Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çend gotin li ser wêjeyê (1)

25/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Çend gotin li ser wêjeyê (1)
Share on FacebookShare on Twitter

Cîger EFRÎNÎ

 “Wêje çavê gerdûnê ye yê ku her tiştî dibîne û diçe heta kûrahiya derûniya mirovan.” (M. Gorkî)

Her şoreşeke dîrokî li gorî bîrdoziya xwe hin armancan datîne pêş xwe û ji bo civaka ku dixwaze biafirîne wêjeyekê li gorî felsefa xwe derdixe holê. Li gelek welatan pêşîn di wêjeyê de proyotîpên civaka siberojê di wêjeyê de tên afirandin. Bi demê re ji kesên ku wan berheman dixwînin karekterek/kesayetek tê afirandin û bi wî awayî kesên ku wê şoreşê pêk bînin, an jî hîma civaka nû ya ku şoreşê daniye pêş xwe bihûnînin derdikevin holê. Ev, ne ji bo şoreşên rizgariya netewî, bi giranî ji bo şoreşên dîrokî derbasdar e. Mirov dikare wekî mînak; Şoreşa Ronesansê, Şoreşa Islamê, Şoreşa Pîşesazî, Şoreşa Oktoberê bide. Bi wan şoreşan re civakê serûbûniyek jîyan kir. Gava em bala xwe bidin berhemên di pêvajoya wan şoreşan de (beriya wan an jî piştî wan bi demeke kurt) derketine, nûbûnekê dibîne. Lê ji ber ku hemû şoreşan (hinekan di serî de, hinekan jî piştî demekê) bidestxistina dewletê wekî armanc diyar kirine, ji bilî berhemên pêşîn ên din wekî dubarekirin û teqlîd kirine yên pêşîn ma ne. Çimkî ew jî ketine çerxa desthilatdariyê û bi awayekî ketine xizmeta desthilatdariyê. Ango desthilatdariyê ew jî wekî xwe kirine, xesandine.

Em dizanin ku, wêje hem zanebûnê bi mirov dide qezenckirin û hem jî di hêla derûnî de rê ji guhartin û veguhartina kes re vedike.

Heta niha wêje bi gelemperî wekî ji hêlekê ve birqandin û bandora hemû hebûn û bûyerên dervayî mirov li ser derûnî û heyîna mirov girtine dest, ji hêla din ve jî tişta ku divê bê jînkirin û gengaz e raber kirine. Heger em van her du aliyan bigirin dest;

1- Birqandin û bandora bûyerên dervayî mirov li ser derûnî û heyîna mirov; Mirov hebûneke ku kesayeta wî/wê li gorî tevger û bûyerên li derdora wî/wê diqewimin û xwezaya ku têde dijî tê avakirin û awaya jîyana wî/wê jî tê dîyarkirin. Yanê wekî ku Îbnî Xeldûn gotî; “xwezaya ku mirov têde dijî çarenûsa mirov diyar dike.”  Lê ji nirxandinên Rêber APO em fêm dikin ku, ne bi tenê ev bandorker in. Ango ne bi tenê bûyerên ku di serdema ku kes têde jiyaye li ser bûyîn-hebûn û awaya fikirîn, xeyalkirin û jîyana mirvo bandorkerin, di gel wan hemû bûyerên ku di dîroka wê civakê de û li ser wê erdnigariyê qewimîne jî di avakirina kesayetê de xwedî ristekî pir mezin in. Gelek bûyer û qewimîn hene ku, mirov ji “bîr kirine”, an jî nekesî jê re qala wan kirî û ne jî di pirtûkekê de xwendiye, lê di bingehê de ew bûyer nehatine jibîrkirin û di bîrdanka civakî de cîhê xwe girtine û ji civakê jî derbasî kes bûne. Lê ji ber ku kesên di civakê de bi debara jiyana rojane ve mijûl dibin, dibêjin qey ew bûyer hatine jibîrkirin. (divê em ji bîr nekin ku, mijûlbûna bi debara jiyana rojane ve koletiya kes kûr û xurt dike). Qet ne di ferqa wê yekê de ne ku di hebûn û awayê bûyîna wî/wê de ji zû ve cihê xwe girtine û ew kes dervayî vîna xwe di bin bandora wan bûyeran de jiyana xwe didomîn e. Ev e, di vê xalê de rista wêjeyê derdikeve holê. Dîrokzan di pirtûkên ku dinivisînin de bûyera wekî ku hatine jiyankirin dinivisînin (mixabin heta niha dîrok li gorî nêçîrvan hatine nivisandin, ne li gorî heqîqeta civakî û heta bi gelemperî di pirtûkên dîrokê de ji ber ku bi awayekî objektîf nehatine nivisandin, em di wan de gel civakê nabînin). Ji ber ku ew pirtûkên li ser mijarên dîrokê hatine nivisandin aliyê wan yê giyanî, hîs tune ye, ango ji dilînan şûştî têne nivîsandin. Ji lewra jî di avakirina kesayetê de zêde bandora wan çênabe.

Wêjevan jî bûyerên dîrokî di helbest û destanên xwe de dihûne, di çîrok û romanan de dinivisîne, lê tenê bi nivîsandina wan bûyeran re sînordar namîne. Gava tenê bi vegotina bûyeran re sînordar ma, ew berhem nabe berhemeke wêjeyî, dibe pirtûkeke li ser dîrokê hatiye nivîandin, an jî tiştekî din. Weke mînak; dîrokzan bûyereke qirkirinê dinivisîne; dibêje; “li filan cihî, di filan dîrokê de filan dewletê/keyî ewqasa kes kuştin”. Ev, heta bi cihekî li ser derûniya mirov bandor dike. Lê wêjevan bandora wê qirkirinê di şexsê çend kesan de na, çiqasa li ser civakê bandor kirî vedibêje. Mînak; teswîrkirina giriyê dayîkekê, mêrekî, an jî zarokên sêwî li ber dîwaran ma ne, bêçaretiya mirovan di nava wî şerî de, dilîneke wiha ku sibehê dibe ku were serê xwîner bi awayekî nerasterast radixe ber çavan. Nêzîkatiya pêşîn bêdilîn e, ya duyemîn jî bi dilînan dagirtiye.

Ev herdu nêzîkatî jî rast in, lê tam nebûne bersiv ji guherîn û veguhartinên di civakê de. Sedema vê yekê, wekî ku me li jor jî anîbû ziman, nederketina wêjeyê dervayî çembera feraseta bîrdoziya dewletê ye. Mirov dikare bêje ku, hişmendî, xeyal û daxwazên kes ji jiyanê çi bin, berhema ku binivisîne jî kêm-zêde rastiya wî/wê nivîskarê/î radixe ber çavan. Heger em pirseke wiha bipirsin, wê merama me baştir were zelal kirin; di wêjeya heta îro de rewşa jinê çi ye? Mînak çi cudahî di navbera rewşa jinan a pêvajoya Şoreşa Pîşesaziyê û ya jinan di pêvajoya Şoreşa Oktoberê de heye? Her wiha di nêzîkbûna ekolojîk de çi cudahî di navbera nêzîkbûnên wan her du şoreşan de hene? Di hêla nêzîkbûna ol û bawrerîiyan, kêmnetewan de ferqa wêjeya wan şoreşan di hêla cewher de ji hev û din çi ye?

Di rastiyê de di hêla cewher de cudabûneke mezin mirov nabîne. Heger em mijara jinê bigirin dest; jin an objeyeke seksê ye ji bo mêr, an jî jin ji jinbûna xwe derketî û bûye mêr! Hezkirina hatiye raberkirin, li ser bingeha seksê ye. Di hinan de (yên xwe dispêrin biîrdoziyên olî) jin bi kincan hatiye pêçan, di hinan de jî (yên serdema Ronesansê û piştî wê) jin hatiye tazîkirin. Di her du rewşan de jî rista ku dane jinan heman e; an karxaneya çêkirina zarokan, an jî têrkirina ajoyên mêran e! Di her du nêzîkatiyan de jî jin bi nav heye, lê di cewher de jin bi xwe tune ye. Fîzîkî heye, lê ji hêla giyanî ve hatiye fetisandin-kuştin!

2- Rast e, di berhemên wêjeyî de tîp, karekter hatine û tên raberkirin, derûnîiya leheng vegotine, bandora civakê li ser kes jî heta astekê hatiye vegotin, lê kesayet mijareke serbixwe ye û ev alî kêm ma ye. Ango mijara kesayetê bi serê xwe bûyereke kûr û pêdivî bi vehûnandina kesayetê kêlî bi kêlî heye (di vir de qesta me ji gotina “pêdivî bi vehûnandina kesayetê kêlî bi kilî heye,” ew e ku, pêvajoyên ku kesayet têde cewher standî ye. Ne ku hemû xwarin-vexwarinên kes, rabûn û rûniştandina wî/wê were vegotin e!). Heger kesayeta berê neyê veçirandin, kesayeta nû jî nawelide. Hin berhemên ku derûniya mirov digirin dest jî hene. Lê mirov heyîneke wisa ye ku, bi tenê bi veçirandina derûniyê nayê naskirin û kesayet nayê çêkirin. Ji ber ku kesayet û derûnî ne heman tişt in. Derûnî dinyaya hûndirîn e, lê kesayet kelijîna dinyaya hundirîn û ya derve ye. Weke mînak; dayîk çîrokekê ji zaroka xwe re vedibêje. Belkî ne zarok û ne jî dayîk tam di wê zanebûnê de ne ku, ew çîrok derûniyekê di hundirê zarok de çê dike. An jî guhdarkirina straneke bi coşê dagirtî, an jî bi êş û elemê dagirtî, her yek ji wan derûniyeke cuda çêdike. Her wiha zanista ku zarok di salên dibistanê de fêr dibe, baweriya olî ya ku ji dê û bavê xwe girtî û hwd. çi û çawa li ser wê/wî zarokî/ê kirî neyê veçirandin, neyê vegotin, di encamê de bandora ku li ser xwîner bike demkî ye û rê ji avakirin û sazbûna kesayeteke nû re venake.

Ji bo ku berhemên wêjeyî bibin bersiv ji civaka siberojê re, divê her tişta ku li ser hebûn û bûyîna kes bandorkere; ev mijarên dîrokê dibin, xweza dibe, têkliyên di navbera mirovan de dibin, qewimînin di derûniya kes bi xwe de çê dibin, xeyal, zanebûna kes, bawerî, zayenda wî/wê dibe, cihê wî/wê di nava civakê de, bi kurtasî strandina duh, îro û sibeha kes di kêliyê de dikare bibe bersiv ji avakirina kesayeta siberojê re. Ji hêla din ve her bûyerek li ser her mirovî di heman astê de bandor nake. Çawa ku bandora bûyrekê li ser hemû mêran ne yek e, bandora wê bûyerê li ser hemû jinan jî ne yek e. Bandora bûyerekê li ser hemû mêran cuda ye, li ser hemû jinan jî cuda ye û roletîfî ye.

Ango mijarên ku dîrokzan digire dest tiştên ku qewimîne û di encamê de bûyereke hatiye jiyankirin e. Lê wêjevan ji her bûyereke qewimiye hin aliyan hildibijêre û tevahiya bûyeran di çerçoveyekê de bi hev ve girê dide û tiştên ku neqewimîne û dibêtiya qewimîna wan heye lê zêde dike, bi tenê aliyê dilînan nagire dest, her wiha di hêla aqil de çi bandorê li ser awayê ponijandina mirov dike jî bi awayekî sergirtî dihûne û wan hemûyan bi rêbazeke ku kes xwe têde bibîne, an jî dûrî xwe bibîne raber dike. Ji xwe berhemeke wêjeyî ku mirov nede ponijandin, pirsekê di hişê kes de çêneke û mirov kêm-zêde nexe lêpirsînekê ew nabe berhemeke wêjeyî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.