Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (3)

24/06/2025
in NÛÇE
A A
Ji dema Serxwebûnê ve sîstemên desthilatdariyê li Sûriyê û sîstema herî guncaw ji bo Sûriya îro… (3)
Share on FacebookShare on Twitter

Di serdema Esedê bav de azadiya kesayetî û giştî hatin çewsandin, jiyana siyasî hat tunekirin û pirrengiya siyasî hatibû mandelekirin. Her tim gotina yekem û dawî ya hêza ewlekariya leşkerî û zora leşkerî bû. Herwiha aborî jihevketî bû û hemû dîmenên azadî, demokrasî, ewlekarî û ewlehiyê tune bûn. Esedê bav berî mirina xwe kurê xwe ji bo serokatîyê amade kiribû, ew jî di rûniştineke Encumena Gel de ku tê de madeyeke destûrî hat guhertin. Di wê destûrê de dihat gotin ku nabe temenê serokê dewletê kêmî çil salî be, lê di pênc xulekan de Beşar bû emîndarê Partiya Baasê û bû serokê welat û rêberê giştî yê dewlet û civakê.

Rêbazê Esedê kur ji Esedê bav ne cûdatir bû

Rêbazê Esedê kur ji yê bav ne cûdatir bû. Piştî demeke kurt ji rêbazekî hinekî baş, aliyên ewlekarî careke din, piştî guhertinên ku li Rojhilata Navîn çêbûn, (hilweşîna rêjîma Iraqî, kuştina Refîq el-Herîrî li Libnanê û tewanbarkirina rêjîma Sûrî bi kuştina wî) dest bi çewsandina dijberan li welat kir.

Tevî ku madeya destûrî ya ku dibêje “Partiya Baasê serwera dewlet û civakê ye” hat guhertin jî, lê gelên Sûrî dê rastî rêjîmekê bimîne ku ji rêjîma Esedê bav bi gelekî dijwartir û tundtir bû. Bi gihaştina şoreşa erbî bo Sûriyê û bi şikandina tilîyên zaroyên Derayê yên ku li ser dîwarên dibistanan nivîsîn “em azadiyê dixwazin”, şoreşa Sûrî di nîvê Adara 2011’an de hat destpêkirin. Di encamê de jêrzemîna welat hat rûxandin û bi melyonan Sûrî hatin koçberkirin, bi hezaran jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran di zindanên vê rêjîmê de bi cih bûn, her wekî zindana Seydnaya ya ku hovîtî û dîktatorîya rêjîma Baasê nîşan dide. Jixwe bi hezaran Sûrî heya niha windayî ne. Lîsteya komkujîyên ku derheqê Sûriyan de di vê şoreşê de pêk hatin, ne kêmî komkujîyên ku di serdema bavê wî de pêk hatine, her wekî komkujîya kîmawî ya Xûta di 21’ê tebaxa 2023’an de û komkujîya Xan Şêxûn di nîsana 2017’an de.

Tevî ku xwest hin pinekirinan di destpêka şoreşê de bike jî, lê bi yek carê rêjîma giştgir destê xwe neda Sûriyên ku doza guhertina ber bi demokrasiyê, rêzgiritina mafên mirovan û parastina azadiyan dikir. Lê belê rijdbûna rêjîma Sûrî li ser çareseriya leşkerî û dana derfetê ji bo aliyê leşkerî da ku xwepêşanderên aştiyane biçewisînin, hişt ku şoreş ber bi leşkerbûnê ve biçe û destwerdanên navdewletî û herêmê di Sûriyê de pêk werin. Di encamê de aloziya Sûrî kûrtir û aloztir bû û bêtir xwina gelê Sûrî hat rijandin û dewleta Tirk xaka Sûrî dagir kir û gelên Sûrî bêtir tarûmar bibe û ji hev bikeve.

Bi piştgiriya Rûsî û Îranî Beşar li ser desthilatê ma

Bi piştgiriya Rûsî û Îranî ya berbiçav, Beşar di dema şoreşê de li ser desthilatê ma, lê di 8’ê Berfanbara 2024’an de, ev desthilat li ser destê HTŞ’ê (Desthilata Şamê) hat rûxandin û Beşar reviya derveyî welat. Bi vî awayî desthilata Baasê û malbata Esed ya ku bi awayekî zordar, mîratî û nijadî hukm li Sûriyê dikir, bi dawî bû û li pey xwe barekî giran li ser milê xelkên Sûriyê hişt ku vê yekê ew di tirs û nehedarîyeke mezin de hiştin. Nexasim ji ber van guhertinên siyasî yên bilez li herêmê û bidawîbûna rêkeftina Sayiks-Bîko û ji nû ve nivîsandina nexşeya herêmê, nemaze ji ber ku HTŞ’ê bi paşxane û çanda xwe ya islamî ya radîkal tu hêvîyekê ji bo Sûriyeke demokratîk hilnagire û heya vê kêliyê tu nexşeyeke çareseriyê ji bo Sûriyê û nerîneke zelal derbarê Sûriya pêşerojê û awayê desthilatê tê de, li ba wê tune ye. Heya niha hê rêbazê gihaştina wê ji bo desthilatê di demeke kurt de pirsan tîne holê û derbarê hêza saloxgerî ya li piştê gumana hene.

Qonaxa guhertina dîrokî ya mezin

Qonaxa guhertina dîrokî ya mezin di nava xwe de du bijarteyan tenê dihewîne; qonaxeke xwînî ya mezintir (eger ev qonax mîna rêbazê dewleta neteweyî, alav û rêbazên wê be), wê hingê dê parçekirina Sûriyê encama dawî ya vê qonaxê be (eger li ser dewleta neteweyî û navendî ya xwedî yek al, yek ol, yek reng û yek netewe hat rijdman).

Ji aliyekî din ve ev qonaxa herî berhemdar e. ji ber wê jî gelê Sûrî li pêşberî mafên dîrokî ye, da ku xwestekên civaka Sûrî ya pir ol, pir nasnameyên çandî, nijadî û neteweyî werin pêkanîn. Ji ber wê jî bihêzkirina enîya hundirîn li Sûriyê peywireke sereke ye û yek ji erkên girîng û sereke ye ku dikevin ser milê tevahî partî, aliyên siyasî û kesayetên siyasî, çandî û olî yên ku baweriyê bi demokrasî, pirrengî, azadî û aştiyê tînîn. Ji wan tê xwestin ku têkoşîna xwe zêdetir bikin. Da ku pergaleke nû li Sûriya nû were avakirin ku tê de azadiya civaka Sûrî, wekhevî û rêveberîyeke demokratîk û pirreng werin dabînkirin û ji nû ve reseniya civaka Sûrî were vejandin; ew jî bi rêya xwespartina li nirxên civakî û sincî yên ku hemû pêkhateyên gelê Sûrî ji sedên salan ve digihînin hev û divê hemû li ser Sûriya nû li hev bikin, Sûriyeke ku gel û xaka wê yekgirtî be, Sûriyeke ku xwedî nasnameyeke niştîmanî ya ji bo hemû Sûriyan be.

Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.