Esma Mistefa/Qamişlo
Kongra Star Konferansa Hevserokatiyê li bajarê Qamişlo lidar xist. Konferansekî bi vî awayî ji bo nîqaşkirina rol, xebat, kêmasî û nebesiyên di nêzîkatiyên her du zayendan di rêxistinkirin û rêvbirinê de derdikevin, care yekem tê orgenîzekirin. Endamên li konferasê amede bûn tekez kirin ku berpirsyartiyên her duyan hene û divê di femkirin û rêxistinkirinê de li hember şoreş û destkeftiyên wê bi erkên xwe rabin.
Ji bingeh û stûnên ku li ser wê Rêvebriya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin; Sîstema Hevserokatiyê bû. Sîstema hevserokatiyê yekemîn modêl û rêbazê birêvebirin û rêxistinkirinê di tevahî cîhanê de ye. Ev terz yek ji hîmên bingehîn yê Konfedralîzma Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ye. ji lewra ev terz bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, ket piratîkê û dengvedaneke dîrokî di tevahê cîhanê de ava kir û bû mijara hemû hêz û dewletên navnetewî.
Ev sîstem bi cihêwaziya xwe a ku tê de îradeya jina azad esas digre, li hember hêzên desthilatdar bû kelema serdemê. Hêzên ku hebûna xwe li ser tunebûna jinê didin avakirin ku di hemû sîstemên dewletan yên cîhanê de tu cihê jinê bi îrade, hêz û azadiya xwe tê de bigre, nîne. Li ser van bingehan di tevahî cîhanê de v bû mînak. Her çiqasî ji jinên cîhanê û bi taybet ji îradeya jinê re bû cihê kêfxweşiyê, lê li hemebr wê yekê jî ewqas şer û neqebûlkirin tê raberkirin.
Kongra Star di derbarê mijara hevserokatiyê de li Bajarê Qamişlo Konferansa Hevserokatiyê bi beşdarbûna nêzî 300 delegeyî ku cihên xwe di sîstem, sazî û destgehên Rêberiya Xweser de digrin, lidar xistin. her wiha wê ev konferans li tevahî kantonên herêmê werin lidarxistin. têkildarî vê mijarê Hevseroka TEV-DEM Remziye Mihemed, Hevserokê Desteya Jîngehê Mihemed Ehmê ji rojnameya me re axivîn.
Zirweya hevserokatiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket
Remziye Mihemed di destpêkê de bal kişand ser sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin û wiha got:
“Her çendî ev sîstem bi awayekî di hin welatên cîhanê û Kurdistanê de tê meşandin de jî lê di cîhanê de zirweya wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate derketin. Di giştî xebatên siyasî, leşkerî, dîplomasî, civakî û rêxistinî de roleke pêşeng a jin tê dîtin. Miletekî ku dîroka wan nîn be pêşeroja wan jî nîne, jinên ku rêxistinbûna wan a xweser hebe, hêzeke wan a mezin jî heye. Ku bingeh û binasaziyeke wan hebe xwe li ser rêxistin û ava bikin, her wiha sîstemeke demokratîk bidin avakirin û bi hev re rêxistinkirina civak û malbatê bidin meşandin”.
‘Divê her du alî li hember Şoreşê bi erkên xwe rabin’
Remziye wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sîstem û zihniyeta ku dispêre beriya 5 hezar sal a ku lis er hebûn û rola jin di civak û jiyanê de tunekiriye, her wiha di hemû qadên jiyanê de her tim mêr erkdarkirin û esasgirtin. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistan û di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ev qalibên civak û sîstemê hatin têkbirin. Jin di tevgera Azadiyê de cihê xwe di asoyên herî bikin û bi nirx de girt, jinan partî avakirin, cihên xwe di hemû beşên jiyanê de girtin û xwe pêşxistin.
Dema sîstem hevserokatî be û tevlîbûn nîv bi nîv be ku jin di hemû beşan de cih bigre, ew wê demê dikare di hundir xebatê de rolekî mezin bilîze. Ji bo wê jî xalên girên di navber her du cinsan de heye ku bi hev re pêk bînin û li ser bimeşin. Di hemû partî, sazî, tevger û beşên jiyanê de, berpirsyartiyên her duyan hene û divê di femkirin û rêxistinkirinê de li hember şoreş û destkeftiyên wê bi erkên xwe rabin. Nêrînên hevbeş derkevin, hezkirin di xebatê komînal de were avakirin. Her wiha jin di rêvebirinê de ne weke cîgir û alîkerekê bê dîtin, divê her du hev temam bikin û vê yekê di rengê civakê de bidin diyarkirin. Di heman demê de divê mêr zihniyet û hişmendiya xwe a desthilatdariyê bide aliyekî û bi şoreşê re xwe nû bike”.
‘Ferasetên mêr guhartin û îradeya jina azad zindî kir’
Her wiha Mihemed Ehmê da zanîn ku sîstema hevserokatiyê bingeha demokrasî û misogeriya mafê jinê ye û got:
“Di dema pêkanîna sîstema hevserokatiyê di Şoreşa Rojava de, weke gavên destpêkê yên ber bi demokrasî û wekheviyê de, hatin pêkanîn. Ev sîstem hemû sînorên pergalê yên ku li ser jinê hatibûn ferizkirin, têk bir û ji bo azadî û mafê jinê bû bingeh. Ji lewra çavê cîhanê li vê modêla rêvebirinê a ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye avakirine”.
Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di nava sîstemên radîkal, zihneyetparêz û desthilatdar de, avakirina terzekî rêvebirinê bi vê awayî helbet ne hêsan e. Mêr di nava salên şoreşê de bi saya paradîgmeya ku hatiye avakirin, karîn dest ji hinek feraset û nêzîkatiyên xwe yên ezezî berdin, her wiha bawerî û îradeya jin a ku jê hatibû standin zindî kir. Di vê konferansê de jî nakokî, kêmasî, zehmetiyên her du aliyan nîqaşkirin û şîwazê çareseriyê derketin pêş”.






