Lîloz Hisên/Qamişlo
Jin bi pênûsa xwe Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî dewlemend dike, herwiha jinên beşdarî vê mihrîcanê bûne tekez kirin ku ev festîval gaveke girîng e ji bo pêşxistina pênûsa jinê û bi taybet wêjeya kurdî.
Her sal ji bo pêşxistina wêjeya Kurdî û pêşxistina pênûsa nivîskaran Mihrîcan Kurteçîrokên Kurdî tê li dar xistin, girîngiyeke vê festîvalê ya balkêş heye û her sal jî çîroknivîs bi awayekî xurt beşdarî mihrîcanê dibin. Di nava mihrîcanê de tevlîbûna pênûsa jinê zengîn dike û sal pey salê jî jin zêdetir beşdar dibin, îsal ji sedî 35 beşdarê wê jin in.
Beşdarbûna jinê di Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî de
Çîroknivîs Nisrîn Omer ku mamosteya zimanê kurdî ye û ji şêniyên Efrînê ye tekez kir ku lidarxistina Mihrîcana
Kurteçîrokên Kurdî gaveke giring e ji bo pêşxistina pênûsa nivîskaran hem pêşxistina wêje û zimanê kurdî û wiha got: “Gelê kurd pir zilm û zor ji dagirkeran dîtin, dixwestin di rêya tunekirina zimanê kurdî gelê kurd qir bikin, ji ber ku ziman hebûn e wan jî hebûna gelê Kurd di tunekirina ziman de; tunebikin.”
Nisrîn Omer cara yekemîn tevlî mihrîcanê dibe, kurteçîroka wê bi navê“Aşiqê Azadiyê” ye, kurteçîroka xwe li ser birayê xwe yê şehîd nivîsandiye û wiha dibêje: “Kurteçîroka min li ser lehengî, qehremanî û fedayîtiya şehîdan e ji bo rizgarkirina welatê xwe herwiha li ser jiyana birayê min e, çawa xwesteka wî hebû ku bibe şervanek ji bo bidestxistina jiyaneke azad û bi gelê xwe re jiyan bike. Min dixwest di rêya kurteçîrok û nivîsandinê di cîhanê de û bi gelê xwe re vê êşê parve bikim.”
‘Gihandina hêz û îradeya dayikên ku kurên wan di oxira welat de winda kirin’
Lojîn Ibrahîm Hesen çîroknivîs û mamosteya zimanê kurdî ye ku cara duyemîn tevlî mihrîcana kurteçîrokên Kurdî
dibe, wiha ji rojnameya me re axivî: “Çîroknivîsa min a îsal bi navê “Jiyaneke nû ye”, li ser çîroka dayika şehîdekî diaxive ku li hêviya vegera wî ye. Piştre bi hêz û îradeyeke xurt jiyana xwe berdewam dike, da ku zarokê kurê xwe xwedî bike li ser nirxên hezkirin û parastina welatê xwe.”
Lojîn Ibrahîm Hesen dibîne ku ev mihrîcan derfeteke guncav e ji bo her kesên ku bi nivîsandinê mijûl in û wiha anî ziman: “Em gelê kurd kêfxweşin ku em gihaştin demekê ku bi zimanê xwe binivîsîn in û bixwîn in, piştî salên tijî zilm û zordarî.”






