Sînan Cûdî
Teoriya siyasî ya moderin, li dora têgehên dewlet û desthilatdariyê hatiye şekildan. Ev kevneşopî ji Sumeriyan heta roja me ya îro bi pîrozkirina dewletê û avakirina pozîsyoneke hegemonîk a desthilatdariya navendî li ser jiyana civakî dest pê dike. Gelek ramanwerên klasîk, ji Eflatun bigire heta Hobbes, ji Rousseau bigire heta Weber, siyasetê bi piranî di çarçoveya teknîkên rêvebirinê û avakirina rêziknameyê û qanûnan de pênase kirine. Van tevahî desthilatdariyê an wekî amûrek meşrûiyetê ya pêwîst an jî wekî pêdiviyek ku ji xwezaya civakê derdikeve holê pênase kirine.
Realîzma Machiavelli, “hunera siyasetê” wekê komkirina desthilatdariyê ye pênase kirine û ev jî bûye sedem ku serdestan ango yên xwedî desthilat rêbazên neexlaqî rewa bihesibînin. Bi hezaran sal in ev bûye rêbazê esasî ya parastina desthilatdariyê. Bi demê re, van têgihîştinan adetek serdestiya siyasî çêkirine û bingeha teorîk ji bo krîzên pir-qatî yên îroyîn amade kirine.
Ramanên Rêber Abdullah Ocalan, ji vê xeta kevneşopî dûrketinek radîkal pêşkêş dike. Li gorî wî, siyaset ne xwesteka desthilatdariyê ye, lê şiyana rêxistinkirina jiyanê ye. Bi veqetandina desthilatdariyê ji rêveberiyê, ew îdîa dike ku rêveberî, bi beşdariya civakî gengaz e.
Di vê çarçovê de, siyaseta demokratîk ne xeyala civatek bêdewlet e, lê îhtîmala rêvebirina bê desthilatdarî ye. Rêber Apo dibêje ku desthilatdarî di bingeh de yekdestdar û nakok e û ji ber vê yekê meyla wê heye ku civakê bi berdewamî tepeser bike.
Desthilat ne tenê bi rêya şîdeta fîzîkî, lê di heman demê de bi rêya kontrola hestan, têkiliyan û hiş jî dixebite. Ji ber vê yekê, siyaseta demokratîk ne tenê modelek avahîsaziyê ye, lê di heman demê de pêvajoyek veguherîna exlaqî, estetîkî û psîkolojîk e jî.
Têgeha civaka exlaqî û polîtik ya li ser xwezaya civakî tê sazkirin, bingeha vê xeyala siyasî ya alternatîf e. Civak, bi xwezayî berjewendiyên kolektîf û jiyana hevpar dişopîne. Lêbelê, dewlet wekî mekanîzmayek tevdigere ku vê civakîbûnê parçe bike û şexs tenê bihêle.
Rêber Apo dibêje, dewlet di dîrokê de sazûmankirina serdestiya mêr e. Di vê çarçovê de, têkoşîna ji bo azadiya jinan ne tenê daxwazek ji bo wekheviyê ye, lê di heman demê de hêzek damezrîner di ji nû ve avakirina siyaseta demokratîk de ye jî. Civaka exlaqî-polîtîk, civak û înîsiyatîfên kolektîf dihewîne ku xwedî şiyana rêxistinkirina li derveyî amûrên desthilatdariyê ne. Kooperatîf, meclîsên gel, rêveberiyên herêmî xuyangên heyî yên vê formê ne.
Ev rêbaza rêveberiya alternatîf ne tenê di asta herêmî de, lê di heman demê de di çarçoveya rexneyên li ser pergala gerdûnî de jî girîng e. Siyaseta navendî ya dewletê sedema sereke ya mîlîtarîzm, wêrankirina ekolojîk, dûrketina civakî û homojenkirina çandî ye.
Ji aliyekî din ve, siyaseta demokratîk li ser pirrengî û herêmîbûnê ye. Ekolojî, azadiya jinan û beşdariya rasterast, bingehên vê modelê ne. Di vê çarçoveyê de, modela konfederalîzma demokratîk a ku ji hêla tevgera Kurd ve hatî pêşxistin wekî ezmûnek dij-sîstemê ye.
Lêbelê, navxweyîkirina vê modelê û kûrkirina wê bi beşên cûda yên civakê re hîn jî hewcedariyek girîng e. Her çend Kurd bûne hilgirên siyaseta demokratîk, ev rol divê di astên îdeolojîk, çandî û rêxistinî de bêtir were zêdekirin.
Mixabin di vê alî de em hê di serê rê de ne. Tecrûbeya ku li ser hîmên Şoreşa Rojava pêşketiyê û îro bi navê Rêveberîyê Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav û deng bûye wekê bingeh û teorî rast be jî di pêkanînê de pirsgirêkên me gelek in. Pirsgirêkên şaredarî, rêveberîyê sazîyan, perwerde, çand, aborî, werziş, parastin û hwd di eslê xwe de çavkaniyê xwe ji vê pirsgirêkê zêhniyête digre.
Me bîna, sazî û tevger avakirine lê kesayeta azad ku di van sazîyan de pêşengtî bikin hê ava nekiriye. Sebebê esasî ya ve pirsgirêkê jî xwe di nav pêşengtî de nedîtin an berpirsiyariya vê hilnegirtin e. Ger kesayeta azad û demokratîk nebe, di sazî û dezgehên me de, di rêveberinê jîyanê de tiştê ku derkeve pêş pratîkên ku ji dewlet û desthilatdarîyê fêrbûyî be. Bêguman ji bo vê wext lazim e. Lê taybetmendiyekî esasî ya demokrasîya rasterast û beşdarî jî ewê ku divê em ji bo avakirina vê kesayetê hem ji xwe destpêbikin hem jî kes û rêveberên heyî sewqî guhartin û veguhartinê bikin.
Di encamê de, siyaseta demokratîk ne tenê alternatîfek ji bo rêveberiyê ye, lê di heman demê de şêwazek jiyanek exlaqî û stratejîk e ku dê civatek jiyanbar gengaz bike. Ev ne tenê bi dijî dewletê ve sînordar e; berevajî vê, ew têkoşînek ji bo parastina xwe û azadiya civakî ye li dijî zîhniyeta hêza serdest e.
Krîzên îroyîn; Desthilatdarî, hilweşîna ekolojîk, şer û xizaniya girseyî şêwazek nû ya siyasetê pêwîst dikin. Di vê çarçoveyê de, siyaseta demokratîk bangek e ji bo kesên ku wêrek in ku civakê ji nû ve ava bikin bi xilaskirina wê ji barên rabirdûyê.