Nehîr pale
Rûmeta jinan gelekî girînge, mirov nikare paşguh bike, lêgerîna heqîqetê ya ku behsa wê tê kirin bi vê yekê ve girêdayî ye. Dîrok lêkolîn kirin û ji nûve nivîsandin hemû ji bo gihîştina heqîqetê tê kirin û rûmeta jin lê were vegerandin.
Berî rûmeta gelan were perçiqandin destpêke êrîşî rûmeta jinê kirine û heyanî ji destê wan hatiye pêlê kirine. Heman polîtîka niha li Sûriyê hemberî jinê tê kirin. Mêr bi riya ol û sîstema kaptalîzmê jinê diperçiqîne. Em dikarin dûr neçin û mînaka Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bidin. Li hemû bajarên Sûriyê yên ew serwerin bê hurmet nêzî jinê dibin. Ji destpêka têkçuyîna Sîstema Baasê û hatina HTŞ`ê ji berê zêdetir rêbazên qirêj li hemberî jinê têne bikar anîn. Li bajarên Sûriyê bi taybet Şam û Helebê jinan li camî û zanîngehan kom dikin, wan jinan bi cilên reş xwe pêçandine, wêneyên wan dikşînin û li ser medya dijîtal belav dikin. Şerekî taybet ê sar li hemberî jina Sûriyê didin meşandin û propeganda olperestiyê dikin. Ciyê ku olperestî lê hebe li wêderê zayendperestî di asta herî jor de ye.
Li Afxanistan rêbazên Talîban li ser jina Afxanî têne meşandin, niha HTŞ`ê vê yekê li Sûriyê jî li ser jinan ferz dike. Herî dawiyê dîmenek li bajarê Bo-Kemal ê Dêrazorê hatibû belav kirin. Endamên HTŞ`ê televizyon li ser erebeya xwe girêdane, qur`an vekirine û li ser pêşî, kêlek û dawiya erebê nivîs nivîsandine. Ew erebe jî li kolanên Bo-Kemal digere. Ew erebe rolê saziya polîsên exlaqî yên Îranê dileyîze û bi riya wan nivîsandinan jinê didin tirsandin. Hem jinan ditirsînin û gef li wan dixwin. Eger jin li gorî zagonên wan tevnegerin wê mîna çeteyên DAIŞ`ê li wan bikin.
Li Sûriyê di dema sîstema Baas de tu hesab ji mêr nedihat xwestin niha jî bi hatina HTŞ`ê re tûndî li ser jinê hîn zêdetir bûye. Rê û rêbazên bi jinê re têne bikar anîn wê bighîjin asta rêbazên DAIŞ`ê. Di encama van rêbazan de em dibînin ku jin têne revandin, tecawiz kirin, kuştin û îhaneta li wan tê kirin. Kuştina fîzîkî ne mîna ku rûmeta te were binpêkirin.
Li tevayî Rojhilata Navîn rûmeta jinê tê binpêkirin. Li Xeza, Afxanistan, Sodan, Sûriyê, Tirkiyê, Iraq, Îran û hwd, rojane rûmeta jinê tê binpêkirin. Ev pirsgirêkeke cidî ye û çarenûsa van jinan bi hev ve girêdayî ye. Kîjan jin li hemberî kiryarên civaka zayendperest û olperest bêdeng bimîne ew hîn zêdetir li pêşiya kuştin û tûndiya li ser jinê vedike.
Rûmeta xwe parastin têkoşîneke bê bedel nayê dayîn. Eger têkoşîn ji me re zehmet be û em pêdiviya wê nabînin, ev yek di me de hatiye çandin. Di dîroka jinê de diyar dibe ku jin napejirîne kesek rûmeta wê binpêbike û îradeya wê biperçiqîne. Ji bo vê yekê bi hezaran jin têkoşiyane. Wê demê bêdeng mayîn ne xwezaya jinê ye, di wê de hatiye çandin.
Eger em xwe birêxistin bikin, girîngiyê bidin perwerde, bixebitin wê têkoşîna rûmetê ji me re nirxekî mezin ava bike û li pêşiya hemû jinan vebike.