Zekî Bedran
Sûriyê berû kû ve diçe, pêşeroja xwe li kuderê dibîne, pirsên wiha girîngî dibînin. Piştî hilweşandina rejîma Baas’ê yê ku hat û li Şamê rûnişt HTŞ’ê bû. HTŞ’ê ji bilî xwe hemû partî, pêkhateyên siyasî û avahiyên rêxistinkirî ji derve hişt. Wî bi xwe hikûmet ava kir. Wan got ku ew ê kongreyek neteweyî lidarbixin û ev yek bêyî ku kesî tevlî bike kir. HTŞ bi xwe destûra demikî amade kir û bêyî beşdariya yên din hikûmeta demkî ava kir. Bi kurtasî, ew ber bi avahiyek navendî û tûndirew ve çû ku li ser ol û nijadperestiya erebî hatibû damezrandin, demokrasiyê ji holê radikir û ne kêmî hişmendiya rejîma Baasê bû. Hemû beşên civakê yên ku li dijî Baas’ê şer dikirin û dixwestin pergalekî demokratîk were avakirin, hatin dûrxistin. Wan jê re digotin şoreş, lê wan her tişt kir da ku rê li ber pêşketina hawîrdor û bingehekê şoreşgerî bigirin. HTŞ’ê daxuyaniyek da û gotin ku şoreş bi dawî bûye û dem dema damezrandina dewletekê ye. Derdorên hestiyar piştî van pêşketinan hişyarî dan ku şoreşa Sûriyê tê dizîn. Bi rastî, HTŞ hêviyên gelê Sûriyeyê ji bo têkbirina Baasê û avakirina hikûmetek şoreşger û sîstemek demokratîk bê hêvî kiriye. Ew wisa tevdigeriyan ku ji bilî wan kesî têkoşîn nekiriye, ked nedabe, an jî bedel neda ye.
Lê, Rêveberiyeke Xweser hebû ku li rêjeya sisê û yekan ve erdnîgariya Sûriyê hikûmeteke demokratîk ava kiribû. Her wiha berxwedan ji aliyê Dûrzî û pêkhateyên din ve jî hebû. Hemû gelê Sûriyê ji vê şerê navxweyî bandor bû û bedelên giran da. Lê HTŞ wisa tevdigeriya wekî ku keda yek ji van tinebû. Ji her kesî xwest ku wê yekê bi pejirînin. Ew kesên ku nepejirandin bi temamî dihatin dûrxistin. Di vî warî de, ew ji ber avakirina rejîmeke navendî û tûndrew ku ji Baasê wêdetir diçû, hatin rexnekirin. Lê, HTŞ’ê tiştê ku dizanî jî wisa domand. DYA û Ewropayê jî ji rewşa heyî bi fikarbûn. Welatên Ereb jî di heman rewşê de bûn. Ew bi baldarî nêzî HTŞ dibûn. Ji ber vê yekê wan ambargo ranekir. Wan HTŞ ji lîsteya rêxistinên terorîst dernexist. Lê, ew li Şamê rêveberiyeke din nedîtin ku pê re danûsitandin bikin. Wisa xuya bû ku alternatîfek din tine bû. Di vî warî de, wan hewl dan ku li ser HTŞ’ê bixebitin û wê bigihînin xalekê. Ji ber vê yekê hemû dewletan bi HTŞ’ê re peywendî û goftugo pêşxistin. DYA hîn tevahî siyaseta xwe ya li ser Sûriyê zelal nekiriye. Ya rasttir, wan amadekarî an danûstandinên xwe ji raya giştî re nîşan nedan. Helwesta Îsraîlê eşkere bû. Wê HTŞ’ê wek çeteyeke terorîst dihesiband û xalbendên girîng yên HTŞ’ê bombebaran kir. Ew hêzên xwe yên leşkerî dişîne Sûriyê. Israîlê got ku ew ê ji bo xwe herêmeke ewle ava bike û serweriya xwe mayinde bike li axa Sûriyê. DYA ji bo misogerkirina ewlehiya Îsraîlê, pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn didomand. Lê Tirkiyeyê bi tevahî piştgirî da HTŞ’ê û wê li derveyî welêt bazar dikir. Wan hewlên xwe ji bo avakirina artêşekê û xurtkirina serweriya xwe li Sûriyê berdewam kir. Di vê mijarê de bi Îsraîlê re rû bi rû man. Bi taybetî Tirkiyeyê dixwest ku Kurd û Rêveberiya Xweser têk biçe. Ji aliyekî ve bi xwe û çeteyên di bin fermandariya wî de êrîş dikir, ji aliyê din ve jî dixwest HTŞ’ê jî di nav wan êrîşan de hevkariyê ji wan re bik e. Di heman demê de, ew bi DYA re danûstandin dikir da ku QSD’ê ji holê rabike. Bi taybetî hatina Trump ser desthilatiyê hêviyek zêdetir da Erdogan. Wî difikirî ku ew ê bi wî re bigihîje rêkeftinekê û di mijara Kurdan de piştgriyê bigre.
Geşedanên derbarê Sûriyê de bi serdana Trump ya ji bo Erebistana Siûdî ji nişka ve leztir bûn. Gavên ku ti kes li bendê nebû hatin avêtin. Trump bi Ehmed Şera re civiya û got ku ew ê ambargoya li ser Sûriyê rake. Piştî demekê, welatên Ewropî ragihandin ku ew ê ambargoyê rakin. Wezîrê Derve yê DYA di daxuyaniya xwe ya li Desteya Peywendîyên Derve ya Senatoyê de got, “Heke em piştgirîya HTŞ’ê nekin, ew ê demek dirêj li ser lingan nemîne û terorîzim li herêmê hîn bêtir zêde bibe.” Wezîr hewl da ku Kongresê razî bike ku ambargoyê rake. Ev hemû pêşketin nîşan didin ku Ahmet Şara soz da ku ew ê li dijî Trump û hêzên Ewropî dernekeve û dê li gorî wan tevbigere. Hêzên rojavayî naxwazin Îran û Rûsya dîsa li Sûriyê bandor bibin. Sûriye dê li gorî Peymana Îbrahîmî ya di navbera Ereb û Îsraîlê de hatiye îmzekirin tevbigere. Nûnerê taybet ê Trump ji bona Sûriyê jî ji çapemeniyê re ragihand, “Sûriye dikare di nav Peymanên Îbrahîmî de cih bigire.” Rêveberiya HTŞ’ê pejirand ku ew ê li gorî xetên ku ji hêla DYA ve di avahiya nû ya Rojhilata Navîn de li ser bingeha ewlehiya Îsraîlê hatine xêzkirin, tevbigere. Bi gotineke din, siyaseta Sûriyê êdî dê li ser DYA û Îsraîlê re bê meşandin.
Tirkiye di demên dawiyê de ji bo ku bi DYA re li hev bike û hêzên QSD’ê ji holê rake, gelek hewildanan dik e. Wisa xuya dike ku li ser vê mijarê lihevhatinek hey e. Tirkiye, DYA û Sûriyê di navbera xwe de komekê xebatê ya sêalî dane avakirin. Wisa xuya dike ku wan li hev kirine ku şerê li dijî DAIŞ’ê û girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê tê de tê girtin, radestî rêveberiya Şamê bikin. Ew ji DYA re dibêjin ku êdî pêwîstî bi QSD’ê tine ye, ne hewce ye ku peywendiyan bi wan re bidomînin. Tiştên ku Tirkiye dibêje êdî propaganda nînin. Ev yek bandorên xwe li ser gêşedanên qadê jî dike. Nûnerê taybet yê Trump dest bi zextê li ser rayedarên QSD’ê dike da ku entegrasyona nav artêşê bileztir bikin û gavan bavêjin. Tê gotin, “Peymana Şamê bi cîh bînin û tevlî hêzên dewletê bibin.” Lê Kurd û herêmên xweser ewlehiya wan tine ye. Tu zagonekî tine ye ku van mafan nas bike. Di vî warî de pêşketin leztir bûn û şêwazekê sosret girtin. Bi rastî, tiştê ku qewimî ne zêde balkêş in. Ti pirsgirêkên DYA bi demokratîkbûna Sûriyê re tine ye. Ew balê dikişînin ser berjewendiyên xwe. Di vî warî de, pêwîst e gelê Sûriyê û hêzên demokratîk hîn hişyartir bin.