Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di Roja Cîhanî ya Jin di Dîplomasiyê de; Pêşengtiya jina Kurd

25/06/2025
in JIN
A A
Di Roja Cîhanî ya Jin di Dîplomasiyê de; Pêşengtiya jina Kurd
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Di 24’ê Pûşpera sala 2022’an de Roja Cîhanî ya jin di Dîplomasî de, ji aliyê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi hejmara 12 hezar û 427’an hate ragihandin. Ev yek ji bo naskirina rol û xebatên jin di warê dîplomasî de, hat destnîşankirin. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşengtiya jinê ev xebat di wateya wê a rast de, pênase kir.

Danasîna dîplomasî 

Dîplomasî ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera gel, kom û dewletan de ye, bi taybetî di dema şer de, ji bo belavkirina aştiyê û çareserkirina qeyranên di navbera netew û dewletan de, di heman demê de şêwazeke danûstendin û diyalogê ye. Her wiha dîplomasî ew e ku rêya çareseriyên hemû pirsgirêkên li pêşiya aştiyê ye û ji bo avakirin û xurtkirina têkiliyan di navbera rêxistin an jî welatan de. Li Rojavayê Kurdistanê yek ji xebat û stûnên herî bingehîn yên ku bi xwe re serkeftiyên mezin avakirine, Xebatê dîplomasiyê ye. Ev xebat di hemû qadan de çi siyasî û çi leşkerî û xebatîn civakî dibe, tê meşandin.

Di nirxandin û pênasekirina dîplomasiyê de, wiha hatiye gotin

Bi gotineka din, hate lihevkirin ku”Dîplomasî” wekî têkilîyeka ku bingeha xwe heye û bi rêya qanûn û rêgezan tê parastin û çênabe ku tu alîyek binpê bike an jî derbas bike. Herwiha, hin kes hene ku “Dîplomasî”yê wekî huner û rêbazekî danûstandinê di navbera dewletan de, an jî peywendîyên li ser asta kesayetan di civakê de jî, pênase dikin. Di heman demê de, dîplomasî wekî têkilîyên birêxistinkirî ên di navbera dewletan de ye, hunera birêvebirina karûbarên dewletan, hunera pêkanîn û serkeftina siyaseta dewletê ya derve ye. Li ser vî esasî, êdî Dîplomasî di qada siyaseta derve de, bû yekem gava ku divê were avêtin, ji ber ku ew bi rêya Dîplomasî dewlet siyasetên xwe yên derve û têkilîyên xwe bi alî û hêzên siyasî yên din re, pêk tînin. Lewma dîplomasî wekî xebata nûnertî û danûstandina ku di navbera dewletan de ye, di çarçoveya têkilîyên navdewletî de ye, pêk tê. Dîplomasîya ku rêbazên din ên siyaseta derve wekî hêza leşkerî û alavên aborî destekê didin wê, wekî dîplomasîya çalak tê binavkirin.

Dîplomasî di wateya xwe ya nûjen de, tê wateya “Komek ji têgihaştin, rêgez, bergirî, merasîm, sazî û rêgezên navdewletî yên ku têkilîyên di navbera dewlet û birêxistinên navdewletî û nûnerên dîplomatîk birêxistin dikin. Armanc ji vê yekê jî xizmetkirina berjewenîdyên bilind (ewlekarî û aborî), siyasetên giştî û belgekirina di navbera berjewendîyên dewletan bi rêya peywendîyan û pevguhartin, bergirîyên danûstnadinên siyasî û pêkanîna hevpeymanên navdewletî.

Di heman demê de, dîplomasî zanist û hunereke birêxistinkirin, birêvebirina têkilîyên navdewletî ye, nûnertîya hikûmet û parastina berjewendiyên dewletê yên niştimanî. Ev yek jî ji alîyê nûnerên dîplomatîk bi rêya danûstandinan pêk tê. Herwiha, em dikarin bibêjin ku dîplomasî ew rêgezên navdewletî yên birêxistinkirî û bergirîyên ku girîngîyê didin birêxistinkirina têkilî, peywendî û hevpeymanên di navbera yekîneyên siyasetê yên navdewletî de. Ev rêgez jî wekî qanûn ku divê her alî pêk bîne û dewlet jî berpirsê pêkanîna wê ye û birêxistinkirina wê li pêşîya civaka navdewletî ye. Di heman demê de, dîplomasî zanistek e ku şandina şandayan, konsolosxane, baylozxane û karûbarên wan birêxistin dike û vê yekê jî li gorî qanûna navdewletî ku her kesî li ser hev kiriye, pêk tîne.

Rola jin di xebatên Dîpolmasî de

Piştî çirûska 19’ê Tîrmehê gelek tişt hatin guhertin û Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hat naskirin ku jin roleke pir mezin lîstin di hemû waran de û bi taybetî di warê siyasî û diplomasî de. Piştî wê jî di sala 2013’an de Komîteya Têkiliyên Jinan a Dîplomatîk hat avakirin û bi demê re xwe berfireh kir di gelek bajaran de heta gihîşt asta Ewropa û Rojhilata Navîn û bi vî rengî jinan diplomasiya xwe û têkiliyên xwe ava kirin. Armanca wê guhertina zîhniyeta ku bi hezaran salan hatiye meşandin li ser asta Rojhilata Navîn û cîhan bi giştî jî. Jin di Komîteya diplomasî de, serbixwe ne û ruxseta xwe ji Rêveberiya Xewser girtiye wekî sistemek di hundirê Rêveberiya Xweser de û destek didin jinên di hundirê Rêveberiya Xweser de. Şandeyên ku tên Rojava û hem jî nêrînên ku tên girtin di vê qadê de roleke jinan heye, di heman demê de şandeyên jin li Rojhilata Navîn û Dewletên Ewropayê jî hene. Lihevkirin û hatina şandeyan li Rojavayê Kurdistanê hişt ku destekdayîn çêbibe hem ji aliyê jin ve hem jî ji aliyê wan ve.

Di Rojava de jinên pêşengtiyê di aliyê têkiliyan de dike, bala jinên cîhanî û rêxistinên jinan kişandina ser têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sîstema wê ya xweser a di qadê civakî, siyasî, aborî û hwd…. Ev jî nimûneyeke ku hemû jin ji xwe re bingeh bigirin. Herwiha dîplomasiya jin di Rojavayê Kurdistanê de, dixwaze bi hemû jinên welatên Rojhilat Navîn û derve re, di milê zanistî, xurtkirin û tecrûbeyên xweparvekirin de, xebatên hevbeş li hemberî zihniyeta ku dijbertiya jinê dike, bide meşandin.

Di sîstema Netewa Demokratyîk a Rêveberiya Xweser de, jinan bi hemû pêkhateyên xwe di tevahî herêmê de cihê xwe di astên herî girîng û pêş de girtin. Em di sîstema hevserokatiyê de, dibînin ku jin rola pêşengtiyê di xebatê giştî û xweser de dilîze. Di rêvebirina xebatê dîplomasiyê de ku em niha dibin şahidê gelek gavên girîng û dîrokî di asta cîhanê de avêtine de, bi pêşengtiya jinê tê kirin. Vê yekê jî hişmendiya pergalê yên ku li ser jinê hatine teysandin, guhartin û li dijî wê hêz û îradeya jina pêşeng a ku dikare cihê xwe di hemû xebatan de bigre, raber kirin.

Girîngiya xebatên Dîplomasî

Şoreşa Rojava di bingeha xwe de bi şoreşa jinê naskiriye. Herwiha bi feraset û bi felesefeya Jin, Jiyan, Azadî îro jina kurd li her qadekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe girtiye, ne bi rengê teşe û wêne. Lê bi deng, reng û biryardariya xwe. Ev dihêle ku teysandinekî proja demokratîk a ku pêşengtiya wê di hemû qada de jine, ji derve re cihê balkêşiyê be. Li ser vê balkêşiyê jî îro bi sedan jin ji Rojhilata Navîn û derveyî Rojhilata Navîn berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rohilatê Sûriyê û tecrûbeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di gelek mijara de meraq û lêkolîn dikin. Da ku vê modêlê derbasî welatê xwe bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.

Astengî û pirsgirkên ku jin di karê dîplomasî de dikişîne

Astengiyên ku di xebata dîplomasî de derdikevin. Yek jê pisgirêkên mezin siyasetên ku îro li ser bingeha berjewendiya dûrî exlaq tê meşandin û bandora wê ya ku li jinê dike, jin dibe qurban, penaber dibe û tê çewsandin. Herwiha şerê ku hîna li Sûriyê dewam dike û li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi taybet, di heman demê de li herêma beravê komkujî û binpêkirinên ku çêbûne, encama zihniyeta cîhadperestiya ku kete şûna Baasê de. Ev jî pirsgirêkeke nû ku hat pêşiya jinê. Di heman demê de yasaya ku qaşo ji bo Sûriyê ye, lê di bingeha xwe de aramî û demokrasiyê pêş nexe. Berûvajî wê destûrekî inkar û nedîtina rasiya Sûrî hem demokratîk, hem pirengiya wê neberçav girtine. Ev yek wê ne aramiyê pêk bîne, lê wê şer gurtir bike.

Herwiha pirsgirêkên din rewşa aborî, lîstokên ku li ser Sûriyê heyî û taybet milê dewleta Tirk de ya ku agirbestê pêk nayîne û ne jî destê xwe ji Sûriyê dikşîne. Ev hemû li ser bingeha ku çawa karibin Sûriyeke ne demokrat ava bikin, lewma rola jin û pêşengtiya jin di pêvajoya pêşiya me de gelek girîng e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.