Stêrk Mihemed/Qamişlo
Bi hilweşîna Rêjîma Baas a qirker re hikumeta Şamê ya vegûhêz hate ser desthilatdariya Sûriyê, tu guhertin çênekir, lê tûndî û kuştin zêde bû. Xelasbûna Sûriyê ji vê tundiyê û qirkirinê demokrasî û biratiya gelan e.
Rêjîma Baas ku 67 salan li ser desthilatdariya hikumeta Sûriyê ma û ev 67 sal bi êş, komkujî, qetilkirin, neqebûlkirina gelan û talankirinê tîjî bû, piştre di 8’ê Berfambara 2024’an de Rêjîma Baas tê hilweşandi, li şûna wê hikumeta Şamê ya veguhêz tê avakirin, tu guhertin nehat çêkirin, lê rewşa Sûriyê her ku çû aloztir bû. Kuştin, talankirin, revandina jinan û tundî zêde bû, çareseriya aloziya Sûriyê çiye? Ji bo pêşeroja Sûriyê û demokrasiyê pêwîste ku di nava xwe de hemû netew, ol û gelan bigre. Divê di avabûna Sûriyeke nû de azadî, wekhevî û qebûlkirina jinê esas be û pêwîste ku sîstema navendî û qirkirinê bidawî bibe û sîstema demokrasî û azadiyê were avakirin.
Rêjima Baas
Sûriyê û Rejîma Baas her tim di nava aloziyek mezin de jiyan dikir, hertim kuştin, neqebûlkirina gelan, qirkirin û komkujiyên li ser netewên din dihate meşandin. Di dema Rêjîma Baas de hemû gel û netew rastî gef, revandin û neqebûlkirinê dihatin, ji ber Rêjîma Esed Sûriyê di nava alozî, pirsgirêk û tunebûnê de jiyan dikir. Rêjîma Esed ku 67 salan di hikumetê de ma, ew 67 sal ji bo tevahî gelê Sûriyê salên tunebûna maf û jiyanê bû. Di heman demê de neqebûlkirina gelan û bi taybet gelê kurd, herdem gelê Kurd di nava êş û komkujiyan de jiyan dikir. Rêjima Baas gelê kurd ji nasnameya wan ya Kudî dûrxistin û qedexe kirin û derfet nedihişt ku bi Kurdî biaxive û bixwîn e. Gelek herêmên Kurdan dagirdikin, kurdên ku ji bo gelê Kurd kar û xebat bike ew dikirin zindanan, şehîd dixistin û hemû kiryarên dijmirovî li ser gelê Kurd didane meşandin.
Bi hatina hikumeta Şamê ya veguhêz re, çi guhertin rûda?
Bi hatina hikumta Şamê ya veguhêz re, rewşa sûriyê alûztirbû. Sûriyê hîn di nava şer, kuştin, qirkirin û gefê de jiyan dike. Gelê Sûriyê hîn rastî qirkirin û kuştinê tê, gelê Elewî û Durzî yê ku hikumeta Şamê di bin navê ku ew bermahiyên Rêjîmê ne êrîşî wan dike û gelek kes li Berava Sûriyê rastî kuştin, işkenceyê tên û gelek welatî jî rojane têne revandin. Di serî de kiryarên ku li ser jinê têne meşandin bê sînor û hesabin; jin dihatin revandin û aqûbeta wan çiye kes nizane, zarok hatin kuştin. Sûcê van zarokan çiye qey ew jî bermahiyên Rêjîmê ne, an wan sûriyê xerab kiriye? Sûriyê ji pêvajoyek xerab derbasî pêvajoyek xerabtir bûye, guhertin nîne. Sûriyê di çarçoveya alozî û mirinê de maye. Her roj komkojî, qirkirin, kuştin û revandin heye.
Gelek hevdîtin di navbera hikumeta Şamê û QSD’ê de hatin çêkirin, li ser hin bendan li hevkirin çêbû, lê hin bend pêkhatin û hin jî hîn pêknehatine.
Pêşeroja jinê di nava hikûmeta demikî ya veguhêz de wê çawa be?
Di nava HTŞ’ê de ne qebûlkirina jinê heya, niha heye herwiha jin tên revandin û rewşa wan ne diyar e. Di nava Sûriyeke aloz de wê rewşa jin çawa be? Jiyana jin wê hertim di nava sînor û tirsa ji revandina bi darê zorê be, ser serî û çav girtin bi darê zorê di bin navê şermê de. Neqebûlkirina mafê jinê ne qebûlkirina civakê bi gîştî ye. Divê rol û mafê jinê were parastin.
ji bo pêşeroja Sûriyê çi sîstem û netew pêwîste?
Ji bo pêşeroja Sûriyê demokrasî pêwîst e, Ji bilî demokratîkbûna Sûriyê rêyeke din ya derketina ji qeyran û aloziyê tune ye. Sûriyê di gelek alozî, komkojî û qeyranan re derbas bûye, ji bilî demokrasiyê tu çare tuneye. Sistema demukrasiyê wê mafê hemû gelê Sûriyê biparêz e, hemû netew û olan di nava xwe de qebûl bike. Di nava Sûriya pêşerojê de pêwîste mafê gelê kurd, Elewî û Durzî were parastin, ji ber ku ev gel rastî gelek êş û binpêkirinan hatine. Herwiha ya herî girîng mafê jin were parastin, jin di pêşeroja Sûriyê de xwedî cih û biryar be. Kesê ku destdirêjî li ser jinê kirine werin cezakirin, çeteyên ku di nava hikumeta Şamê de weke fermandar hatine erkdarkirin û destê wan di şehîdxistina jinan de heye werin cezakirin û ji erkê wan dûr bixin. Pêşeroja Sûriyê divê li ser esasê demokrasî, azadî û hevjiyana azad be, ne koletî, kuştin û zayendperestî be.






