Stêrk Mihemed/Qamişlo
Endama Akademiya Jineolojî Elîf Berk diyar kir ku Rêber Apo têgeha Jineolojî cara yekem di sala 2008’an de di pareznameya Sosyolojiya Azadiyê de anî ziman û wiha got: “Nameya Rêber Apo ji bo Akademiyên Jineolojî cihê kêfxwaşî û serbilindiyê ye. Di pêkanîna wê projeyê û azadiya jinê de, jineolojî xwedî cihekî taybet e.”
Rêber Apo ji zaroketiya xwe de hevaltî bi jinê re dikir û koletiya li ser jinê tê meşandin qebul nedikir, zihniyeta kapîtalîzim a di nava civakê de hatiye çandin red dikir û herdem ji bo mafê jinê têkoşîn û xebat dikir. Rêber Apo ji bo ku jin xwe nasbike, mafê xwe bizanibe, koletiyê ku li ser tê kirin qebul neke û ji bo azadiyê têkoşîn bike zanistek ji bo jinê afiriand ew zanist jî ‘‘Jineolojî’’ ye zanista jinê ye. Rêber Apo têgeha Jineolojî cara yekem di sala 2008’an de di pareznameya Sosyolojiya Azadiyê de anî ziman. Namaya Rêber Apo, ê ku 30 Gulanê 2025’an hat eşkerekirin ew name ji bo akedemiyên jineolojî, xebatên jineolojiyê û ji bo tevahî jinan e.
Derbarê nameya Rêber Apo ji bo akedemiyên Jineolojî re Endama Akedemiya Jineolojî Elif Berk bersîva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bo:

Rêber Apo di nameya xwe de ji bo jinê çi anî ziman û naveroka nameyê çi bû?
Rêber Apo, têgeha Jineolojî cara yekem di sala 2008,an di pareznameya Sosyolojiya Azadiyê de anî ziman. Ji 2009’an pê ve, ji çiyayên azad bigirin heta deşt û bajaran, ji Kurdistanê heta dewerên dûr ya cihanê, niqaşên Jineolojiyê belav bû û xebatên jineolojî hate rêxistinkirin. Di sala 2015’an Akademiya Jineoloji avabû. Salên dirêje di bin sîwanê Akademiya Jineolojiyê de xebatên cur be cur ji bo rast pênasekirina nasnameya jinê, ronîkirina dîroka jinê, ronî kirina dîroka nasnameya zilamê serdest û camêrî, lêkolîn kirina nirxên civakê ji derveyî desthilattarî, avakirina derfêtên lêhurbûyin ji bo xwebûn, ji bo hevjiyana azad, dimeşe. Tekiliyên xebatên jineolojî, raste rast bi tekoşîn û rexistinbûna jinan ve heye û zindi ye. Lewma, jineolojî zanisteke teorik nine, jiyani ye. Peyama Rêber Apo, ê ku 30 Gulanê 2025’an gihişt ber destê me, ji bo xebatên jineolojiyê û ji bo tevahî jinan cîhê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Di vê peyamê de ji bo têkoşina azadiya jinan perspektîfên pir girîng heye ku, divê em li ser lêhurbûn bikin.
Rêber Apo di peyama xwe de xalên gelek girîng tîne ziman. Dibêje, “Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibim heval û rêhevalê jinê yê herî baş. Di têkiliya min û dayîka min de jî, lêgerîna min a ji bo jina azad dikare were dîtin. Ez girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê mam, bi wî rengî min jiyan kir û têkoşîna azadiya jinê derxist holê.” Em careke din lêgerîn û hewildanên Rêber Apo bînin bîra xwe.
Rêber Apo weke rêhevalê jinan, keda herî mezin ji bo pêşxistina rêxistinbûna jinan, avakirina rêgezên bingehîn ya têkoşîna azadiyê daye. Di salên 1970’î de di dema gera welêt de, bindestiya Kurdistanê bi bindestiya jinan ve dide girêdan. Li wir digihêje encamê ku heya jin azad nebin Kurdistan jî azad nabe. Ew ne tenê tespîtekî teorîke, tespîtekî jiyanî ye. Bêçaretiya jinan dibîne, civak çawa ji hev ketiye dibîne û bi eşqekî mezin dikeve pay armancê şiyarkirina hiş ji xewa mirinê. Lêgera Rêber Apo, çinîna tovên azadiyê, tovên xwebûnê ye. Di salên 1980’î de analîzên civaka Kurdistanê, bi tahlîlên “di Kurdistanê de pirsgirekên jin û malbatê” ve digêheje lutkeyê. Pirsgireka azadiya jinê, weke pirsgirekekî bingehîn di pêkanîna Şoreşê Kurdistanê de dibîne. Wê rastiyê di peyama xwe de wiha tîne ziman: “Wekî ku Budha gotiye; “Heta ku tu xençera di pişta civakê de dernexînî, tu nikarî qet tiştekî bikî”. Belê, gelek pirsgirêkên civakê hene, lê xencera di piştê de koletiya jinê ye û heta ku tu vê xencerê dernexînî, tu nikarî ti pirsgirêkan çareser bikî.”
Dema jin, di dawiyê 80’î û destpêkê 90’î de pêşengtiya serhildanên gel dikin û diherikin nava refên azadiyê. Hişmendiya serdestiya zilam careke din hewil dide hikmê xwe ferz bike, lêgera azadiyê jinê, bi aqlê zilamtiyê ku jinê kêm dibîne, sînordar bike. Jinên ku bi biryar di rizgarkirina welatê xwe de dixwazin barê xwe hilbigirin, paş de gav neavêtin. Lê di peydakirina rê û rêbazên têkoşînê de jî hê tecrubeyê pêwîst kom nebibû. Rêber Apo, bi tahlîl û pêşniyarên xwe, bû palpiştê têkoşîna jinan, rêya jinan ronî kir. Jinên tekoşer rêhevaltiyê Rêber Apo ji dil hembêz kirin û bûn şopdarên herî girêdayî ya rastiya Rêbertî. Rêber Apo her carê got, “Hewildanê min ew e ku ez bibim rêhevalekî baş ya jinan”. Di meşa ew rêhevaltiyê de kevirên bihgehîn raxist, weke rêxistinbûna jinan, arteşbûyîn, teoriya veqetînê ji dewlet, malbat û mêr, guhertin-veguhertina mêr, îdeolojiya rizgariya jinê, partîbûn, pêşxistina peymana jinan bi civakê re, pergala konfederal ya jinan û hevserokatî, jineolojî û hevjiyana azad.
Rêber Apo bixwe di peyama xwe de wiha behsa wî rêwîtiyê dike: “Min her tim got, divê jina azad çawa be û ji bo wê proje, teorî çêkirin min bîrdoziya azadiya jinê û Jîneolojî pêş xist, min ev gihand hêza rêxistinbûnê. Min ji bo veguherandina mêr û bi rêya jinê azadkirina civakê hewldan kir, xebat meşand. Ji bo ku bibim zarokekî hêjayî xwedawendan, min ev yek kiriye. Ez bendewarim ku min bi vê rastiya min, bi awayekî rast fêm bikin.”
Rêber Apo di namaya xwe de dibêje, “Bingehê rastî a ji bo Sosyalîzmê azadiya jinê ye, mebesta seroketî çi ye?
Dîroka rêwîtiya jinan, qasî ku hewildanên fêmkirin û guhertina rastiya jinê ye, ewqas jî hewildanên yekbûyînê bi vê rastiya Rêbertiyê ye. Bi her gavekê, jin di dîroka xwe de, nasnameyê xwe de kûrtir bûn û rêgezên xwebûnê diyar kirin. Armanca rizgariya jinê ber bi azadiya jinê ve çû. Her ku jinan ji bo ji zincîran rizgar bin têkoşîn kirin, civak jî bi xwe re dan guhertin. Maneya “Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayi ye”, di rastiya têkoşîna jinên Kurd de şênber bû. Tevgera Azadiya Kurdistan bû haweyna civaka nû, jiyana nû. Derfetên têkiliyên nû avabû. Hat zelalkirin ku têkiliyên jin û mêr ne mahkûmî sînorên dayikbûn, hevjînbûn yan xizmayetiyê ye. Nasnameya jina azad jî bi wan sînoran nayê avakirin. Ji ber vê yekê têkiliya Rêber Apo û jinan, dostaniya jin û mêr carekê din li derdora rêgezên jin-dayikê ye û xwedawanditiyê vejîn kir.
Rêber Apo nasnameya Afrodîtbûn da ber jinan jina ku ji hebûna xwe fedî nake, jina ku bi xweşikbûna xwe herkesî li derdora xwe kom dike, jina ku rêgezên jiyanê diyar dike, jina ku diafîrîne; êdî vebijerkên jinan heye, jinan dizanîn ku ne mehkumî koletiyê ne, ne mehkumî jiyanê ku ji wan re weke qederê wan hatiye sepandinê ne. Hê jî jinên ku qet nafikirin îhtimalên vebijerkên cûda hene, û hê jî jiyana jinên ku ji rêya ku ji wan re hatiye ferzkirin lêpirsîn dikin û pêkneynîn, di bin xeteriyê de ne. Lewma, tekoşina azadiya jinan hê jî têkoşîneke bingehîn di avakirina civaka demokratîk de ye. Lewma her ferdê civakê ku bi rista pêşengtiyê radibe, divê xwe li gorî wê rastiyê bipîve. Ez çiqas diêşim bi wê rastiyê ku jin tê de tên kuştin.
Têkoşîna me çiqas vebijerkên nû vedike ji bo jinan? Rêber Apo dema xwe weke zarokekî hêjayî jinan tarîf dike, balê dikeşe ser vê yêkê. Di peyama xwe de jî dibêje: “Pêwîste bê zanîn ku min her tim xwest jin bijîn û ew bên jiyandin. Her windahiyek wan her tim ez êşandime. Ji bo min gotin, ‘Ew kurê xwedawendê ye’. Min jî xwest ez bibim kurekî (zarokekî) hêjayî jinan. Vê yekê rêgeza (hêmana) bingehîn a têkoşîna min diyar kiriye. Min ji bo jinan, ‘Rêgeza Hêviyê’ pêş xist. Min got, ‘Pêwîste her jinek azad bibe’. Wekî mêrekî min jî bi pîvanên etîk û estetîk ên li gorî azadiyê şekil girtine, xwe terbiye kir. Min got, ‘Rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê azadiya jinê ye’. Pîvana mêrekî ya sosyalîstbûnê jî ew e ku zanibe li gel jinê bi awayekî rast bijî. Ev rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê ye”. Bi taybetî mêrên ku iddiayê wan ya demokratîkbûnê heye, divê li ser vê yekê bifikirin. Jin û rêxistinên ku pêşengtiya têkoşîna azadiya jinê dikin jî, divê bifikirin ka em çiqas dibin hêvî ji bo jinên ku bê çare ne, jinên ku tîna azadiyê ne; “rêgeza hêvî” em çiqasî jiyanî dikin.
Ji bo Jineolojî zanista wê pêşxistin û naskirin erka ku dikeve ser milê jinê çi ye?
Rêber Apo, di peyama xwe de dibêjê, projeya wî ya nîvçoyî mayî êdî temam bûye, mayî pêkanîna wê. Di pêkanîna wê projeyê, ango azadiya jinê de, jineolojî xwedî cihekî taybet e. R;ber Apo wiha dibêje “Dema ez nû anîm Girava Îmraliyê min gotibû; ‘Xebata min a derbarê jinê de projeyeke ku nîvçe maye ye’. Ev xebata min êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye. Projeya min a nîvçe maye, bi Jîneolojiyê re jî meşiya. Min xwest bi vê teorî û têgehê pirsgirêka jinê rast pênase bikim. Kedeke bi nirx hatiye dayîn. Niha pêwîst e ev ked, bi pêvajoya nû re hîn zêdetir wateyê qezenç bike.”
Jin, keda ku heta niha daye çawa dikare bixe xizmetê pêvajoya nû? Bê guman bi rast fêmkirina girêdana azadiya jinê û civakê, azadiya jinê û sosyalîstbûnê, em dikarin bibin bersiv. Jineolojî, derfeta nûjenkirina zanebûna jinan li ser bingeha civaka demokratîk û azad vedike. Nasnameya jinê ku bi zincîrên bindestiyê hatiye avakirin, bi exlaqa azadiyê derman dike. Rêbazên lêhurbûyîn û lêkolînê ji bo fêmkirina rastiya jinê, pêşdixe. Di vê derbarê de xebatên Akedemiya Jineolojî, li her deverê Kurdistanê û cihanê her diçe li pêş diçe. Xebatên jinan ji bo pêşxistina Jineolojî li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî berdewam dike. Erkên me weke jin ew e ku em xwe û civaka xwe ji hêmanên zayendperest paqij bikin. Vê yekê jî hama ji ber xwe ve çênabe. Ked pêwîst e, xwe êşandin pêwîst e, derfetên ku em bikaribin li ser xwe bifikirin û xwe li ser hêmanên azadiyê avabikin pêwîst e. Di nava teşqelayê jiyanê, zor û zehmetiyên têkoşînê de hin caran em erkên xwe yê xwe perwerdekirin ji bîra dikin. Mêjî û dilê xwe perwerdekirin, ji me re şertekî bingehîne ji bo ku em bikaribin bibin ya xwe. Rêber Apo jî di peyama xwe de dibêje “Divê jin ji bo vê yekê lêhurbûn bikin. Eynî wekî ku V. Woolf gotiye; divê odeyek aydê jinê bi xwe hebe. Pêwîst e derbarê xwe de bifikire û karibe xwe ava bike.”
Rêber Apo, di dawîyê peyamê xwe de, baweriya xwe ji bo pêşengtiya jinan di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de, tîne ziman. Dibêje ku “Ji niha û pê de jî, ez ê her tim qasî ku hûn pêdivî dibînin bi we re bijîm û bi we re bim.” Weke zarokekî hêjayî ya xwedewandan, weke rêhevalekî daîmî ya jinan, ji me re rê nîşan dide, hêz dide. Erka me ew e ku em bi erkên xwe yê rêhevaltî rabin, nasnameya jinê ku layiqê keç û kurên xwedawendan e, avabikin.






