Wek Îbrahîm û Manî Wek Zerdûştê Medyayî
Reşand tovê jîyanê azadkir Kurdistanê
Avda axa Kurdistan ava dikir nû jîyan
Zevîyên Mezopotamya kirye baxçê gulîstan
Hat hat hat rojame
Mizgîn ji wera gelê me
Hat hat apê me Serok û rêberê me
Azat dike cîhanê Bi fikir û ramanên xwe
Wa hat roja me şewqa xwe daye serme
Bi felsefe ya azat roni dike riya me
Rojê şitla azadî çandiye li Kurdistanê
Ew şitil mezin dibe dibe dara jîyanê
Her çiqilêk ji darê dibe çandek civakê
Her pêlekî ji darê dibe rengê jîyanê
Her gellek avadibe di bin sîya wê darê
Kulîlk dide vedibe nav baxçê gulîstanê
Hatt hatt hat hat rojame
Mizgîn ji wera gellê me
Hat hat apê me Serok û rêberê me
Azat dike cîhanê bi fikir û ramanên xwe
Wa hat roja me şewqa xwe daye serme
Bi felsefe ya azat roni dike riya me
‘Ji Amara yanî gundê Rêber Apo stran gotin ji bona me vejîneke nû bû’
Hûnermend û yek jî endamê klîba bi navê Mizgîn, Qadir Çat da xuyakirin ku bi kelecaneke mezin amadehiya klîpê de cih girtine û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em bi hevalên koma musîkê ya bi navê koma Hevra me ev strana bi navê Mizgîn amade kir. Bi kelecaneke malbata Rêber Apo em pêşwazî kirin. 17’ê Pûşberê me li Amedê ev stran xwend, lê di 18’ê mehe de jî me klîp li navçeya Xelfetî gundê Rêber Apo ev stran amade kir. Bi rastî şênî û welatiyên ku gundê Amara jiyan dikin jî pêşwazî û eleqeyek pir mezin nîşanî me dan. Em di demijmêrên seharê de gihiştin gundê Amara. Ev klîp ji aliyekê ve dîrokî ye û cara yekem li ber mala Rêber Apo ve klîpekê wiha tê kişandin. Ev jî bi saya têkoşîna Rêber Apo ya 27 salan û pakrewanên doza azadiyê pêkhat. Ev dara ku Rêber Apo di zarokatiya xwe de di bin de diliyist û hîmên şoreşa azadîyê di bin de diavêt me taybet li bin wê dare klîp kêşand. Me di heman demê de jî weke nîşaneya ku hebûna Rêber Apo di klîpê de li wir darek çand. Klîpekê hevpar û girseyî bû. Em pir bi kelecan bûn û ez weke kesayet jî pir şanazim ku me hindirê wê klîpê de cih girt. Ev zarokên ku ji bona cejnê bi Rêberê gelan Rêber Apo re hevdîtin kiribûn, me ev jî dîtin û guhdar kirin. Bi rastî jî dema mirov wêneyekê Rêber Apo jî dibîne miro kelecan digire, me li ber mala wî stran gotin. Ev rastîyeke ku li ber derê Rêber Apo jiyan kirî û şopê xwe tê de hiştibû dîtin jî ji me re vejînekê nû bû.”
‘Klîpa Mizgîn bingeha hîmê civaka demokratîk e’
Qadîr Çat bibîrxist ku ji bona fêmkirina Rêber Apo çiqas stran û helbest bên nîvîsandin û gotin jî kêm e û wiha bi dawî kir: “Hunermendên NÇM’ê û koma Hevra weke erkekê mezin dîtin û ev stran derxistin. Me fikrandineke hevpar bi hevre civand û nêrînekê derket û di encamê de jî berhema strana Mizgîn çêbû. Ji bona derhênerî û nivîsandina senaryo jî beşa sînema her tişt girt li ser milê xwe. Di her alî de berhemekê xwezayî û kolektîf derket holê. Em weke hunermendên şoreşa Kurdistanê em ê ji bona xurtkirina bingeha hîmê civaka demokratîk xebatên wiha bidomînin. Ji ber ku em hunermend jî şagirtên Rêber Apo ne û erka hunermendan ya herî mezin Rêber Apo fêmkirin û dana naskirin e. Ji ber wê yekê berdewamiya van klîpan û bi vî şêwazî wê her di dema pêş de jî berdewambe. Em dîsa jî di serî de ji bona ev firsend ji me re avakiriye ji Rêber Apo re, hevalên ku keda wan di vê klîpê de çêbû koma Hevra, hunermendên NÇM, di serî de endamên malbata Rêberê gelan Rêber Apo û welatiyên gundê Amara re spas û şanaziya xwe pêşkêş dikin.”






