Hêvî Keleş/ Qamişlo
Rêxistina Sara, Rêxistina Stêrk û Weqfa Jina Azad bi daxuyaniyekê êrişa li ser ji Dêra Mar Ilyas şermezar kirin û gotin: “Ev êriş ne tenê li dijî Xiristiyanan e, lê ev êriş li dijî tevhî Sûriyê ye.”
Bi tevlîbûna Saziyên Sivîl li bajarê Qamişlo, îro ji aliyê Rêxistina Sara, Rêxistina Stêrk û Weqfa Jina Azad daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn. Di daxuyaniyê de êrişa ku li ser Dêra Mar Ilyas ya li taxa Dwêlayê li Şamê pêk hat, hat şermezarkirin.
Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Rêxisrina Sara Arzo Temo bi zimanê Erebî hate xwendin.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye: “Di demên dawî de, Sûriyê bi zêdebûna pevçûn û binpêkirinên ewlehiyê re rû bi rû maye. Nebûna aramî û baweriyê di navbera hemû pêkhateyên welêt de xirabtir bûye, di nav de nebûna sepandina qanûnê û hesabpirsîna sûcdaran, wekî ku li peravên Sûriyê qewimî. Êvara Yekşemê , 22’ê Hezîranê, me xebera êrîşa xwekujî ya terorîstî ya li dijî Dêra Mar Ilyas li taxa Diwêleh a Şamê wergirt, ku di encamê de bi dehan mirovên bêguneh, di nav wan de jin û zarok jî hebûn, hatin kuştin û birîndar bûn. Ev kiryara sûc ku cihekî ewle yê îbadetê hedef girt, binpêkirineke eşkere ya hemû nirxên mirovî û exlaqî ye. Em ji bo kesên ku jiyana xwe bêsûc ji dest dane, xemgîniya xwe ya kûr diyar dikin, sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya bilez dixwazin.
Em (Rêxistina Sara, Weqfa Jinên Azad, Rêxistina Sterk) vê êrîşê ku kombûnên sivîl ên ewle hedef girt, şermezar dikin. Her wiha em daxwaz dikin ku rayedarên pêwendîdar lêpirsînek tavilê û berfireh bikin da ku şert û mercên vê êrîşê diyar bikin û hemû berpirsiyar hesab bidin, çi sûcdar bin, çi planker bin, çi jî teşwîqker bin. Pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst ji bo qurbaniyan û malbatên wan: bi dabînkirina lênêrîna bijîşkî û psîkolojîk û alîkariya mirovî ya lezgîn. Ewlekariya cihên îbadetê: Girtina hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina welatiyan, bi taybetî cihên giştî û kombûnên olî. Şerkirina terorîzmê di hemû şêweyên wê de: xebat ji bo zuwakirina çavkaniyên tundrewî û tundûtûjiyê, û hevkariya navneteweyî ji bo rûbirûbûna vê gefa nêzîk. Parastina tevna civakî ya Sûriyeyê, tekezî li ser yekîtiya neteweyî û redkirina her hewldanek ji bo çandina nakokî û kînê di navbera gel de. Her wiha em hevxemiya xwe ya bi gelê Sûriyeyê re di vê ceribandinê de tekez dikin û baweriya xwe bi şiyana wan a derbaskirina vê krîzê, têkbirina terorê û avakirina Sûriyeya xeyalên me, Sûriyeyek ku evîn, aştî û dadperwerî tê de serdest be, tînin ziman. Ev êrîş ne tenê êrîşek li dijî Xiristiyanan e, lê belê kêreke li dilê her Sûriyeyiyekî ye ku baweriya xwe bi Sûriyeyê wekî welatekî hevpar tîne.”






