Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên li Şehbayê li ser dorpêça rejîma Sûriyê axivîn

23/08/2019
in ROJEV
A A
Şêniyên li Şehbayê li ser dorpêça rejîma Sûriyê axivîn
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê azarê ji dorpêça ku rejîma Sûriyê li ser wan ferz kiriye, dikişinin. Ji aliyekî din jî topbarana dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên ku şênî tê de ne didome.
Şêniyên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirk neçar man ji warê xwe derkevin û li Şehbayê bicih bibin. Azarên Efrîniyan ji ber dorpêça rejîma Sûriyê ya li ser Şehbayê zêdetir bûye. Rejîma Sûriyê li ser berhemên ku ji herêmê derdikevin bacên pir mezin dibirin. Bi wê re jî biha zêde dibin û bandorê li şêniyan dike. Li rexê jî xwarin û bijîşk pir kêm derbas dibin.
Artêşa Tirk a dagirker rojane gund û navçeyên kantona Şehbayê topbaran dike û rewşê xetertir dike.
Şêniyê bi navê Îsam Hemade yê ji Efrînê ye ku niha li kantona Şehbayê bi cih bûye, li ser ambargoya ku rejîma Sûriyê li wan ferz kiriye axivî û got: “Em jî welatiyên Sûriyê ne. Ev kiryar jî nîşaneya hedefgirtina yekîtiya gelê Sûriyê ye.”
Şêniyê Mihemed Xilo ê ji Efrînê ye got: “Dagirkeriya Tirk û çeteyê wê bê navber gundên ku şênî têde hene, topbaran dike. Li rexê jî rejîma Sûriyê bacan li derbasbûna berheman dibire. Bi wê re jî rewş kembaxtir dibe.”
Hêvîn Husên jî îşaret bi çembera li ser şêniyên li Şehbayê, kêmbûna madeyên xwarinê û tunebûna kar kir û wiha got: “Lê belê tevî wê jî em dixebitin da ku pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin.”
Hêvîn Husên wiha bi dawî kir: “Armanca ambargo û çemberê ew e ku vîna gelê herêmê bişkînin. Lê belê gel di berxwedanê de bi israr e da ku vegerin Efrînê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.