Farûk Sakik
Dewleta kûr an jî ya esas, dest guhert. Berê dewleta kûr a Tirkiyê artêş bû. Darbe dikirin û polîtîkayên dewletê wan dest nîşan dikir. AKP’ê dema ku bû desthilat bi cemaetêre ev hêz xist bindestê xwe. Hêdî hêdî di nav artêşê de bi rêxistin bû. Piştî demek jî ‘dewleta kûr’ (Ergenekon) şand zîndana Silivrî.
Dema ku di sala 2015’an de Kurdan desthilata AKP’ê xist bin xeteriyê, dît bi serê xwe nikare bibe desthilat, xwe spart wan hêzên avêtibû zîndanê. Ji zîdana Silivrî ew derxist û li dijî Kurdan şer da destpêkirin. Berdevkê van hêzan Devlet Bahçelî bû. Dewlet, bi giranî êdî di dest Bahçelî de bû. Hemû saziyên dewletê yên stratejîk (Emniyet, mustejarî, midûriyetên giştî yên wezeretan-wezaret ên AKP’ê bûn li midûriyetên giştî di dest MHP’ê de bûn- qismek jî artêşê, di dest dewleta kûr de ye. Êdî ev hêz siyaseta Tirkiyê destnîşan dikin.
Em vegerin ka ev pêvajo çawa dest pê kir?
Rojek li ofîsa Bahçelî li qata 4’an kom bûn û biryarek bi vî rengî hat girtin. Na. ji vê navendê zanyar, akademisyen, hiqûqnas, di siyasetê de kesên xwedî tecrûbe bi çûyîn û hatina Îmraliyê de biryarek wiha girtin. Rêber Apo ew îqna kirin. Bi vê pêvajoya nû wê hemû kodên demokrasiya Tirkiyê bihatina guhertin. Bi wan da bawerkirin ku heger piştî Lozanê li dijî Kurdan û gelên wê axê dirustbûna, îroj wê aramiya Tirkiyê di asta herî jor de bûya.
Lê wê serdemê hêzên navdewletî ew xapandin. Di destpêkê de li dijî komunîzmê û piştî demekê jî ew li dijî Kurdan sor kirin. Di destpêka sala 2024’an de êdî Kurd jî bûbûn xwedî statuyek. Bi polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan encam nedigirtin. Êdî ew dewletên ji dervejî nikaribûn dewleta Tirkiyê li hember Kurdan sor bikin.
Ji ber van sedeman ew kes li ser Ofîsa Bahçelî ji qata 4’an birêketibûn.
Dema ku ev kesayet derbasî Îmrali dibûn Erdogan li ku derê bû?. Bê çareyî lê temaşe dikir. Dixwest pêşî li wan bigire. Lê êdî hêza wî jî nemabû. Ew hêz-desthilatdarî di 31’ê Adara 2024’an de jê girtibûn. Erdogan ji neçarî erê kir. Erê kir lê îroj dixwaze giran tevbigere, bihêle demê. Hêvî dike ku bi demê re dive ku li cîhanê an jî li Tirkiyê bayek ber bi wî were. Dive ku hin alî midaxle bikin û vê pêvajoyê bidin seknandin. Hêviyên wî ev in. Ji ber wê jî gavên ku wê werin avêtin, bendewariyên Kurdan pêk nayne. Ev pakêta darazê ya 10’emîn jî bi vê çarçoveyê de ji meclisê derbas dike. Bersiva; pirsa di pakêtê de niyeta pêvajoya nû çima tune, li benda payizê bimînin, didin. Erdogan dixwaze, li hember vê helwesta wan, aliyê Kurdan dawî li pêvajoyê bînin.
Di nav civaka Kurdan de gelek pirsên wek; “gelo!, çima?, ka gav nehatin avêtin, me dixapînin, heta kengê? Em çima bi Erdogan bawerî bînin? (bawer in ku Erdogan ev pêvajo daye destpêkirin), Cemîl Bayik wê here ku derê? Gerîla wê di siyaseta demokratîk de çawa cîh bigire? Ev çîroka çek teslîm kirin çi ye? Bahçeliyê dijminê Kurdan serê xwe li kîjan dîwar-hesinî da ku ev pêvajo da destpê kirin? û hwd…
Divê tevgera azadiyê, rewşenbîrên Kurd, ragihandin, siyasetmedar, herkesên di vê mijarê de xwe berpirsyar bibînin û bersiv bidin van pirsên civakê. Civak bersivên şaş û nerast ji ragihandina alîgirê Erdogan digire. Piştî demekê jî mêjûyê wan şêlû-tevlîhev dibe. Ew civaka xwe dixapînin, lê divê em civaka xwe bê agahî nehêlin. Bersiv bidin pirsên wan. Di xeyalên wan de hên jî Kurdistanek azad heye. Em li van xeyalên wan ê pîroz xwedî derkevin.