Dilyar Cizîrî
Di roja 1’ê hizêranê de şandeya Rêveberiya Xweser û nûnerên desthilata Şamê li paytext Şamê hatin cem hev. Hin mijarên girîng bi hev re nîqaş kirin. Daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin. Ji bo tevahî gelê Sûriyê gaveke êrênî bû. Tişta cidiyeta wan danûstendinan nîşan dide jî roja li pey wê yek ser peymana Helebê ya berdana dîlgirtiyan ku hatibû taloqkirin, pêk hat. Bi sedan girtiyên di navbera aliyan de serbest hatin berdan. Gavên hatin avêtin ji bo piratîzekirina peymana 10’ê Adarê ku di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê û Serokê Dema Veguhêz a Desthilata Şamê Ehmed El-Şeri de ji bo baweriya di navbera aliyan de gelekî girîng bû.
Lê hin tişt hene fikaran bi mirovan re ava dike. Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji 7 kesan pêk dihat, di nav de 3 jin, nûnerê Suryaniyan, nûnerên kurd û ereban amade bûn. Bi wate di şeklê şandeyê de pirrengî û nûnertiya jinan zindî bû. Bê guman ev nerîn û asoyên Rêveberiya Xweser ên ji bo çareseriya aloziyan nîşan dide. Ev bi xwe jî peyamek ji tevahî cîhanê re bû.
Lê dema mirov li aliyê din dinere, nûnerên desthilata Şamê, 5 zilamên hemû yek xetê nîşan didin diyar bû. Di wir de nûnertiya jinan bi tu awayî tune bû. Di nerîna min de ev mejî û asoyên nerîna desthilata nû ya Şamê nîşan dide. Angu bi vê nûnertiyê dixwazin bêjin me danazana destûrî daniye, emê gavan jê paş de navêjin. Di heman demê de dixwazin bêjin Komara Sûriyê ya erebî wê li gorî nerîn û xwesteka me be. Ji xwe berê jî diruşmeyek wan ku dibêje “Ê rizgarkiriye wê biryarê bide”. Ew ji xwe bawer dikin ku wan bi hêza xwe Sûriyê rizgar kirine.
Ev rûniştin û peymanên niha têne imzekirin jî hêza QSD’ê û Rêveberiya Xweser nîşan dide. Lewma tu riyeke wan a cuda nîne ku pêk bînin, lê diyar e di mejiyê xwe de hîn jî naxwazin rastiyan qebûl bikin. Ev jî metirsîn û fikaran zêde dike. Hîn jî nikarin qenûl bikin ku Sûriyayê ya hemû gelê xwe ye. Heta niha li dijî pêkhateyên din bi taybet Elewî û Durzî her wekî din ku bi sedê salane li ser xaka Sûriyayê jiyan dikin, hemû cûreyên binpêkirinan pêk tînin. Rojane dîmen û nûçeyên kuştinê têne parvekirin.
Lê cardin jî em gavên ku têne avêtin bi erênî pênase dikin, lê heger desthilata HTŞ’ê di warê zihniyetê de nikaribe xwe bide guhertin, wê çarenûsa wan ji ya rêjîma berê ya Esed ne cûdatir be. Li ser xaka Sûriyayê bêyî hevdû qebûlkirinê ne pêkane çareseriyeke mayinde pêk were. Ji bo hevdûqebûlkirin pêk were pêwîstî bi hevdû efûkirinê û pêşxistina jiyana hevbeş heye. Li gorî diyar dibe, heta niha desthilata Şamê ne ketiye wê ferqê û li gorî hêzên heyî bi aliyan re didin û distînin. Desthilata HTŞ’ê û alîgirên wê dinirxandin û di nerînên xwe de desthilata Baas rexne dikin, lê di piratîka xwe de heta niha ne ji wan cûdatire. Di vê rewşê de ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin hîn hevgirtina xwe bi hêztir bike.