Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîrê starn û xemê; Hesen Zîrek

24/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Mîrê starn û xemê; Hesen Zîrek
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hunermenê Kurd Hesen Zîrek kesayeteke welatparêz bû, li ser êşa Kurdistanê gelek stran çekirine. Wî di 26’ê Pûşpera 1972’yan de koça dawî kir, lê berhemên wî di nava gelê Kurd e zindî man.

Hunermend Hesen Zîrek di jiyan xwe de gelek zor û zehmetî dîtin û gelek kar û xebat da meşandin,   weke şivan, karker û gelek karên din jî kir. Ew hunermendek hêja û welatparêz bû. Li ser êş û dewlemedinya Kurdistanê gelek stran çêkirine, ew di nava gelê Kurd de gelek hêja û buha bû ji ber ku reseniya zimanê kurdî diparast. Ew bi stran û berhemên xwe bi nav û deng bû.

Kurte jiyana hunermendê welatparêz

Hunermend Hesen Zîrek, di sala 1921’ê de li gundê Hermêlê yê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Gava bavî wî çûye ser dilovaniya xwe ew biçûk bû. Piştre dayîka wî dizewice û ew macbûr dimîne ku  ji gundê xwe derkeve. Zîrek di 12 saliya xwe de ji  herêmê Bokanê derdikeve û diçe bajarê Seqizê. Di 15 saliya xwe de dîsa vegeriyaye Bokanê, lê vê carê li wir pir nemaye û ji bo ji xwe re karekî peyde bike çûye Tewrêz û Tehranê. Di vî navî re Zîrek gelek zor û zehmetî kişandine. Di gelek karan de xebitiye, hema bibêje tu kar nemaye û wî kiriye. Zîrek di xortaniya xwe karê şivantî, karkerî û gelek karên din jî kiriye. Piştî demekê ji Tewrêzê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê, li wir li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezên bi cih û war bûye. Her wiha demekê bûye mêvanê Kerkûkê jî.

Di gelek radyoyan de kar kiriye

Zîrek di dawiyê de di sala 1953’yan de berê xwe daye Radyoya Bexdayê ya Kurdî, li wir gelek stranên berê yên Kurdî li gel Orkestraya Radyoya Bexdayê qeyd kirine. Hesen Zîrek, di 14’ê Tebaxa 1959’an de, li ser daxwaza Radyoya Kurdî ya Tehranê vegeriyaye Îranê û li gel orkestrayên cur bi cur li Tehranê di warê mûzîka Kurdî de xebitiye. Her wiha carinan li Azerbeycanê di Radyoya Tewrêzê de jî stran digotin. Pişre di sala 1960’î de çûye Kirmaşanê û piraniya karên xwe yên hunerî li gel Orkestraya Radyoya Kirmaşanê bi rêberiya hunermendê mezin Mucteba Mîrzade qeyd kirine ku nav û dengê hunera wî bi piranî ji ber vê yekê belav bûye.

Hesen Zîrek piraniya stranên xwe bi zaravayê Soranî gotine, lê carinan bi zaravayên din ên zimanê Kurdî jî gotine. Her wiha bi zimanê Farisî û Tirkî jî stran gotine û heta radeyekê bi zimanê Erebî jî zanibû.

Jiyana wî zor û zehmet bû

Zîrek di havîna sala 1968’an de li nêzîkî bajarê Baneyê li ‘Kanî Mela Ehmed’ê çayxaneyek ava kiriye û tê de xebitiye, wê demê ew û hevrêya xwe ya nû Rabieyê bi hev re bûne. Lê jiyana wan, jiyaneke bargiran bû. Zîrek di kaseteke xwe de ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye dibêje: “Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, ji ber ku  li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Heke hûn bên û bibînin, hûnê matmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê Kurd de qedir û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêde neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dûv wê bikevim. Ji ber ku ez Kurd im û bi zimanê Kurdî diaxivim. Piştre berê xwe dide Mehabatê û li wir jî ji ber stranên xwe bûye hedefa êrîşên polîsan, ji vir jî bar kiriye û vê carê çûye Şinoyê.

Hunermendek welatparêz bû

Hesen Zîrek li gelek gund, navçe û bajarên Kurdistanê geriyaye, bi çavên xwe bûye şahidê êş û zehmetiyên gelê Kurd. Wî êş, xwezaya Kurdistanê û her wiha rojên neteweyî yên Kurdan bi stranan aniye ziman. Zîrek reseniya Kurdî parastiye û ji her kesî re stran gotine. Lewma tevahiya gelê Kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dike û guh lê dike.

Hezar û 500 Berhem

Hesen Zîrek di tevahiya temenê xwe de, hezar û 500 stran tomar kirine. Her wiha gelek helbestên helbestvanên wekî Nalî, Wefayî, Seyîd Kamil, Îmamî, Kurdî, Pîremêrd, Hêmin û Tahir Beg Caf vehûnandine û kirine stran. Sirûda bi navê ‘Newroz’ê ku li çar parçeyên Kurdistanê li ser zimana ye û helbesta Pîremêrd, yek ji berhemên wî yên herî bi nav û deng e.

Bi stranên xwe agirê newrozê geş dikir

Newroz mizgîniya biharê ye, bi awayekî dîtir germahiya dilê mirovan zêde dibe û dike ku mirov li hev bicivin. Lê Newroz ji bo Kurdan ne civîneke ji rêzê ye, sembola daxwazên siyasî û serhildana gelê Kurd e. Ji salên 1950’yî ve bûye şahî û pîrozbahiya gelê Kurd. Demekê li Silêmaniyê Pîremêrd serkêşiya vê yekê dike û ev pêvajo heya salên 1970’yî berdewam e. Lê di wan deman de dengekî nemir bilind dibû û hatina Newrozê bi rêya Radyoya Kirmaşan û Tehranê pîroz dikir. Helbet ev dengê hêja dengê Hesen Zîrek bû ku ruh dida helbesta Pîremêrdê ku agirê Newrozê geş dikir.

“Em rojî, salî tazeye Newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurde, be xoşî û be hatewe,
Wa rojhelat, le bendenî berzî wilatewe
Wa rojhelat, le bendenî berzî wilatewe
Rengê gula lew gezîze, şefeq şewq nedatewe
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Çend sal gulî hîway , ême bê ber bû taku par
Çend sal gulî hîway , ême bê ber bû taku par
Ta şahanşah lutfî fermû ax le cotyar û kirêkar
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe
Em rojî salî tazeye newroz e hatewe
Cejnekî konî Kurd e, be xoşî û be hatewe“

Ev stran heta roja îro jî yek ji wan stranan e ku herî zêde tê gotin û guhdarîkirin.

Koça xwe ya dawî kir lê stranên wî ji bîr nebûm

Hesen Zîrek, di 26’ê Hezîrana 1972’yan de, di 51 saliya xwe da li bajarê Bokanê xatir ji mirov û dilxwazên xwe xwestiye û çûye ser dilovaniya xwe. Wî li dû xwe arşîveke hunerî ya têr û tije ji bo neteweya xwe hiştiye ku bûye çavkaniyeke dewlemend ji bo hunera xwerû û resen a Kurdî. Hesen Zîrek stranbêjê herî xebatkar ê Kurdan e ku bi sedan stran di radyo û televîzyonan de dane qeydkirin.

Di nav stranên Hesen Zîrek de ya herî bi wate û navdar “Ey Niştiman”e. Zîrek vê stranê di sala 1946’an de li ser Komara Kurdistanê Mehabat çêkiriye û li gel civaka Kurdî wekî sirûdekê tê pejirandin. Lewre dema ku Zîrek çûye Mehabatê pêvajoya Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûye û Îngilistan û Yekitiya Sovyetan li Îranê dixistin. Di wê navberê de bi pêşengiya Qazî Mihemed jî Komara Kurdistanê ava dibû ku piştî 11 mehan komar hat hilweşandin û Qazî Mihemmed û hevalên xwe li Qada Çarçirayê hatin darvekirin. Ev yek bandoreke gelekî mezin li Hesen Zîrek kiriye. Zîrek li ser vê rewşê gelek berhemên giranbuha afirandiye. Ji van berhemên giranbuha yek jê jî “Ey Niştiman” e.

“Ey netewekanî delal
Ey Kurdekan ey baskeşêr
Ey niştiman, niştimanî ciwan
Xakî Aryan wetanî Kurdan
Ey rozî Kurdî kaşan
Bo Kawekan li her deran
Ey rozî Kurdî ber efşan
Bo Kawekan li her teraf
Bo te dikoşim bi dil û bi can
Bo serkewtinî xakî niştiman
Ey keynekan ey lawekan
Tê dikoşim cergê qawmekan
Ey niştiman, niştimanî ciwan
Xakî Aryan wetanî Kurdan
Bo te dikoşim bi serkewtinî
Pêşmerge hebû lawî qehraman”

Lê belê di sala 1974’an de Esîn Engîn ê ji malbateke Tetar vê stran û sirûda Kurdî ya Hesen Zîrek wekî “Ankaranin Taşina Bak” guherandiye. Bi dû re Rûhî Sû û Zulfu Lîvanelî jî di nav de gelek hunermendên Tirk gotinên vê stranê guhertine. Ev yek jî balê dikişîne ser salên 1920’an ên Tirkiyeyê.

Xwasteka wî bû ku ew li çiyayê Naleşikên veşêrin

Hunermendê nemir berî biçe ser dilovaniya xwe xwestiye ku wî li Çiyayê Naleşikên veşêrin û li ser kêlika wî wiha were nivîsandin:

“Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bêxem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû.” 

Hunermend Hesen Zîrek li dû xwe komeke stranên nemir hiştin û ji vê dinyayê koç kir. Her çiqasî ji koç kiribe jî, lê hîna jî bi dengê xwe û stranên xwe olan dide. Niha piraniya berhemên Hesen Zîrek di arşîfa enstîtuyên Kurdî, Ereb û Farisan de hatine hilanîn. Stranên Zîrek ên li enstîtuyên Kurdî li benda rêzealbûmê ne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.